HDP’ê Komkujiya 5’e Haziranê bi bîr anî: Heta kujêr dernekevin hole em ê tekoşîna xwe bidomînin 2022-06-05 19:45:12   AMED - Qurbaniyên di sala 2015’an de di êrişa bombeyî ya li dijî mîtînga HDP’ê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin bibîranîn. Di bîranînê de hate destnîşan kirin ku heta kujer neyên dîtin û edalet bi cih neyê wê têkoşîn bidome.    Rexistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê, qurbaniyên ku di 5’ê Hezîrana 2015’an de di êrişa li dijî mitînga, “Mirovahiya mezin” de jiyana xwe ji dest dabûn, li Qada Îstasyonê bi bîr anîn. Kesên ku di teqînê de birîndar bûbûn, Parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosûn, endam û rêveberên Partiya Heremên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP), Komeleya Jinan a Rosayê, Malbatên Pirsûsê, Komeleya Aştiyê ya 10’e Cotmehe û gelek kes tev li bîranînê bûn. Bîranîn bi dirûşmeya “Komkujiya 5’e Hezîranê ji bîr nekin” destpêkir û beşdaran potikê ku navê kesên di komkujiyê de jîyana xwe ji dest dabûn li ser nivîsî bû hilgirtin.   ‘ÇI JI DESTE ME TÊ EM DÊ BIKIN’   Di bîranînê de ewilî Hevserokê DBP'ê yê Amedê Hayrettin Altun axivî. Altun, anî ziman ku kesên ku li ser vê erdnigariye mirin ferz kirine şermezar dikin û wiha got: “Kengî ku ji bo guherandinê deng derkeve, li qadan qetliam çedibin. Ji dîroka komarê heta niha hesabê van komkujiyan nehatiye dayin. Ji ber ku hesab nayê dayîn jî komkujî dubare dubare diqewimin. Sedemê komkujiya ku li Amedê qewimiye çi be, ya Pirsûsê ya Enqereyê jî ew e. Em jî vê komkujiyê şermezar dikin û ji bo ev komkujî bi dawî bibin çi ji destê me tê em dê bikin.”   Piştî Altun li ser navê malbatên Pirsûsê Cansû Yûmuşak axivî. Yumuşak jî destnîşan kir ku ew jî hevparê êşa komkujiya Amedê ne û wiha got: “Em jî perçeyekî tekoşîna ku li dijî van komkujiyan tê dayin in. Heta ku em bi awayekî rehet bikarin şîna xwe bigirin wê têkoşîna me bidome."   ‘EM DÊ LI PÊY ŞOPA WAN BIN’   Dû re Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosûn axivî. Tosûn, bi lêv kir ku tevî 7 sal bi ser komkujiyê re derbas bûn jî hêj tu kes nehatiye darizandin û wiha axivî: “Wan çawa ku di 7'ê Hezîranê de heza gel dît in tehamul nekirin û di 5'ê Hezîranê de ew teqîn pêkanîn. Piştî we teqînê li Pirsûs, Enqere û Dîlokê jî teqîn pêkanîn. Herî dawî jî li Konyayê malbatek qetil kirin. Em dizanin ku şerekî qirêj li ser kurdan dimeşînin. Lê bila hemû cîhan bizane ku em piştgiriya malbatên xwe dikin. Heta kesen ku ew komkujî kirine dernekevin holê, em dê tekoşîna xwe bidomînin. Di salên 90'an de qetildikirin failên wan nediyar bû, lê faîlê van teqînan diyar in jî desthilatdar tu tiştekî nake. Ji ber ku desthilatdar dixwaze bi şer hemû gelan bindest bike û bêvîn bihêle. Lê em soz didin wan şehidan ku em dê li pêy doza wan bin. Heta aştî û azadî were vî welatî em dê tekoşîna xwe bimeşînin.”    ‘DESTPÊKA KOMKUJIYAN AMED BÛ’   Piştî Tosûn Seroka Komeleya Aştiyê ya 10’e Cotmehê Mehtap Sakîncî Coşgûn, diyar kir ku ji Enqereyê, Stenbolê û Meletiyê ji bo bîranîna 5’ê Hezîranê hatine û wiha got: “Em soz didin wan ku em dê heta dawî li pêy wan bin. Bila bizanin ku cane her kesî wekhev e û hesabê van komkujiyan wê were pirsîn. 7 sal in ev komkujî qewimiye, heta edalet pêk neyê em dê tekoşîna xwe ya edaletê bidomînin. Ji ber ku hesabê komkujiya Amedê nehat pirsin, di Komkujiya Pirsûsê de 33 kes di ya Enqereyê de jî 104 kesan jiyana xwe ji dest dan. Destpêka komkujiyan Amed bû. Em hemû ji rayagiştî re dibêjin ku ji bîr nekin û nedin bîr kirin.”   Piştî axaftinan beşdarvanan qurnefîl danîn cihe bûyere.. Bîranîn bi dirûşmeya, “Şehîd namirin” bi dawî bû.