Rojnamevan Zagros. Kurdan destê xwe ji PDK'ê şûştiye 2022-06-05 09:11:27   NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Berîtan Zagros diyar kir ku PDK'ê li herêmê ser têkçûyina Tirkiyeyê bi propagandayên şerê taybet dinixumîne û got: "Tişta ji destê PDK’ê tê texsîr nake û dewleta Tirk jî derbas kiriye. Lê Kurdan destê xwe ji PDK’ê şûştiye."    Êrîşên Tirkiyeyê bi hevkariya Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) ên li herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yên Herêka Kurdistana Federe ji 17'ê Nîsanê ve didomin. Êrîşên ku ji hewayî û bêjahî ve hatine destpêkirin bi rojan in bênavber berdewam dikin, lê heta niha encameke bebriçav bi dest nexistiye. Dewleta tirk a ku li ser herêmê êrîşên xwe didomîne, di êrîşan de çekên kîmyewî bi kar tîne. Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê HPG'ê ve hatiye dayin heta niha di encama bikaranîna çekên kîmyewî de 8 endamên HPG'ê jiyana xwe ji dest dane. Li gel vê şêniyên herêmê jî bandorek nebaş ji çekên kîmyewî werdigirin. Li herêmê ku bi tanq û topan tê bombebarankirin, şerekî dijwar diqewime. Girêdayî vê li herêmê aloziyên navxweyî jî berdewam dikin. Rojnamevan Berîtan Zagros pirsên Ajansa Mezopotamyayê (MA) ên derbarê êrîşên li ser herêmê û şerê diqewime bersivandin.    Şerê ku niha diqewime bandoreke çawa li ser herêmê dike?   Di asta cîhanî û herêmî de şerekî dijwar dimeşe. Şerê ku heya niha li Rojhilata Navîn dimeşiya bi destwerdana Rûsyayê li Ukraynayê re berbelavê erdnîgariyeke berfirehtir bû. Di bingeha hemû şeran de şereke îdeolojîk hebe jî, di roja îro de şerê enerjî, aborî, av û hwd. jî tê kirin. Lê di qonaxa ku niha sîstem hatiyê de nikare wekî berê berdewam bike. Ji bo temenê xwe dirêj bike, pêwîstiyê bi hinek guhertinan dibîne, lê ev guhertin ne li ser esasê guhertineke bingehîn in. Jixwe gelek alî şerên niha wekî şerê cîhanî yê sêyemîn bi nav dikin. Helbet karekterê vî şerî ne wekî eniyên pir dijberî hev in. Hêzên herî dijî hev jî ji ber siyaseteke pragmatîk dişopînin, hem bi hev re di nava nakokiyan de ne hem jî li ser esasê berjewendiyan di hinek mijaran de hev digirin. Nimûneya vê ya herî berbiçav jî lihevkirin û şerê di navbera Rûsya û Amerîka de ye. Yan jî nakokiyên di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de ne. Ji niha ve dikare bê dîtin ku wê şerê niha li herêmê dijwartir û berfirehtir bibe. Bi taybet bi nêzbûna sedemîn sala peymana Lozanê re wê şerên dagirkeriyê û îlhakkirinê di asta cîhanî, herêmî de û bi taybet jî li Kurdistanê dijwartir bibe. Niha navenda vî şerî li Kurdistanê ye. Bi salvegera Lozanê re Tirkiye hewl dide ku împeretoriya osmaniyan zindî bike û Kurdistanê dagir bike. Bi vê mebestê êrîşeke dijwar a dagirkeriyê li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê daye destpêkirin. Dixwaze bi êrîşên dagirkeriyê re wîlayeta Mûsilê û hemû Başûr dagir bike. Ji 17’ê Nîsanê ve careke din êrîşeke berfireh a dagirkeriyê li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê û Kurdan daye destpêkirin.    Piştî hilbijartinê li herêmê hikûmetek nehat hilbijartin. Li herêmê çima hikûmetek nayê hilbijartin û sedemên vê çiye?    