5 caran hate koçberkirin, maleka wê şewitandin û yek jî di bin avê de hiştin 2022-06-06 10:58:30   ŞIRNEX - Di sala 1990’an de gundê Halîme Yaman hate valakirin, mala wê hate şewitandin û 5 caran hatin koçberkirin. Di sala 2009’an de jî vegeriyan mala xwe lê belê ji ber bendava bi hinceta “ewlehiyê” hatiye çêkirin, mala wê di bin avê de ma. Yaman ji bo vê rewşê wiha dibêje: “Ez bi klama ‘Mala min’ bîranên xwe ji nû ve zindî dikim.”   Tirkiyeyê di salên 90’î de di bin navê “Ewlehiyê” de bi hezaran gund vala kirin û şewitandin. Yên ku cerdevanî û zexta dewletê qebûl nekirîn, bi darê zorê hatin koçberkirin. Ji wan gelek koçî metrepolên Tirkiyeyê û hinek jî koçî başûrê Kurdistanê bûn. Gundê Kolig ê Qileban a Şirnexê jî yek ji wan gundan bû. Di salên 90’î de li mezraya Şewêka ya Koligê di navbera PKK û artêşa tirk de pevçûn derdikeve. Dewlet vê pevçûnê dike hincet û bi darê zorê gund vala dike û dişewitîne. Di dema şewatê de leşker hespê Adil Yaman jî bi zindî dişewitînin. Li ser vê yekê Yaman dibêje; “Ma yên ku sewalên me dişewitînin dê çi bi serê me bînin” û tev li PKK’ê dibe. Dayika Yaman, Halîme Yaman (68) naxwaze zarokên wê bibin cerdevan û koçî deverên cuda dibin. 10 zarokên dayika Halîmeyê hene û di pişta wê de zarokên wê, herêm bi herêm digere. Ji nav Ertoşiyan heta geliyê Qiyametê, li gelek herêman digere. Lê her carê tên koçberkirin. Di vê pêvajoyê de 5 caran koç lê dikeve û herî dawî dîsa vedigere gundê xwe. Lê belê zarokên wê ji ber ku cerdevanî red kirin, berê xwe dan metropolan. Ew û hevjînê xwe bi tenê li gund man.      Piştî ewqas êş û eleman, dewletê dîsa bela xwe ji şêniyên gund venekirin û di sala 2009’an de li gundê dest bi çêkirina Karên Avê yên Dewletê (DSÎ) bi hinceta “ewlehiyê” dest bi çêkirina bendavê kir. Dayika Halîme li dijî çêkirina bendavê derdikeve lê bi darê zorê ji malê tê derxistin. Bi çêkirina bendavê re jî li gel mala dayika Helîmayê, hemû bîranînê wê jî di bin avê de dimînin. Maleka wê di sala 90'an de tê şewitandin û maleka wê jî di sala 2009’an de di bin avê de hate hiştin. Ji bo ku bîranînên xwe ji bîr neke, niha li hemberî wê malê maleke din çê dike. Dayika Halîme her serê sibehê diçe ser kevir, li mala xwe dinihêre û klaman distrê. Tekane daxwaza dayika Halîmeyê ew e ku agahiyekî ji kurê xwe bigire. Dayika Halîme di sala 2018’an de ji ber ku lêgerînê red dike, tê binçavkirin û li avahiya emniyetê agirê Newrozê vê dixe. Dayika Halîmeyê serpêhatiya xwe bi ajansa me re parve kir.    MALA WÊ PIŞTA WÊ Û 5 CARAN KOÇBER KIRIN    Dayika Halîme Yaman das zanîn ku li gund her roj bi ser mala wan de dihat girtin û serpêhatiya xwe wiha vegot: “Gundên me şewitandin, heywanên me kuştin. Li Deşta Şewêkayê şerekî giran qewimî. Gelek leşker hatin kuştin û 2 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan. Her der mîna qiyametê bû. Li ser serê me balafir difiriyan û ji bêjahî ve tank û top dihatin avêtin. Piştre hatin gundê me şewitandin. Em koçber bûn û