Li Semsûrê Apazîz hat bibîranîn 2022-06-05 10:19:16   SEMSÛR - Pîrê Apazîz ku ji bo elewiyan xwediyê cihekî taybet e di 57'emîn salvegera mirina xwe de hat bibîranîn.    Li Semsûrê, elewî îsal jî ji bo bîranîna Apazîz ku her sal weke kevneşopî pêk tê, li Tirba Pîr Apazîz a li gundê Şeyxmîr hatin cemhev. Bîranîna Pîr Apazîz (Pîr Apazîz) ji bo elewiyan cihekî taybet digire û endamên Weqfa Haci Bektaşî Velî, Şaxa Komeleye Pîr Sûltan Abdal a Semsûrê,  Şaxa Komeleya Demokratîk a Elewiyan a a Semsûrê û gelek kesên ku ji bajarên derdorê hatin tev li merasîma biranînê ya salvegera 57'emîn mirina Pîr Apazîz bûn. Merasîm bi deyîşan bi dest pê kir û bi serdana Tirba Opazîz berdewam kir.     Di bîranînê de ji endamê Şaxa Komeleya Pîr Sûltan Abdal a Semsûrê Dîlara Tûnç Şenses bi gotina "Dem dema yekbûne ye" mêvanan silav kir. Piştre beşdarvanan bi deyîşên zakir re Cemê pêk anîn. Piştî ku pîran gûlbang (dia) xwendin lokma hatin belavkirin.    Bîranîn wê îro saet 15.00'an de bi dawî bibe.