Ji ber destwerdanên Tirkiye, Amerîka û Îranê Iraq di nava krîzeke kûr de ye. Ji 10’ê Cotmeha 2021’an ve hilbijartinên parlementoyê hatine kirin, lê heya niha jî ne serokkomar hatiye hilbijartin ne jî hikûmeta nû hatiye avakirin. Koalîsyona Sedir, PDK û sûneyan ji ber bi piştgiriya Tirkiye û Amerîka hatiye avakirin, serkeftî nabe. Niha ev koalîsyon jî li ber belavbûnê ye. Jixwe daxwaznameyek pêşkêşî Dadgeha Federal hatiye kirin ji bo parlemento were hilweşandin û hilbijartin jinûve were çêkirin. Ji ber siyaseta Iraqê di rewşa heyî de xitimiye, êdî behsa jinûve lidarxistina hilbijartinê tê kirin. Hilbijartin çêbibe jî wê ji ber van destwerdanên derve li cihê çareseriyê dibe ku krîza siyasî kûrtir bike û heta dibe ku Iraqê ber bi parçebûnê ve jî bibe. Hem nakokiyên di navbera şiîyan de hem jî nakokiyên di navbera kurdan de rê nade çareseriyek li ser esasê berjewendiyên gelê kurd û Iraqê pêş bikeve. Yek ji sedema sereke ya xitimîna pêvajoya siyasî ya li Iraqê PDK, Tirkiye û Îran tê dîtin. Helbet li pişt Tirkiye û PDK’ê hêzên navnetewî hene. Beşeke zêde ya aliyên Iraqê û bi taybet jî şiî PDK’ê ji xitimandina siyasî berpirsyar digirin. Ji ber bi taybet Tirkiye dixwaze bi bikaranîna PDK’ê di nava siyaseta Iraqê de bandora xwe zêde bike. Di rewşa niha de PDK’ê ji bo xwe bi kar tîne. Lê iraqî û alîgirên Îranê ji ber ku vê rastiyê dibînin, li dijî wan radibin. Îran jî Tirkiyeyê li ber berjenwediyên xwe wekî metirsiyekê dibîne û naxwaze li nava Iraqê bandora wê zêde bibe.    Di hilbijartinê de çi qewimî?    Erdogan di serdana Nêçîrvan Barzanî de îşareta wê nexweşî bixin navbera PDK’ê û YNK’ê dabû û gotibû, “Wê bi hilbijartina serokkomariya Iraqê re qonaxeke nû dest pê bike.” Ev jî dihat wê wateyê ku ewê li dijî namzetiya Dr. Berhem Salihê YNK’yî derkevin, namzetekî ji PDK’ê bidin nîşandan. Bi vî awayî peymana di navbera kurdan de jî xirakirin. Lê namzetiya Hoşyar Zêbarî yê PDK’yî ji ber diziyê li ser îtîrazên cidî ji aliyê Dadgeha Federal ve hatibû redkirin. Paşê namzetiya Rêber Ehmed ê ji îstîxbarata PDK’ê jî bi sedemên cuda hat redkirin. Bi vî awayî PDK ya li ser sextekariyên di hilbijartinê de kirin rêzeşikestinên cidî xwar. Piştî dît nikare li meydana siyasî ya Iraqê encama ku dixwaze bi dest bixe, dîsa bi arastekirina dewleta tirk, NY û Amerîkayê ket tevgerê û vê carê berê xwe da partiyên kurd. PDK bi awayekî awarte civîneke berfireh li dar xist û di vê civînê de biryar da, ji bo valaderxistina biryara Dadgeha Federal a Herêma Kurdistanê (PDK) nikare bêyî hikûmeta navendî neftê bifiroşe û avakirina hikûmetê xwe nêzî YNK’ê û partiyên din ên kurd bike. YNK ku bi şerê navxweyî û desthilatiyê hatiye parçekirin û lawaz ketiye, ji bo van hêzan pariyeke hêsan e. Yên krîza serokkomariyê ji bo YNK’ê derxistin û li ser wê bi qumarê lîstin, PDK b,û yê niha xwe weke hêza çareseriyê dide nîşan jî dîsa her ew e. Lê YNK ne di wê astê de ye ku vê rastiyê baş tehlîl bike, biçûk difikire û li pey hesabên biçûk e. Lewma heya niha wisa xuya dike, wê xwe bide bikaranîn. PDK bi dewleta tirk re gelek peymanên neftê yên neşefaf îmze kiriye. Tirkiye nefta herêma Kurdistanê bi nirxeke gelekî erzan digire û hewl dide bi nirxekî buha derbasî Ewropayê bike. Ji ber