Turmen: Divê mirov biwêribe heqîqetê bibêje 2022-06-05 13:20:24   ENQERE - Dadgerê berê yê DMME'yê Riza Turmen, bal kişand ser girîngiya bîr, heqîqet û hesapirsînê û diyar kir ku desthilatê Tirkiyeyeke ji heqîqetê dûr ava kiriye û ev tişt got: "Ji bo aştiya civakî divê em edaletê bikin cihê bêcezakirinê û heqîqetê derxin holê."   Partiya Kedê (EMEP), Partiya Tevgera Kedê (EHP), Malêngel, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Federasyona Meclisên Sosyalîst (SMF) Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP, Partiya Azadiya Civakî (TOP), bi mijara "Ji bo Tirkiyeya pêşerojê Bîr, Heqîqet û Hesapirsîn" konferans li dar dixin. Li konferansa ku li Navenda Çand û Kongreyê ya Odeya Endezyarên Înşaetê ya Enqerê dest pê kir wêneyên Dayikên Şemiyê, qezaya trênê ya Çarlûyê, Komkujiya Somayê, Berxwedana Geziyê, Komkujiya Roboskî, Komkujiya Pirsûsê, Komkujiya 10'ê Cotmehê, Tahîr Elçî, Hrant Dînk, Emîne Şenyaşar hatin daliqandin.    Vekirina axaftina konferansa ku we tevahiya rojê berdewam bike Dadgerê bê yê Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) Riza Turmen kir.    Riza Turmen, di axaftina xwe de polîtîkayên ku ji aliyê AKP-MHP'ê ve tên meşandin rexne kir û bal kişand ser girîngiya bîr, heqîqet û hesapirsînê û diyar kir ku desthilatê Tirkiyeyeke ji heqîqetê dûr ava kiriye û ev tişt gotin: "Ji bo aştiya civakî divê em edaletê bikin cihê bêcezakirinê û heqîqetê derxin holê. Divê mirov biwêribe heqîqetê bibêje."   Konferans, bi axaftina malbatan didome.