Malbata Şenyaşar: Weke av, hewa û rojê hiqûq jî pêwîst e 2022-06-05 11:10:39   RIHA - Malbata Şenyaşar ku di roja 454'an de têkoşîna xwe ya edaletê didomîne ev peyam parve kir: "Ji mirov re weke av, hewa û rojê hiqûq jî pêwîst e. Em dixwazin li rojeke ku roja hiqûqê hiltê şiyar bibin."   Emîne Şenyaşar ku hevjîn û du kurên wê di 14'ê hezîrana 2018'an de ji aliyê parastvan û xizmê Parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin kuştin, bi kurê xwe Ferît Şenyaşar re di 9'ê adara 2021'an de li ber Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kir. Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 454'an de berdewam dike.    Ji ber ku îro dawiya heftê ye û edliye girtî ye Emîne Şenyaşar nobeta xwe li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê û kurê wê Ferît Şenyaşar jî ji bo beşdarbûna panela ku 7 partî û rêxistinên ji bo têkoşîna hevpar hatine gelhev bi mijara "Ji bo pêşeroja Tiriyeyê Bîr, Heqîqet û Hesappirsîn" li Enqerê li dar dixin çûye Enqerê.    Malbatê li ser hesabê xwe yê medya sanal ev peyam parve kir: "Ji mirov re weke av, hewa û rojê hiqûq jî pêwîst e. Em dixwazin li rojeke ku roja hiqûqê hiltê şiyar bibin."