Başkavak: Dê gel bi Tifaqa Demokrasiyê bi ser bikeve 2022-06-05 09:13:01   MÊRSÎN - Cîgirê Serokê Giştî yê EMEP'ê Sedat Başkavak Tifaqa Demokrasiyê wekî "tifaqa gel" pênase kir û got: "Banga me ye; em bên cem hev, bi hev re bitêkoşin."    Partiya Kedê (EMEP), Partiya Tevgera Kedkar (EHP), Federasyona Meclîsên Sosyalîst (SMF), Malên Gel (Halkevlerî), Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) û Partiya Azadiya Civakî (TOP) di 18'ê Çileyê de bi bangawaziya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li hev kom bûbûn û Tifaqa Demokrasiyê ava kiribûn. Cîgirê Serokê Giştî yê EMEP'ê Sedat Başkavak diyar kir ku tifaq ne ji bo hilbijartinê ji bo têkoşînê ye.    Başkavak bilêv kir ku îro ro li welêt diviyabû ku kesên ehlê kedê, hêzên demokrasiyê û kesên ehlê aştiyê ji bo xwedîderketina li pêşeroja xwe li hev kom bûbûna got: "Lewma hewce bû em li dor Tifaqa Demokrasiyê bên cem hev du. Ji lew re welatê me bi rejîma yek zilamî tê birêvebirin. Lêgerîna ji bo mafan û grevên karkeran tên qedexekirin. Bi Rewşa Awarte (OHAL) re ku piştî 15'ê Tîrmehê hat ragihandin, çalakî hatin qedexekirin. Lewma em dibêjin Tifaqa Demokrasiyê. Karker, jin, ciwan û hemû kesên ji pêkanînên desthilatê nerihet dibin diviyabû li hev kom bûbûna û bigotina dê çareseriyek çawa hilberînin? Lewma Tifaqa Demokrasiyê pir girîng e."    Başkavak destnîşan kir ku gel, kedkar û hêzên demokrasiyê yên li derî siyaseta bûrjûvayê bi Tifaqa Demokrasiyê vebijêrka xwe afirandine û got, Tifaqa Demokrasiyê li ser esasên çareseriyê ye.    'EM RÊ LI BER TIFAQA GEL VEDIKIN'   Başkavak li ser krîza aborî ya li welêt jî sekin û got: "Her roj nanê li ser sifreya gel, karkeran û kedkaran kêm dibe û çend sermayedar jî serwetê li serweta xwe zêde dikin." Başkavak bilêv kir ku çavkaniyên welêt dikevin destê çend kesan û got: "Em nîqaş dikin ku dê ev çavkanî çawa li gel bên belavkirin."    Başkavak li ser siyaseta berberîbûnê ya tifaqa AKMHP'ê jî sekinî û got, Tifaqa Cumhûrê dixwaze desthilatadariya xwe bidomîne û hewl dide vê yekê jî bi siyaseta berberîbûnê bike û yeko yeko li ser tahde, çewisandin, qedexe û astengiyên li welêt ên li ber muxalefeta civakî sekinî ü got: "Em dibêjin ji dêvla rizgarkeran em hêzên gel bînin cem hev û tifaqa hêzên gel ava bikin. Bila gel biryara awayê rêvebirina xwe bidin. Ji dêvla biryarên çend kesan em dibêjin bila gel, karker û kedkar biryara xwe bidin."    TÊKOŞÎNA YEKBÛYÎ   Başkavak destnîşan kir ku kesên ji pergala heyî nerihet in divê bên cem hev du. Başkavak anî ziman ku armanca tifaqê pêkanîna yekîtiya têkoşînê ye û ji bo vê hevdîtin bi hemû derdorên ehlê kedê û demokrasiyê re dikin û dixwazin heya ji destê wan bê tifaqê mezintir bikin. Başkavak got: "Em di serdemek wisa re derbas dibin ku desthilat dixwaze hemû hêzên demokrasiyê biçewsîne. Gava Peymana Stenbolê hat fesixkirin jin bi têkoşîna xwe kir ku desthilat paş de gav bavêje. Kesên xwedî li hawirdora xwe û xwezaya xwe derdikevin li gelek deveran bi têkoşîna xwe kirin ku desthilat paş de gav bavêje. Em wisa difikirin ku em bi têkoşînê dikarin AKP'ê paş de bibin. Em bang li jinan, ciwanan, karkera û kedkaran û cotkaran û gundiyan û gelê kurd ê doza wekheviyê dike dikin ku em bên cem hev, bi hev re bitêkoşin. Ev tifaqeke gel a rastîn e. Em ê bi ser bikevin, dê gel bi ser bikeve."