şerê Ukrayna-Rûsya krîzeke cidî ya enerjiyê heye. Tirkiye jî di krîzeke cidî ya enerjî û aboriyê de ye. Lê Dadgeha Federal biryareke dijî Tirkiye û PDK’ê daye. PDK jî bi israr vê biryarê pêk neyne. Ji bo vê ji 17’ê Nîsanê ve careke din êrîşeke dagikeriyê ya berfireh li dijî Başûr dan destpêkirin. Êrîşa dagirkeriyê ya Tirkiye ku bi hevbeşiya PDK’ê têkirin jî xitimiye. PDK û Tirkiye nikarin wan planên dagirkeriyê yên li dijî herêmên gerîla û Başûr bixin meriyetê. Her wiha PKK jî li pêşiya çêkirina xeteke enerjiyê asteng dibînin. Hem asteng dibînin, hem jî bi şerê li dijî Tevgera Azadiyê hewl didin pêgeha xwe ya lawaz jinûve xurt bikin. Li ser encamên ku ji şer bigirin hewl didin biçin hilbijartinê. Niha di rojeva Tirkiyeyê de û di rojeva Herêma Kurdistanê de jî hilbijartinên palementoyê hene. AKP-MHP û PDK ev şerê li dijî PKK’ê ji bo xwe wekî şerê çarenûsê dibînin. Ji ber ev her sê hêzên dijî kurd tu meşrûyeteke xwe ya civakî û piştgiriyekî nîn e.    Li herêmên Zap, Metîna û Avaşînê pêvçûnên çawa diqewimin?    Berxwedana gerîla ya li dijî dagirkeriya tirk û PDK’ê ev hêzên dijî kurd û azadiyê xistine nava krîzeke cidî. Ev her du hêz ji ber PKK’ê li pêşiya dagirkeriyê û îstîsmarkirina Kurdistanê asteng dibînin, ji bo tunekirina wê seferber bûne. Lê tevî vê seferberiya dewleta tirk û PDK’ê jî tê dîtin ku di şer de jî xitimîne. Leşkerên tirk li herêmên gerîla derbên mezin dixwin, tevî hemû çekên modern jî nikarin serkeftinê bidest bînin. Ji ber gerîla hem hêzeke îdeolojîk û polîtîk e, hem jî xwe nûjen kiriye. Gerîla her sal li gorî çekên nû, şêwazên şer ên nû perwerde dike, lêkolînan dike û profesyonel dibe. Wisa xuya dibe, her gerîlayek di qada xwe de profesyonel bûye û bi yekîneyên biçûk û têr û tijî tevdigerin. Wekî nimûne,wekî ji nirxandinên gerîlayan jî tê fêmkirin ku her gerîlayek herî kêm xwedî branşeke taybet e. Gerîlayek bê branş nîn e. Ev jî tê wê wateyê ku her gerîlayek berdêla yekîneyeke pispor a artêşa tirk e. Her wiha gerîla di pîşesaziya parastinê de jî êdî lêkolînên cidî dike û encaman digire. Ev jî hêzên gerîla wisa dike ku girêdayî derve nemîne û rê nede artêşa tirk tevdîrên pêwîst bigire. Ji ber her tişt aydê gerîla ye, leşkerên tirk nikarin hemleyên wan texmîn bikin. Ji ber gerîla taktîkên xwe guhertin û tecrûbe ji şerê 2021’an derxistin, hîn di şeva yekemîn a êrîşa dagirkeriyê ya 17’ê Nîsanê de çarenûsa şer diyar kir û şoqeke mezin bi dewleta tirk û PDK’ê da jiyîn. Tevî yê rastî êrîşê hatiye hêzên gerîla ye, lê gerîla li gel parastina xwe û herêmê, bi awayekî çalak li ser leşkeran û baregehên tirk de jî diçin. Yanî PKK tenê di pozîsyoneke parastinê de nîn e. Ev jî di şer de dide nîşandan ku serweriya psîkolojîk, ya rêveçûn û arasteya şer û heta serweriya arazî di destê gerîla de ye. Lê artêşa tirk û PDK’ya ku hebûna xwe bi encama vî şerî ve girêdane, nikarin paşve bikişin. Hewl didin bi dirêjkirina şer çavkaniyên gerîla yên cebilxane, xorak û hwd tune bikin û bi vî awayî encamê bigirin. Di rewşa heyî de ev yek xuya dike. Jixwe rojane bîlançoya şer giran dibe û heya niha gelek cenazeyên leşkerên tirk ketine destê gerîlayan, lê wê ev şer bi têkoşîna hevpar a gelê kurd encamê diyar bike. Yan wekî gelek şîrovekar jî dibêjin, “Wekî li lîstika gokê dinêrin, li şerê gerîla û artêşa tirk nenêrin’. Şerek dirêj bike, wê zirarê bide her kesî. Ji bo şer dirêj neke û ev serkeftinên gerîla bi binkeftina van her du hêzan bi encam bibe bêguman berpirsyariyeke mezin a dîrokî dikeve ser milê her kesî.    