Danezana encama Konferansa Tirkiyeya Pêşerojê hate aşkerakirin 2022-06-05 20:44:44   ENQERE - Di danezana encama konferansa “Tirkiyeya Pêşerojê” de banga têkoşîna hevpar hate kirin û wiha hate gotin: “Werin em bikevin milê hevdû bi hev re hesab ji berpirsan bipirsin. Em Tirkiyeya pêşerojê bi hev re ava dikin.”   Partiya Ked (EMEP), Partiya Tevgera Kedkar (EHP), Malên Gel, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Federasyona Meclîsên Sosyalîst (SMF), Partiya Karkiran a Tirkiyeyê (TÎP) û Partiya Azadiya Civakê (TOP) bi hevkarî konferansa ‘’Bîr, Heqîqet, Rûbirûbûn ji bo Pêşeroja Tirkiyeyê’’ li dar xist. Li salona konferansê ya Navenda Kongreyê ya Çandê ya Odeya Endezyarên Avahiyan a Enqereyê, wêneyên Dayikên Aştiyê, Qezaya Trenê ya Çarlûyê, Qetilama Somayê, Berxwedana Geziyê, Qetilama Roboskiyê, Qetilamên Pirsûs û 10’ê Cotmehê ya Gara Enqereyê, Tahir Elçî, Hrant Dînk, Emîne Şenyaşarê hatin daliqandin.  Piştî konferansê encamname hat ragihandin.   HEQÎQET LI BER ÇAVAN E   Encamname wiha ye: “Tê bîra me. 301 ji Somayê, 100 ji Enqereyê, 34 ji Roboskiyê, 33 ji Wanê, Sêwazê tên bîra me. Hezîran ji Berkîn, rojên Şemiyê ji Dîlek, Davût, Îlyas û hêj ji gelek zarokên destgirî yên hatin wendakirin tên bîra me. Ji bîr nabin. Em çavên xwe nagirin, xwe ker nakin, berê xwe jê banadin. Heqîqeta pergala em di nav de ne li ber çavan e. Pergala heyî jinan bindest dike, dest dirêjê wan dike, dikuje. Kurdan wek kêmê Tirkan dibîne, mafên wan nade. Elewiyan wek Xwedênenas dibîne, ên ku ne jê bin hesab nake. Heqîqeta vê pergalê şerê taybet e, kontgerîla, mafya û çete ne, diz û kujeran diparêze, xedir li mazlûm û mexdûran dike. Çav berdide axa gelên din, emperyalîst e, li bajarên me û xwezayê wisa kiriye ku tu zindî nikare lê bijî. Civakê ji mafê perwerde, tenduristî, xan û man, çûnehat û xebitînê mehrûm dihêle.   EM TIRKIYEYA PÊŞEROJÊ BI HEV RE AVA DIKIN   Werin em bi hev re rojên buhurî bi bîr bînin, pêşerojê biguhêrin, bi heqîqetê bizanin, a nû ava bikin, rû bi rû bibin, hesab ji berpirsan bipirsin û bikevin milê hevdu. Em nabêjin em ê bikin û hûn lê binihêrin. Em bîra xwe bikin hevpar, rastiyê bibêjin, bi hev re hesab bipirsin, têbikoşin em ê bikarin biguhêrin. Ji bo ked, edalet, wekhevî, azadî, aştî û demokrasiyê dibin yek. Yekîtiya xwe ava dikin. Em Tirkiyeya pêşerojê bi hev re ava dikin.”