Pênûsa rojnameger Hafiz Akdemîr li erdê nema 2022-06-07 13:23:08   AMED - Di ser kuştina nûçegîhanê rojnameya Ozgur Gundemê Hafiz Akdemîr re 30 sal derbas bû. Xwarziyê Akdemîr rojnameger Veysî Polat, diyar kir ku şopdarên rojnamegerên kuştî kevneşopiya çapameniya azad didomînin û pênasa wan li erdê nahêlin.   Rojnameya Ozgur Gundemê, di 30 gulana 1992'yan de dest bi weşanê kir û di 14'ê nîsana 1994'an de bi biryara dadgehê hat girtin. Ji ber şerê li herêmê, cînayetên pêk hatine û valakirina gundan ji gel re ragihand ji aliyê rêxistinên mîna JÎTEM'ê ve hedef hat girtin. Rojnameya ku rexmî girtin, cezayên pere û girtina xebatkarên xwe jî bi qasî 2 salan weşana xwe domand, 30 jê nûçegîhan bi giştî 76 xebatkarên wê hatin kuştin. Yek ji van nûçegîhanan jî Hafiz Akdemîr (27) bû. Akdemîr, li rojnameya Yenî Ulkeyê ku heftane derdiket dest bi nûçegîhaniyê kiribû û piştî ku Yenî Ulke hatibû girtin li buroya Amedê ya rojnameya Ozgur Gundemê dest bi xebatê kiribû.    Akdemîr, çalakiyên nûçeyên greva birçîbûnê yên li avahiyê Partiya Kedê ya Gel (HEP), berxwedana karkerên TEKEL'ê, kesên îşkence li wan dihatin kirin û kesên gundên wan hatibûn şewitandin ji raya giştî re radigihand. Ji ber ku bi nûçeyên derbarê Hîzbûllah û kontrgerîllayê de bal kişand ser xwe hedef hat girtin. Rojek serê sibehê nîşeya "Wê pênûsa we bişikê, dora we ye" li ber derê rojnameyê hat anîn. Rojek piştî vê dema kontrola nasnameyê ev gef lê hat xwarin: "Li tiştên tu dinivisînî baldar be."     Di 8'ê hezîrana 1992'yan de dema ku diçû buroya rojnameyê li kuçeya ku îro navê wî lê hatiye kirin a li ser kolana Melîk Ahmedê êrişeke çekdarî lê hat kirin û hat kuştin.    FAÎL HAT BERDAN   Di lêpirsîna ku derbarê cînayeta Akdemîr de hat veirin de heta 8 salan tu pêşveçûn çênebû. Piştî 16 salan tetikkêşê Akdemîr endamê Hîzbullahê Cîhan Yildiz ê bi navê kod "Huseyîn" di sala 2008'an de li Avûstûryayê hat girtin û ew anîn Tirkiyeyê. Cînayeta Akdemîr jî di nav de Yildiz ji 11 cînayetan hat darizandin û ji ber 6 cînayet û 2 birîndarkirinan cezayê muebbetê lê hat birîn. Lê piştî biryara AYM'ê ya "binpêkirina darizandina adil" bi hikumxwarên Hizbullahê re piştî ku 9 salan girtî ma hat berdan. Tê gotin ku Yildiz jî mîna endamên din ên Hizbûllahê reviyaye qampên wê yên derveyî welat.    Xwarziyê Akdemîr rojnameger Veysî Polat ku dema Akdemîr hat kuştin kar û barên li ser piya yên buroya rojnameyê ya Amedê dikir qala xalê xwe Akdemîr kir    'EW BI KEFAN DGIERIYAN'   Veysî Polat, diyar kir ku Akdemîr ji aliyê herkesê ve mînat dihat girtin û wiha got: "Hafiz zêde li buroyê nedima. Çavkaniyên xwe yên nûçeyan ziyaret dikir û li pey nûçeyan bû. Li peyketina nûçeyan gelek hez dikir. Ji ber vê timik li kuçeyan e. Li gorî şertên demê nûçegîhanek baş bû. Salên 1990'î di hêla rojnamegeriyê de îşlikê ji agir bû. Wan ne îşlikê ji agir bi kefan digeriyan. Çima geriyan? Wê demê kesî cureet nedikir ku binivisîne. Dev ji nivîsandinê berde kesî cuereet nedikir ku biaxive. Lê wan li vê erdnîgariyê kesên zilm û îşkence li wan dihat kirin, malê wan dihatin şewitandin, ji kar dihatin avêtin û neheqî li wan dihat kirin dinivîsandin.    ROJA KU ÊRIŞ PÊK HAT   Polat, şahidiya xwe ya roja kuştina Akdemîr jî wiha vegot: "Ji ber ku her roj em diçûm kar saeta me ya sibehê diyar bû. Herî dereng em saet di 08.30'an de li kar bûn. Saet derdora 08.25'an de em ber bi cihê xwe yê kar ê li Taxa Îskender Paşa. Piştî ku em ji malê derketin 100 metre şunda em li kuçeya Palû li pêşiya firina Palû bûn. Li vê derê wesayîteke kaşkaşk diyar bû. Li serê kîsên arvan hebû. Ji ber ku kuçe teng bû ez derbasî aliyê çepê yê kuçeyê bûm. Dema derbasbûna wesayîtê destek gule lê hatin reşandin. Hafiz kujerê xwe nedît. Ji ber hêwa ruha min jî kir hewar û fîgan. Tenê aliyekî serçavê wî dît û destek gule jî li min reşand."   'MA ROJNAMEYEKE DIN TUNEYE?^'   Di berdewamê de Polat, bi lêv kir ku dema ku çûne nexweşxaneyê kesên li nexweşxaneyê jê pirsa ku Akdemîr li kuderê dixebite jê kirine û ev tişt anî ziman: "Min ji wan re got, 'li Ozgur Gundemê dixebite'. Li ser vê bersiva min li dijî min tund tevgeriyan û di nav wan de hin kesan jî pirsa ku ma tojnameyeke din tuneye? kirin. Dîsa wê demê polisan hatin min qereqolê û ji min re gotin, 'Hûn çima li wir dixebitin? Rojnameyeke din tuneye? Ev neyarê gel in'. Piştre dema ku vegeriyam nexweşxaneyê Hafiz jiyana xwe ji dest da. Piştî bûyerê rexmî ku şahid ez tenê bûm jî nehatim guhdarîkirin û pêvajoya dozê hat girtin. Kujer niha di nav me de ye.    'TIŞTEK NEGUHERIYE'   Polat, destnîşan kir ku piştî 30 salan hê jî zextên li ser rojnamegeran didomin û wiha pê de çû: "Tirkiye welatê ku herî zêde rojnameger lê girtî ne. Tetik tuneye lê ji wê demê jî ferqek tuneye. Bi qanûnên ku tên derxistin qad li rojnamegeran tê tengkirin. Herî dawî Hevseroka DFG'ê ji ber ku ji hevalên xwe yên rojnameger ên girtî re pere şandibû hat binçavkirin. Ji ber vê di 30 salî de zêde tiştek neguheriye. Şopdarên Hafiz Akdemîr kevneşopiya çapameniya azad didomînin. Di vê wateyê de pênûsa wan li erdê nemaye û wê nemîne jî. Pratîka heyî vê nîşan dide. Hevalên me li qadê ne û bedêla wê girtîgeh û şikandina makînê ya di serî de be jî neheqî û bêhiqûqiyê tînin ziman. Divê rojnameger azad bin."   MA / Mujdat Can