‘PDK amadekariya êrişa li dijî Metînayê dike’ 2022-06-06 12:10:46   NAVENDA NÛÇEYAN – HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku PDK ji bo beşdariya êrişên Tirkiyeyê di nava amadekariyan de ye û wiha got: “Dê ev yek bi xwe re encamê talûke bîne. Banga me li hêzên kurdî ew e ku di vê mijarê de bi berpiryarî tevbigerin.”    Êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK’ê di 17’ê hezîranê de li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federal a Kurdistanê dayîn destpêkirin berdewam in. Tirkiye ku di êrişan de windahiyên mezin dide û pêş nakeve, niha jî konseptên nû xistin meriyetê. Tirkiye niha jî hewl dide hêzên taybet ên PDK’ê beşdarî şer bike. Li gorî nûçeya li ser malpera Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF), Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku PDK di nava amadekariyên êrişan de ye û banga berpirsyartiyê li hêzên kurd kir.    Daxuyaniya HPG'ê ya têkildarî mijarê wiha ye:    “Weke ku tê zanîn ji Avaşînê heta Metînayê li qadeke berfireh em bi dewleta tirk a dagirker re di nava şerekî giran de ne. Bi taybetî ji 25'ê gulanê û vir ve li aliyê girê Metîna-Amediyê di navbera hêzên me û artêşa tirk a faşîst û mêtinger de şerekî mezin diqewime. Dewleta tirk li hemberî hêzên me teknîka serdemê û çekên kîmyewî yên qedexekirî bi kar tîne û tevî vê yekê jî xitimî ye, nikare bi pêş ve biçe.   PDK AMADEKARIYAN DIKE   Ev şer di navbera gelê kurd û dagirkeriya tirk de şerekî gelekî dîrokî ye. Lê belê li gorî daxuyaniya rayedarekî PDK'ê ku bi navê Alîkarê Wezîrê Pêşmergeyan axivî, daxuyaniya Waliyê Duhokê û li gorî hin agahiyên îstîxbaratî yên gihîştine ber destê me, hêzên PDK'ê amadekariyan dike ku dest li vî şerê stratejîk ê navbera me û dewleta tirk werde. Li bakurê Metînayê di navbera hêzên me û dewleta tirk de şer diqewime. Li rojhilatê Metînayê jî şerekî gelekî giran dewam dike. Dema ku hêzên PDK'ê aliyê başûr ê Metînayê bigire, hingî plana dorpêçkirin û îmhakirinê ya dewleta tirk dê temam bibe, ku li ser hêzên me ferz dike. Bi vî rengî dê PDK tev li vê pêvajoya tunekirinê bibe. Ev plana xetere ya PDK'ê ya li ser Metînayê ji bo me tê wateya îlana şer. Ji ber ku li cihên girîng ên Serê Metîna hêzên me hene. Bidestxistina wê derê tenê bi êrişê dibe. Ev jî tê wateya destpêkirina pêvajoyeke nû ku qet ne bi dilê me ye.   XETEREYA BERBELAVBÛNA ŞER   Ev rewş dê were wê wateyê ku PDK piştgiriya heta niha dide dewleta tirk bigihîne asteke bilind. Ev jî tê wateya bicihanîna plana dewleta tirk ku ji berê ve dixwaze û hewl dide şer bike şerê navxweyî yê kurdan. Divê were zanîn; tevlibûna PDK'ê ya bi vî rengî ya li nava şer, anku êrişa li ser hêzên me yên li Metînayê, dê tenê li Metînayê nemîne û wê bê wateya destpêkirina şerekî giştî. Ji ber vê yekê em bang li hêzên siyasî yên xwedî berpirsyarî, rewşenbîr, hunermend û saziyên welatparêz ên başûrê Kurdistanê, bang li hêzên kurdistanî tevekan dikin ku bi berpirsyarî rabin û pêşî li êrişeke bi vî rengî bigirin.   BANG LI HÊZÊN KURDISTANÎ KIRIN   Ji bo şer nebe şerê navxweyî yê kurdan, me heta niha di asta herî bilind de berpirsyariyên xwe bi cih anîn. Lê belê heke êriş li ser hêzên me yên li çeperan bê kirin, hêzên me jî wê xwe biparêzin. Lewma aşkera ye ku pêvajo ber bi asteke gelekî xetere ve diçe. Ji ber vê yekê em bang li gelê xwe û hêzên welatparêz hemûyan dikin ku di vê mijarê de bi erk û berpirsyariya xwe rabin.”