Li Raperînê ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya ‘terorê’ îmze hatin komkirin 2022-06-06 09:25:23   NAVENDA NÛÇEYAN – Bi mebesta ku PKK ji “lîsteya terorê” bê derxistin, li Zanîngeha Raperînê kampanyaya îmzeyan hate destpêkirin.    Ji bo derxistina PKK’ê ya ji “lîsteya terorê” li gelek deveran kampanyayên îmzeyan tên meşandin. Di vê çarçoveyê de ji bo ku PKK ji “lîsteya terorê” were derxistin, bi pêşengiya Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê duh êvarê li Zanîngeha Raperîn a li navçeya Ranya ya Raperînê kampanyaya komkirina îmzeyan dest pê kir.    Hêjayî bibîrxistinê ye ku Înîsiyatîfa Ji bo Kurdan Edalet a Navneteweyî bi mebesta ku PKK ji “lîsteya terorê” bê derxistin, di 13’ê kanûna 2021’an de li seranserî welatên Ewropayê dest bi kampanyaya îmzeyan kiribû. Di çarçoveya kampanyayê de tê hedefkirin ku 4 milyon îmze bên komkirin. Kampanya bi pêşengiya 1000 rewşenbîr, akademîsyen, siyasetmedar, zanyar, hunermend û aktîvîstên sosyalîst hatibû destpêkirin. Heman kampanya di 29’ê çileyê de li başûrê Kurdistanê jî bi tevlibûna gelek rewşenbîr, şexsiyetên serbixwe, pêşmergeyên dêrin û siyasetmedaran dest pê kiribû û hêj didome.