Sengawî: PDK nirxên neteweyî difiroşe 2022-06-05 14:01:58   NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamenterê berê yê Herêma Kurdistanê Ferhad Sengawî, diyar kir ku PDK'ê piştî Iraq û Îranê Tirkiyeyê jî aniye Herêma Kurdistanê û ev tişt got: "PDK nirxên neteweyî difiroşe."   Parlamenterê berê yê Herêma Kurdistanê Ferhad Sengawî, êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Herêma Kurdistanê nirxand û diyar kir ku malbata Barzanî destpêkê Iraqê, piştre Îranê û niha jî Tirkiyeyê aniye herêmê û di nav dagirkeriyê de cih digire. Sengawî, ji Rojnewsê re axivî û diyar kir ku hêzên ji Tirkiyeyê re dengê xwe dernaxin rast e rast di êrişa dagirkirina Herêma Kurdistanê de cih digirin û wiha got: "Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Kurdistanê êrişên daîmî û biplan in. Bi awayekî veşarî Tirkiye Herêma Kurdistanê dagir dike."    HEVKARIYA ENQERE Û HEWLERÊ   Sengawî, li ser hevkariya Enqerê û Hewlerê jî rawestiye û derbarê mijarê de ev tişt gotin: "Hikûmeta Tirkiyeyê û Hikûmeta Hewlerê di nav koordînasyon û hevkariyê de ne û bi hev re ne. PDK hevkariya dewleta tirk dike. Bi awayekî vekirî PDK-Barzanî di nav sûc, binpêkirin û êrişan de ne. PDK-Barzanî, destpêkê Iraqê, piştre Îranê û niha jî Tirkiyeyê anî. Hemû dinyayê tîne ser dilê gelê xwe. Malbata Barzanî bi vê tê nasîn."   NIRXÊN NETEWEYÎ TÊN FIROTIN   Di berdewamê de Sengawî, denstnîşan kir ku PDK bi hevkariya xwe nirxên neteweyî yên kurdan difiroşe û ev tişt anîn ziman: "PDK, bi parastinê hewl dide xwe li ser piya bihêle. Heke dijmin ji PDK'ê re bibêje, hebûna xwe bi tunebûna kurd û Kurdistanê biguherîne' wê qebûl bike. Ev polîtîkaya PDK'ê ji bo hemû partiyên Kurdistanê gefek mezin çêdike. Heke namûsa kurdan û hemû ronakbiran hebe wê li dijî vê derkevin.    Sengawî, ji bo armancên êrişên Tirkiyeyê jî wiha axivî: "Armanca dagirkirina dewleta tirk ne PKK ye. Tenê PKK'ê ji bo vê dike hincet. Tirkiye dixwaza Kurdistanê û dewlemendiya wê dagir bike. Kurdistan ji bo Tirkiyeyê bûye bazar. Derman, kinc, televîzyon û hemû berhemên din ên Tirkiyeyê ne. Ev rewş xwe tunekirin û dagirkirin e. Li Herêma Kurdistanê enerjî û petrol tê dizîn."