Komên girêdayî Tirkiyeyê li Eyn Îsa 3 kes birîndar kirin 2022-06-05 23:05:20   NAVENDA NUÇEYAN - Komên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê êrîşî gundê Ebû Nîtûna yê Eyn Îsayê kirin. Di êrîşê de 3 welatî birîndar bûn.   Komên çekdar ên bi pere ku girêdayî Tirkiyeyê ne, li gundê Ebû Nîtûna yê Eyn Îsayê êrîş pêk anîn. Di êrîşê de 3 kes birîndar bûn. Di êrîşa hêzên çekdar ên bi pere de welatî Ebdil Ezîz El-Yusif, Salih El-Taha û Basil El-Ûbeyd birîndar bûn. Welatiyên birîndar bûn rakirin Nexweşxaneya Çelebiyê. Welatiyan diyar kirin ku hêzên çekdar ên bi pere li gundê Dêr Cemal ê Til Rifatê û Bênê yê Şêrawa jî kirine.