Dema binçavkirina 58 kesan hat dirêjkirin 2022-06-06 15:17:57   STENBOL - Dema binçavkirinê ya 58 kesên ku li Stenbol û Tekîrdagê hatibûn binçavkirin, 4 roj din hate dirêjkirin.   Di çarçoveyên lêpirsînên cuda yên Serdozgeriyên Komarê yên Stenbol û Tekîrdagê dane destpêkirin de, di 3'yê Hezîranê de tevî endam û rêveberên Komeleya Çavdêriya Koçê (GOÇIZDER) û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên navçe û bajar 58 kes hatibûn binçavkirin. Dema binçavkirinê ya 58 kesan 4 roj din hate dirêjkirin.    Di çarçoveya lêpirsîneke li Stenbolê hatiye destpêkirin de, polîsan di 3'yê Hezîranê de bi ser avahiya GOÇIZDER'ê ya li Şîrînevlerê de girtibûn. Polîsên ku li komeleyê lêgerîn kiribûn, tevî Hevserok Kamîle Kandal û Mehmet Bogakan 22 kes binçav kiribûn. 22 kesên hatine binçavkirin, 4 roj in li Miduriyeta Polîsan a Stenbolê tên girtin. Dema binçavkirina 22 kesên ku birin Edliyeyê, 4 roj din hate dirêjkirin.    TEKÎRDAG   Di çarçoveya lêpirsîna ku li Tekîrdagê hatiye destpêkirin de, polîsan bi ser avahiya Navenda Giştî ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) a li Beyoglûyê de girtibûn. Di çarçoveya lêpirsînê de tevahiya wan rêveberên HDP'ê yên bajêr û navçeyan 36 kes hatibûn binçavkirin. Dema binçavkirina 36 kesên ku li Midûriyeta Polîsan a Tekîrdagê tên girtin, 4 roj din hate dirêjkirin.