Li herêmê çalakiyên DAIŞ û êrîşên hewayî bi hevkariyeke çawa pêk tên?    Jixwe me dît dema PDK û dewleta tirk li hember gerîla xitimîn, berê xwe careke din dan mirovên sivîl. Li Mexmûr, Çemçemal, Silêmanî û Bamernê êrîşî sivîlan kirin. Helbet ev ne nîşaneya bihêzbûna wan e, berovajiyê wê nîşaneya binkeftina wan e. Eger bihêz bûna wê li meydana cengê ya gerîla bi ser biketana. Ji bo gel li dijî gerîla rakin, li ser binkeftinên xwe bigirin, serweriya psîkolojîk ji dest gerîla bigirin, dest bi êrîşkirina li ser sivîlan û heta zarokan kirin. Di encama êrîşên çend rojan de 9 kes li Başûrê Kurdistanê di bajaran de bi sûîqast û balafirên bêmirov hatin qetilkirin. Li aliyê din jî PDK û dewleta tirk çeteyên DAIŞ’ê xistin tevgerê û bi rêya wan jî komkujî pêk anîn. Hemwextê êrîşên dewleta tirk û PDK’ê, êrîşên DAIŞ’ê jî li Başûr zêde bûn. Di nava du mehan de li herêma Germiyanê nêzî 30 welatî, leşkerên Iraqî û pêşmerge ji aliyê DAIŞ’ê ve hatin qetilkirin. Ev jî dide nîşandanh ku plana dewleta tirk, DAIŞ û PDK’ê ya li dijî Başûr û heta bi giştî li dijî kurdan hevpar e. Zêdebûna êrîşên DAIŞ’ê ne mumkun e derî vê plana hevpar a PDK’ê û dewleta tirk bê nirxandin.    PDK li herêmê propagandayeke çawa dide meşandin û li herêmê rola çapemeniya PDK'ê çi ye?    Ragihandina PDK’ê wekî tê gotin, niha rola bernameya ‘Anadoludan Görünüm’ girtiye ser xwe. Ragihandina şerê taybet a dewleta tirk rola ku di salên 1990’an de dewrê girtibû, ragihandina PDK’ê jî bi vî awayî wekî navenda manûpîlasyon, provakasyon û nûçeyên asparagas dixebite. Helbet niha li bara civakê tu bawerî bi ragihandina PDK’ê nemaye. Dema civak li ragihandina wan dinêre zêdetir ji wan dûr dikeve û pêşî li hêrseke mezin vedike. Heya niha jî ragihandina wan nikare li herêma Behdînanê civakê li dijî gerîlayan bide axaftin. Dibe kesên kirêgirtî bi awayekî nadîr derkevin biaxivin, lê axaftina gel bi xwe dide nîşandan ku hêrsa civakê li hember PDK’ê û dagirkeriya tirk heye. Meaşgirên PDK’ê jî tenê ji bo sedemên madî PDK’yî ne, lê di rastiyê de bi siyaseta wê re nîn e û sibe fersendek çêbibe yên pêşî li dijî PDK’ê rabin dê ew bin. Ji ber vê dema PDK tê gotin, bêguman behsa yên li gorî siyaseta dijminên kurdan tevdigerin tê fêmkirin. Yanî xelkê Behdînanê bi hemû partiyên xwe ve xwedî kokeke bihêz a welatparêziyê ne. Heta pêşmergeyekî PDK’ê ku ji ber sedema ewlekariyê nexwestiye navê xwe bide, dibêje fermandarên wan cih bi wan dane çêkirin, qaşo wê pêşmerge bikevinê, lê pişt re hemû radestî artêşa tirk hatine kirin. Yan jî hinek meleyan bi rêya şantaj û pereyan rêxistin dikin, ji bo di xutbeyan de li dijî PKK’ê biaxivin û agahiyên şaş belav bikin. Bi kurtî tişta ji destê PDK’ê tê texsîr nake û dewleta tirk jî derbas kiriye. Kurd destê xwe ji PDK’ê şûştin e, ancax bi lawazbûn an jî şikestina PDK’ê yekîtiya netewî li Kurdistanê têkûz bibe û dagirkerî têk biçe.