Şaredariya AKP'î ji bo rantê li dû qulopiloyan e 2022-06-05 09:13:36   MÊRDÎN - Derbarê Taxa Gul û Taxa Tepebaşi yên Rişmilê de biryara "qada bixetere" hatibû dayîn. Şûraya Dewletê jî biryara "qada xetere" betal kiribû, lê şaredariya AKP'î vê carê bi awayekî dijqanûnî ev her du tax wekî "qada rezervê" îlan kirin.    Taxa Gul û Taxa Tepebaşi yên navçeya Rişmil a Mêrdînê wekî "qada bixetere" hatibûn îlankirin. Piştî îtirazan Şûraya Dewletê jî biryara "Veguherandina Bajêr" a şaredariya AKP'î betal kiribû. Lê şaredariya AKP'î hê jî dixwaze li van taxan qanûnê binpê bike û ji bo vê li dû qulopiloyan e.    Taxa Gul û Taxa Tepebaşi çendî ne qadên erdhejê ne jî, di sala 2016'an de bi biryara Desteya Wezîran wekî "qada bixetere" hatibûn îlankirin. Piştî vê Şaredariya Rişmilê ya AKP'î û TOKÎ ya girêdayî Wezareta Hawirdor, Bajarsazî û Avhewayê derbarê van taxan de biryara "veguherandina bajêr" dabûn. Di sala 2020'î de şaredariya AKP'î tevî hemû îtiraz û bertekên şêniyên her du taxan jî, li her du taxan bi zora polîsan dest bi xerakirina avahiyan kiribû. Gava doza ji bo betalkirina "qada bixetere" ya şêniyên taxê dewam dikir, şaredariyê jî xerakirina xaniyan domandibû. Şêniyên taxê hê li benda biryara Şûraya Dewletê bûn, di 5'ê Sibatê de vê carê bi biryara Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan bi îdiaya "qadên bixetere ne" derbarê her du taxan de biryara "îstimlaqkirina lezgîn" hatibû dayîn. Hê di ser vê biryarê re hefteyek derbas nebûbû Şûraya Dewlet jî biryara "qada bixetere" ya Desteya Wezîran betal kiribû.    WEKÎ QADA REZERVÊ HATIN ÎLANKIRIN   Şêniyên taxê piştî biryara serokkomartiyê vê carê jî ji bo betalkirina "îstimlaqkirina lezgîn" serî li Şûraya Dewletê dabûn. Lê derket holê ku berî ku biryar bê aşkerekirin Şaredariya AKP'î vê carê jî bi biryara meclîsê bi awayekî dijqanûnî her du tax wekî "qada rezervê" îlan kirine. Meclîsa Şaredariyê di biryara xwe de diyar kiriye ku "îstimlaqkirin" "pêdiviyeke zarûrî" û "ji bo fêdeya cemaweriyê" ye.    TMMOB: JI BO RANTÊ BÊQANÛNÎTÎ   Hevseroka Odeya Plansazên Bajêr a Şaxa Amedê Berîvan Guneş diyar kir ku biryara hatiye girtin ji bo rantê ye û got, tişta hatiye kirin bêqanûnîtî ye. Guneş bilêv kir ku ji bo ku cihek wekî qada rezervê bê îlankirin divê bi awayekî zelal bê aşkerekirin ku bê ev qad ji bo çi bixetere ne û got: "Lê gava em li rewşa ya Rişmilê mêze dikin; qada wekî rezervê hatiye îlankirin berê wekî qada bixetere hatiye îlankirin. Paşê bi biryara serokkomartiyê biryara 'îstimlaqkirina lezgîn' hatiye dayîn. Bi dû re jî gava Şûraya Dewletê biryara ji bo qada bi xetere betal kiriye ev qad wekî qada rezervê hatiye îlankirin. Li holê qadeke bixetere tune ye. Qada rezervê çima û ji bo kê hatiye îlankirin? Li holê tiştekî berbiçav tune ye ji bo ev der wekî qada rezervê bê îlankirin. Lewma biryara hatiye girtin bi awayekî pir aşkere dijqanûnî ye."    Guneş destnîşan kir ku armanca şaredariyê ne jiholêrakirina mexdûriyeta gel e û dixwaze bi hêza cemaweriyê avahiyên gel desteser bike. Guneş got, dê di çarçoveya daxwazên şêniyên her du taxan de li dijî vê biryarê serî li deverên têkildar bidin.