Rojnamevan Kav: PDK bûye AKP 2022-06-07 08:11:11   NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevan Fûat Kav got: "Malbata Barzanî bûye malbata Erdogan, bûye 'Mesûd Erdogan', PDK jî bûye AKP. Çarenûsa wan bi hev ve girêdayî ye."    Êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK'ê yên li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Herêma Kurdistana Federe ji 17'ê Nîsanê ve didomin. Her wiha Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan jî ev çend rojên sinyalên êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî dide.    Rojnamevan Fûat Kav ku ji bo Rojnameya Yenî Yaşamê êrişên Tirkiyeyê yên li ser kurdan û helwesta PDK'ê nirxandin.     JIHOLÊRAKIRINA KURDAN   Kav destnîşan kir ku Tirkiye di warê qedandina meseleya kurdî de ya li ser esasên înkarkirin-qirkirinê, xwe wekî muxatabê sereke dibîne û got: "Helwesta esas meseleya kurdî, nebidestxistina statuyê û jiholêrakirina rastiya kurdî ye. Konsept, qirkirina gelê kurd û tevgera wê ye."    RÊ Û RÊBAZ HATINE GUHERANDIN   Kav bibîr xist ku piştî dewleta tirk dîtiye bi siyaseteke nerm, bi diyalog û helwesteke nerm tasfiyekirina tevgera kurdî nepêkan e, vê carê bi temamî xwe li helwesteke eskerî girtiye û got: "Ger di dema pêvajoya aştiyê de tevgera azadiyê û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan mexseda AKP'ê û dewletê fêm nekirina qethiyen wê çaxê dê tevgera azadiyê tasfiye bûbûna. Lê piştî ku Ocalan got, 'Ma hûn dikarin min bixapînin? Çil sal in li Rojhilata Navîn ez pêşengtiya têkoşîneke eskerî û polîtîk dikim' maseya li Dolmabahçeyê ji aliyê Erdogan ve hat qulabtin û pêvajoya aştiyê bi temamî bi dawî bû. Erdogan, berê konsepta qirkirinê û rê û rêbazên wê guherandin. Konsepta çokşikandinê ya li ser esasên eskerî di vê pêvajoyê de ket dewrê û ji wê rojê heya niha bi pêkanînine cuda didome."    OSMANÎTIYA NÛ   Kav destnîşan kir ku sedemeke din a êrîşan polîtîkaya Osmanîtiya Nû ye û got: "Yanî navê Tirkiyeyê Osmanîtiya-Nû ye. Osmanîtiya Nû dagirkerî û talan e. Dixwazin bi vê re çend parzemînan cardin bi dest bixin. Erdogan tu carî Peymana Lozanê qebûl nekiriye û got, 'Peymana Lozanê ku em mecbûr mane me ew qbeûl kiriye, ne sînorên me yên rast ên Mîsakî Mîlliyê ne.' Ev yek ragihand hemû cîhanê. Dilê Osmanîtiya Nû Iraq û Sûriye ye. Wekî din jî heye, lê ji bo demek kurt ev her du welat in, Kurdistan e. Tirkiye bi hincet û derewên cur bi cur ev welat dagir kirin. Erdogan dibêje, 'Ger şertên min bên qebûlkirin ez ê derkevim.' Lê ne wisa ye. Tirkiye tu carî ji cihên dagirkirî dernayê, ji lew re konsept û armanca wê dagirkerî ye. 'Têkoşîna li dijî terorê' çîrok e."    ZAP   Kav diyar kir ku êrişa li ser Zapê bi amadekariyeke dûr û dirêj hatiye kirin û got: "Ger Zap, Metîna û Avaşînê bi dest bixin, dê biçin Garê, ji Garê berê xwe bidin Qendîlê û ji wir jî êrîşê bibin ser hemû qadan. Êrîşên berê bi piranî lêdan û vekişandin bûn, bi awayekî demkurt bi destxistina hin deveran bûn, çavtirsandin û xirabkirian derûniyê bûn, lê pêngava Zapê stratejîk û mayinde ye. Li cihên ku eskeran lê datînin dixwazin li wan deran qereqolan çêbikin û demeke dirêj li wan deran bimînin."    BÛNE 'MESÛD ERDOGAN'   Kav li ser helwesta PDK'ê jî sekinî û got. "Tişta bi kurdbûyînê dihat bilêvkirin ser vê rastiyê dinixumand. Halbûkî çil sal berê nasnameya tevgera PDK'ê, pergala wê ya bîrdozî û dîroka wê hatibû dahurandin. Hatibû gotin ku 'Ger di pêşerojê de têkoşîna li Kurdistanê pêş bikeve, dewlet dê vê hêzê yanî PDK'ê li hemberî têkoşeran bi kar bîne.' Tişta niha diqewime ev e. Bêbextiya esas bîrdozî ye. Beranberiya vê ya polîtîk, li ser rêça AKP-MHP'ê diyarkirina nexşerêya xwe ye. Cerdevanên gundan çi bin, PDK jî ew e. PDK tenê li hemberî tevgera azadiyê şer nake, kî li ser navê Kurdistanê gavek rast avêtibe PDK'ê li hemberî wan şer kiriye. Li hemberî PDK'ya Îranê, li hemberî YNK'ê, li hemberî tevgera Dr. Şivan wan şer kiriye. Tenê li hemberî Seddam şer nekiriye. Lewma rastiya PDK'ê talûke ye. Gava wisa talûke be, hundirê wê jî ew qasî pûç dibe û vediguhere qalikekî vala. Malbata Barzanî bûye malbata Erdogan, bûye 'Mesûd Erdogan, PDK jî bûye AKP. Çarenûsa wan bi hev ve girêdayî ye. Gava AKP-MHP biçe dê çi bibe? Bi îhtimaleke mezin dê têkevin ber pêvajoyeke darizandinê ya mezin. Ger PDK li Başûr winda bike dê çi bibe? Ew jî dê bê darizandin. PDK, êdî li herêmê bûye hêzeke kontra ya artêşa tirk ku Tirkiye wê li Kurdistanê bi rêxistin dike û bi ser têkoşîna azadiyê ve dişîne."