çûn Iraqê. Me malên me xwe birin û em çûn Şikefta Bihêreyê. Me zarokên xwe li keran siwar kirin û birin. Tiştê ku me bi xwe re biribûn, me xistin nava kefiyan. Li Bihêreyê jî em rakirin. Em birin Ertoşê. Heta demekî em li wir man û piştre ji wir jî koçber kirin û em çûn Geliyê Qiyametê. Av û derdora Geliyê Qiyametê xweş bûn. Em ji wir jî koçber kirin û em li cihekî din bi cih bûn. Ew der ne bi avî bû. Piştî ku demek dirêj ser re derbas bû, em dîsa koçberî Ertoşê kirin. Xwîşk, bira û hinek nasên me hêj niha jî li wir in. Çavên wan li rê ye û her roj balafirên tirkan diçin bombebaran dikin. Di her bombebaranê de ji wan yek du jê tên kuştin.    HESPÊ ZAROKÊ MIN KUŞTIN Û ZAROKÊ MIN TEV LI PKK’Ê BÛ   Ji me gelek mêr ji aliyê Iraqê ve hatin girtin û bernadin. Gelek kes hatin girtin. Me gelek tişt bi çavên xwe dîtin. Wexta ku gundên me şewitandin, li pêş çavên me heywanên me qetil kirin. Zarokên me ji vê aciz bûn û tev li PKK’ê bûn. Kurê min ji hespê xwe pir hez dikir. Dema ku dît hespê wî jî kuştin e, çû ser laşê wî û got, 'Çi sûcê vî hebûn? Ev dewleta ku heywanên me qetil dike ma dê çi ji me bike?' Pişt re tev li bû. Ev 30 sal in kurê min çûye û min tiştek jê nezanî. Sax e yan mirî ye nizanim. Piştre me mala xwe bir Dîlokê û heta demekî li wir man. Piştre sebra min nehat û em dîsa hatin ser axa xwe. Me li ber çem avahiyek ji xwe re çêkir. Em çûn tê de. Piştre gotin wê bendavê çêbikin. Li tevî hemû nêrazîbûnên me jî ew bendav hat çêkirin û em jî ji nêçariya xwe jê derketin. Zarokên min cerdevanî, xiyanetî qebûl nekir û çûn bajaran. Min got, 'Ez bi tu deveran re naçim. Ileh ez ê li gundê xwe bim.' Zarokên min hatin li hemberî wî avahiyên min ê kevin ji min re avahî çêkirin. Ez niha bi tenê me. Hin zarokên min çûn Stenbolê, hin çûn Îzmîrê û hin jî çûn Dîlokê. Min 10 zarok hene lê her yek ji wan bi cihekî ve çû.   NEWROZA XWE LI EMNIYETÊ PÎROZ KIR   Piştî ku gundê me valakirin, em gelek caran rastî astengiyan hatin. Di sala 2018'an de pîrozbahiya Newrozê hebû. Tirk dibêjin 'Bahar bayrami' lê em jê re dibêjin Newroz. Dema ku me dixwest bikevin qada Newrozê, hemû jin di lêgerîna polîsan re derbas dibûn. Xwestin li ser min jî lêgerînê bikin û destê xwe da bedena min. Ez aciz bûm û min ji wan polîsan re got, 'We xêre her derê lêgerîn dikin.' Piştre ez aciz bûm. Min bertek nîşanî wan da û qebûl nekir. Piştre ez li wir binçavkirim û birim emniyetê. Li wir îfadeya min girtin. Ji me re gotin,'Te çima li polîsan xistî ye?' Min jî got, 'Ez polîsan nas nakim.' Ez aciz bûm. Şixarte li gel min hebû. Min bi wê şixarteyê agir bi çaketê xwe xist. Agir bi derdorê ket. Hemû derdor ji aliyê polîsan ve hatin girtin. Dinyayek li ber deriyê emniyetê kom kirin. Min got, 'We nehişt ku ez Newrozê pîroz bikim û ez ê jî wiha pîroz bikim.' Piştre ez berdam û ez dîsa çûm qadê û min Newroza xwe pîroz kir.    