Li Wanê 9 kes hatin girtin 2022-06-07 08:24:52   WAN - Li Wanê ji 17 kesên ku bi îdiaya “fînansekirina rêxistinê” hatibûn binçavkirin, 9 kes hatin girtin.    17 kesên di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Wanê daye destpêkirin di 3’yê Hezîranê de bi serdegirtina malan de bi îdiaya “fînansekirina rêxistinê” hatibûn binçavkirin, sewqî edliyeyê hatin kirin. Dozgeriyê piştî îfadeyan 8 kes bi daxwaza şertê kontrola edlî bên berdan û 9 kes jî bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Ceza ya Sûlhê ya Nobedar kirin.    8 kes bi şertê kontrola edlî hatin berdan, Behîce Abî, Omer Işik, Salîh Îpek, Harûn Okay, Yilmaz Berkî, Atîlla Kûmlî, Yakûp Aslan, Evîn Keskîn û Abdûlkerîm Bayit jî bi sûcdariya “fînansekirina rêxistinê” û “endamtiya rêxistinê” hatin girtin.