Tiştên girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de ne nayên dayîn 2022-06-05 17:45:36   MÊRSÎN - Tiştên şexsî û semawerên girtiyên ji ber binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1’an a Afyonê ketin çalakiya greva birçîbûnê, xistine hucreyên yek kesî, nayên dayîn. Girtiyên bi navên Rizgar Tûrhan, Cûmalî Yildirim, Mehmet Emîn Dal, Îsmaîl Çevîk, Cîhat Ograş, Firat Beyazer, Velat Kazanççi û girtiyekî navê wî nehat zanîn di 25’ê Gulanê de li dijî binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1’an a Afyonê ketin çalakiya greva birçîbûnê. Ji ber vê yekê girtî di 26’ê Gulanê de li qawişên ku lê diman hatin derxistin û li hucreyên yek kesî hatibûn bicihkirin. Girtiyên ku li malbatên xwe geriyan, ragihandin ku tiştên şexsî yên 8 hevalên wan ên di hucreyê de tên ragirin hatine desteserkirin û bi awayekî keyfî semawerên wan nayên dayîn. Îsmaîl Çevîk ê li dijî binpêkirinên mafan di çalakiya greva birçîbûnê de ye û di hucreyê de tê ragirtin, roja Înê li malbata xwe geriya. Çevîk, ragihand ku tiştên wan nadin wan û diyar kir ku midurê girtîgehê zextê li wan dike ku bikevin rojiya mirinê. Malbatên girtiyên ji bo binpêkirinên mafan ên weke hejmara ser piyan, cezayên hucreyan û zextên psîkolojîk bi dawî bibin ketin çalakiya greva birçîbûnê, xwestin ku zext û bêhiqûqiyên heyî bi dawî bibin.