BERXWEDÊRIYA WÊ YA LI HEMBERÎ BINÇAVKIRINAN   Êrişên li ser me piştî valakirina gund zêdetir bûn. Gelek caran hatim binçavkirin. Lê min li hemberî vê zilmê tu carî serê xwe netewand. Careke jî ez nexweş bûm û li nexweşxanê bûm. Ji bo îfadeyê bangî min kirin. Lê dinêrim polîs hatin û ji min re gotin,'Xalet rewşa te ya baş e rabe ser xwe.’ Min jî bertek nîşan da. Bijîşk hat û ji wan re got, 'Nikare were.’ Piştre wesayît anîn û li gel bijîşk ez birim. Ji min re gotin,'Tu çûyî Cizîr û Şirnexê û te şer kiriye' Min jî ji wan re got, 'Wele dema ku ew şer Cizîrê de çêbû ez li wir bûm û gopalek destê min de bû û raste min şer kiriye.' Piştre wêne nîşanî min dan û gotin, 'Ev tu yî?' Min jî got wele derewan nakin,'Erê ez im.' Ji min re gotin,'Te gelek gopal danîne polîsan em ê te biavêjin girtîgehê.' Min jî ji wan re got, 'Bi xwedê tu nikarî min biavêjî girtîgehê. ' Piştre ez berdam. Piştre careke din leşker hatin gund. Hatin ji min re gotin, 'Xaltîkê bi tena serê xwe çi karê te li vir heye?' Min jî ji wan re got, 'Sebra min li gund tê. Heger ez li gund nebim, ez ê ji qehran bimirim. Ma ez ê çima ji gundê xwe derbikevim? Ma ez kujer im?' Ji min re got,' Ma tu nizanî ku tu kujerî?' Min jî got, 'Ez ne kujer im' Gotinek ji wan û yek jî ji min. Ez aciz bûm û min du fîşekên ciftê berdan wan. Piştre ji min tirsiyan û gundiyên me geriyan gotin,'Ev jineke dîne.' Piştre pirsa kurê min ji min kirin. Gotin, 'Kurê te li ku ye?' Min jî got,'Hûn dizanin li ku ye.' Gotin cihê wî nîşanî me bide. Ez aciz bûm û min jî ji wan re got, 'Wer in em bi hevre biçin Kela Memê.' Ji vê gotina min aciz bûn. Vê dewleta xwînfiroş û xwînmij nehiştin ku em biçin gundê xwe û me jî li vir avahî çêkirin.   MALEKA WÊ HAT ŞEWITANDIN Û YEK JÎ DI BIN AVÊ DE HIŞTIN    Mala min a bi bîranînên zarokên min tije, di bin avê de hiştin. Piştî ku bendav hatiye çêkirin, mala me hat valakirin. Niha wisa tenê ma ye. Weke din mala min saxlem e. Li cem mala min kevireke mezin heye. Ez her roj diçim rûdinim ser wî kevirî. Ez stranekî pê dibêjim û digirim. Ji xwe her dem bîranînên kurê min li gel min in. Tu caran ji bîr nakim û ji bîra min naçe. Ez tu caran wan derd û kulan ji bîr nakim. Her zarokeke min bi aliyekî ve çû. Dema ku niha bîranînên wî avahî tên bîra min, ez pir diqehirim. Min di wê malê de gelek mêvan pêşwazî kirin. Her roj mêvanên me hebûn. Xwezî wê rojê ya ku ewqasî mirovan qesta mala me dikir. Lê niha ez tenê mame. Heke di mal de bimirim, pênc roj piştre jî pê nahesin. Birayên min, xwîşkên min hemû li Mexmûrê ne. Malbata min hemû li wir e. Ez li vir bi tenê mam e. Ne zarokên min û ne jî malbata min tu kes li dora min nîne. Her roj hêsrên çavan dibarînim. Neviyekê min hate girtin. Niha di girtîgeha Şirnexê de ye. Dema ku diçim hevdîtinên wî, ew li wir û ez jî li vir digirîm. Di vê rêyê de mala gelek kesan xerab bûn. Lê gelek bênamûs bûn cerdevan. Ne dînê wan û ne jî îmanê wan heye. Dîn û îmanê wan pere ye. Îmana tirkan tune ye.”   Dayika Helîme li ser mala xwe klama “Mala min” çêkiriye û bi strîna vê stranê bîranînên xwe ji nû ve zindî dike.