Wêneyê şandeya şopandinê piştî 9 salan kirin sedema girtinê 2022-06-07 12:04:11   WAN - Li Wanê 9 siyasetmedarên di sala 2013’an de di nav şandeya ku pêvajoya vekişînê dişopandin de cih girtin, bi hêceta wêneyên di vê pêvajoyê de kişandine hatin girtin.    Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Wanê dabû destpêkirin de di 3’yê Hezîranê de bi serdegirtina malan ji 17 kesan; Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Rêya Armûşê Behîce Abî, Rêveberê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Wanê Omer Işik, rêveberê HDP’ê Salîh Îpek, Harûn Okay, Hevşaredarê Tûşbayê Yilmaz Berkî ku ji ber bi KHK’yî bû mazbate nedanê, rêveberê HDP’ê yê berê Atîlla Kumlî, rêveberê MAZLÛM-DER’ê yê berê Yakûp Aslan, Evîn Keskîn û Abdûlkerîm Bayit bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin girtin.    YEKANE SÛC WÊNEYEK E   9 kesên di “pêvajoya çareseriyê” ya di sala 2013’an de di şandeya şopandinê de cih digirtin, pevajoya paşveçûnê ya HPG’yiyan a bi banga Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan şopandibûn. Ev yek ji girtina wan re kirin hincet. Yekane sûcê ku siyasetmedarên hatin girtin jê tên sûcdarkirin jî wêneyê bi HPG’yiyên ku dema vekişînê de li gund rast hatin re kişandine. Hate diyarkirin ku wêneyê qala wî tê kirin, ji ber ku koma ewil a ji Bakurê Kurdistanê derbasî Başûrê Kurdistanê bûye, li ser daxwaza bi dehan rojnamevanên ku şande dişopandin hatiye kişandin.    ‘JI BO KU ŞER ÇÊNEBE EM TÊKOŞIYAN’   Ji hemû siyasetmedarên ji aliyê Dadgeha Ceza ya Sûlh, dozgerî û miduriyeta polîsan ve hatin girtin, pirsên çima wêne kişandine, bi endamên rêxistinê re di nava têkiliyeke çawa de ne û ev şande bi fermana kê avakirine hatine pirsîn. Temamê siyasetmedaran di îfadeyên xwe de gotin ku wê demê bi teşwîqa desthilatê ev şande avakirine, şandeya şopandinê ji bo di navbera leşker û PKK’iyan de şer dernekeve têkoşiyaye û ji bo pêvajo neyê qûtkirin di nava hewldanan de bûn û diyar kirin ku wê demê leşkerên pispor jî piştgiriya şandeyê kirine, her cihê ku çûnê leşker ji wan re bûne alîkar û xebateke bi vî awayî ne sûc e.”   SEDEMÊ GIRTINÊ   Dadgehê tevî hemû daxuyaniyan jî derbarê 9 kesan de wiha got: “Wêneyên gumanbaran ên bi endamên rêxistinê re hatine kişandin hene, endamên rêxistinê yên di wêneyî de cih digirin bi çek in, ne pêkan e ku gumanbar di çarçoveya xebatên berdewama pêvajoya çareseriyê de bi awayekî tesadufî bi endamên rêxistinê re rast hatibin, berdana van kesan wê zirare bide rêveçûna edaletê ji ber vê yekê bi yekdengî biryar hate girtin ku gumanbar cuda cuda bên girtin.”