Şanoya bi kurdî bi hinceta 'ewlehiyê' hat qedexekirin 2022-06-06 18:42:16   MÊRSÎN - Walîtiya Mêrsînê bi hinceta "ewlehiyê" şanoya bi kurdî "Tartuffe" qedexe kir.    Dihat payin ku şanoya bi kurdî "Tartuffe" îro li Hêwana Kongreya ya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrsînê bê lîstin, lê Walîtiya Mêrsînê şanoya bi kurdî qedexe kir. Piştî ku walîtiyê destûr dabû, ji bo lîstikê hêwan hatiye eyarkirin. Lê piştî hêwan hatiye peydakirin hatiye ragihandin ku şano hatiye qedexekirin.  Walîtiya Mêrsînê şanoya bi kurdî Tartuffeyê bi hinceta ku dê "ewlehî û pergala cemaweriyê xirab bike" qedexe kir.    Piştî biryarê koma lîstikvanan pêwendî bi şaredariyê re danîn û gotin biryara walîtiyê biryareke kêfî ye û xwestin şaredariya CHP'î li hemberî vê briyarê helwesta xwe nîşan bide û hêwanê veke. Lê şaredariyê gotiye dê li gor biryara walîtiyê hereket bike.