ROJEVA 6'Ê HEZÎRANA 2022'YAN 2022-06-06 09:00:00   * Platforma Ji Girtiyên Nexweş û Aysel Tûglûk re Azadî dê di 16’ê hezîranê de 6 hezar û 115 îmzeyên ku ji bo girtiyên nexweş kom kiribûn ji Wezareta Dadê re bişîne.    * Malbatên ku piştî li navçeya Sûrê di çarçoveya "veguhertina bajêr" de xaniyên wan hatin hilweşandin û di konteynir û xaniyên yek odeyî de dijîn, wiha gotin: "Hikûmet di qesran de em jî di xaniyên yek odeyî de dijîn."   * Welatiyên li dijî santrala termîk ku dê li gundê Xalefan ê navçeya Kanîreşê îhaleya wê were çêkirin derketin, diyar kirin hem ekolojî hem jî ew dê zirareke mezin bibînin.    *Abdullah Koç ê HDP’î diyar kir ku “Qanûna dezenformasyonê” ya AKP-MHP’ê aniye Meclisê, qanûna hilbijartinê ye û wiha got: “AKP-MHP di demeke ku welêt ber bi hilbijartinê ve diçe de bi vê qanûnê dixwaze dengê muxalîf û yên li dijî wan qut bikin.”    * Di danişînên li dijî biryara vekişandina ji Peymana Stenbolê ku dê di 7’ê hezîranê de li Şûreya Dewletê bên dîtin de li ser navê HDP’ê dê Berdevka Meclisa Jinan Ayşe Acar Başaran parastinê bike. Başaran, dê di danişînê de balê bikişîne ser girîngiya peymanê ya di mijara pêşîlêgirtina tundiya li dijî jinan.    * Di salên 90’î de piştî ku gundê Halîme Yaman hate valakirin, 5 caran neçarî koçberiyê bû. Di sala 2009’an de dîsa vegeriya gundê xwe lê belê ji ber bendava bi hinceta “Ewlehiyê” hatiye çêkirin, mala wê di bin avê de ma.    * Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 455’an de didome.    * Danişîna doza Hevseroka Giştî ya KCD'ê Leyla Guven dê li 9'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê bê dîtin. (09.00-17.00)   * 4'emîn Konferansa Mezin a HDP'ê ku dê bi dirûşma "Berxwedana Mezin Meşa Mezin" li dar bixe dê li Navenda Çandê ya Nazim Hîkmet dest pê bike. Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar dê ji çapemeniyê re vekirî biaxivin. (10.00) ZINDΠ   * 13’emîn danişîna Doza Kobanê dê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam bike. (10.00)   * Têkildarî binçavkirina endamên GOÇÎZDER’ê dê li Amed û Stenbolê daxuyanî bên dayîn. (13.00-14.00) ZINDÎ   * Rêxistinên ekolojiyê yên Îzmîrê dê bi minasebeta 5’ê Hezîranê Roja Hawirdorê ya Cîhanê li pêşiya Şaxa Odeya Endezyaran a Îzmîrê çalakiyê li dar bixin. (18.00-22.00)