‘Belgeyên helîkopterên hatine xistin di destê me de ne’ 2022-06-06 11:54:18   NAVENDA NÛÇEYAN - Ji Fermandarên Biryargeha Navendî ya HPG’ê Hakî Armanc diyar kir ku Tirkiye di êrişên xwe de xitimî ye lewma teknîk û çekên kîmyewî bi kar tîne û wiha got: “Belgeyên leşkerên jiyana xwe ji dest dane û helîkopterên hatine xistin û derbkirin di destê me de ne.”    Êrişa AKP-MHP’ê ya bi hevkariya PDK’ê li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê dayî destpêkirin berdewam in. Yek ji Fermandarên Biryargeha Navendî ya HPG’ê Hakî Armanc têkildarî geşedanên heyî bi Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) re axivî. Armanc, diyar kir ku Tirkiye li Zapê xitimî ye û wiha got: “Tenê guleyek jî bê teqandin, leşkerên wan her yek bi cihekî ve direve. Anku li Zapê perîşan bûne. Bi rastî mirov mereq dike bê ka ev artêş dê çawa ji wir derkeve.”    Armanc, da zanîn ku êrişên li dijî herêmên wan di 14’ê nîsanê de bi êrişên hewayî dest pê kirin û wiha domand: “Di 17’ê nîsanê de li dijî Zapê ji bejahî ve dest bi êrişê kirin. Ev êriş, di çarçoveya Plana Mîsak-i Mîllî de tên kirin. Tirkiye dixwaze şerê di navbera Rûsya-Ûkraynayê de weke firsendekî bi kar bîne. AKP û Erdogan, ji bo domandina desthilatdariya xwe van êrişan dike. Encamekî ku dewleta tirk bi dest xistî tune ye. Hevalan bi gelek çalakiyên serkeftî re li pêşiya êrişan bûn mertal. Dewleta tirk niha xitimî ye. Bi taybet jî li Kurêjaro”    ‘BELGE DI DESTÊ ME DE NE’   Têkildarî xistina helîkopteran jî Armanc ev agahî parve kirin: “Ez mînakekî bidim; heval çûn ser cenazeyên bi dehan leşkeran, nasnameyên wan hilgirtin û her tiştek aşkera ye. Lê qet qala wan nakin. Mixabin li Tirkiyeyê yek rojnameger an jî rewşenbîrek tune ye ku vê yekê bipirse. Kesek napirse bê ka ev leşker li ku ye. Vê rejîma faşîst civak ewqas kerr kiriye ku kesek napirse bê ka ev şer çi ye û çi diqewime. Çekên wan leşkeran di destên me de ne, baş e lê ev çek ên kê ne? Hemû jî bixwîn in û li ser dijmin hatine rakirin. Yek windahiyeke xwe nadin. Şerekê derûniyê dimeşînin û dixwazin van rastiyan berevajî bikin. Divê gelê me baş di ferqa vê rewşê de be. Heke mirov dewleta tirk baş nas neke, mirov dê bibêje gelo rast dibêjin. Ewqas leşker danîn û operasyon heye. Ev der, deverên qedîm ên gerîlayan in û ewqas amadekarî hatine kirin. Ma ewqas hêsan e ku wisa bên vêderê û leşkeran deynin? Çiqas skorsky û helîkopterên atakê hatine derbkirin û xistin, çiqas leşker hatine kuştin, belgeyên wan tevek bi me re hene. Ev rastî di rojnameyan û li ser televîzyonan nayên parvekirin. Dibêje; ‘ez serkeftî me, dê Zapê bistînim û bi ser kevim.’ Bi vê yekê re jî şer dirêj dike. Lê baş bizanin ku hûn dê nekarin Zapê bistînin.”     ‘DIVÊ GELÊ ME PEYWIRA XWE PÊK BÎNE’   Herî dawî jî Armanc ev tişt anî ziman: “Şerê heyî bi teknîk û çekên kîmyewî berdewam dike. Divê gelê me vê yekê baş bizane ku ev dijmin dê were têkbirin. Nîşaneyên vê hene. Dewlet di nava tirs û xofê de dixwaze operasyonê dirêj bike. Divê gelê me jî peywirên xwe pêk bîne. Em bi êrişên bêrêgez û mezin re rû bi rû ne. Şervanên azadiyê gelê me û destkeftiyên wan diparêzin. Ji bo vê jî canê xwe feda dikin.”