Li Îzmîrê ji bo girtiyên nexweş 6 hezar û 115 îmze hatin komkirin 2022-06-06 09:02:30   ÎZMÎR - Platforma ji Girtiyên Nexweş û Aysel Tûglûk re Azadî, 6 hezar û 115 îmzeyên ku ji bo girtiyê nexweş kom kirine wê di 15’ê hezîranê de ji Wezareta Dadê re bişînin.    Xebatên Platforma ji Girtiyên Nexweş û Aysel Tûglûk re Azadî ku di 9’ê sibatê de li dijî binpêkirinên mafan û zextên li girtîgehan diqewimin li Îzmîrê hate avakirin, bênavber didomin. Platformê heta niha di çarçoveya kampanyayê de ji bo azadiya girtiyên nexweş 5 hezar û 715 îmze kom kirine. Platformê di heman demê de di çarçoveya xebatên ku rojnamevan, nivîskar û hunermend di nav de jî 400 îmze kom kirin. 6 hezar û 115 îmzeyên hatine kom kirin dê di 15’ê hezîranê de ji Wezareta Dadê re bên şandin. Yek ji endamên platformê Dîdar Gul der barê armancên xebatên xwe de axivî.    BINPÊKIRINÊN MAFAN   Gul, diyar kir ku binpêkirinên mafan ên diqewimin ji damezirandina komarê ve didomin û bi lêv kir ku bi taybetî di salên dawî de zext û binpêkirinên mafan zêde bûne. Gul, da zanîn ku desthilata AKP’ê û MHP’ê li dijî girtîgehan “polîtîkaya qetilkirinê” dimeşîne û wiha got: “Bi van polîtîkayan dixwazin girtiyên siyasî teslîm bigirin. Helwesta girtiyan a li dijî van pêkanînan zelal e. Li ber xwe didin. Di van şert û mercan de pirsgirêkên tenduristiyê yên girtiyên nexweş ên cidî hene. Terkî mirinê hatine kirin. Hema bêje her hefte ji girtîgehan cenaze derdikevin. Herî dawî li Girtîgeha Kiriklarê Abdûllah Ece jiyana xwe ji dest da. Ece yê 80 salî tevî nexweşiyên xwe yên giran jî nehate berdan. Dîsa di kesayeta Aysel Tûglûk de polîtîkayên pir taybet tên meşandin. Tê xwestin ku em li dijî van pêkanînan bêdeng bimînin û bîatî wan bikin. Em jî bêdeng neman û me platforma xwe ava kir.”   LI HER DERÊ BAJÊR DIXEBITIN   Bi domdarî Gul destnîşan kir ku armanca wan ewe ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bînin rojevê û wiha berdewam kir: “Ji bo berdana Aysel Tûglûk û bidawîbûna zextên li ser girtiyan, me di 9’ê sibatê de kampanyaya îmzeyan da destpêkirin. Dîsa bi van daxwazan me hin çalakî lidarxistin. Me li hemû navçeyên Îzmîrê standên îmzeyan danîn û belavok belav kirin. Me bi hezaran îmze kom kirin. Eleqeyeke zêde ji bo kampanyaya me hebû. Mirovan dixwestin îmzeyan biavêjin. Lê li Tirkiyeyê desthilateke cidî ya tirsê heye. Tevî vê yekê jî me 5 hezar û 715 îmze komkirin. Em ê van îmzeyan di 15’ê hezîranê de ji Wezareta Dadê re bişînin.”   Di berdewamê de Gul anî ziman ku dê li dijî tiştên li girtîgehan diqewimin ji niha û şunde jî xebatên xwe bidomînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li dijî tiştên li girtîgeh diqewimin em ê çalakiyên ku em bikarin xurttir deng derxînin pêk bînin. Em plan dikin ku li ser medyaya dîjîtal jî kampanyayan pêk bînin. Em ê dengê girtiyên nexweş li kolanan, li wesayîtên veguhestina komî û li hemû cihên ku mirov lê hene ragihînin.”   BANGA XWEDÎ DERKETINÊ KIR   Gul, bal kişand ser çalakiyên Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyan li bajarên cuda dane destpêkirin û bi lêv kir ku nobet hêzê didin wan. Gul, bang kir ku welatî li dijî tiştên li girtîgehan diqewimin hestiyar bin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Têkoşîna azadiya ya îro ji bo girtiyên nexweş tê dayîn ji têkoşîna wijdanê wêdetir e. Tu garantî nîne ku sibê dusibe yek ji me nekeve girtîgehê. Desthilata AKP’ê û MHP’ê hewl dide bi girtin û qetilkirinê kesên li dijî wan derdikevin bîne ser rê. Divê girtiyên nexweş tenê neyên hiştin û xwedî li wan were derketin. Mirovên li derve dikarin ji girtiyan re name bişînin. Dikarin tiştên girtî hildiberînin bigihînin mirovan.”   MA / Delal Akyuz