Tevî biryara binpêkirinê ya DMME’yê jî darizandin domandin 2022-06-07 13:52:18   AMED - Daxwaza rawestandina darizandina parlamentera HDP’ê ya berê Nûrsel Aydogan ku DMME’yê têkildarî rakirina destnedayîna wê biryara binpêkirinê dabû, hate redkirin.   Danişîna doza parlamentera HDP’ê ya berê ku di sala 2016’an de destnedayîna wê hatibû rakirin û hatibû girtin û bi sûcdariya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hate dîtin. Aydogan ku di 4’ê Mijdara 2016’an de dema parlamenterên HDP’ê hatin girtin, hatibû girtin û piştî demekî girtî mabû hatibû berdan. Aydogan a negirtî tê darizandin tev li danişînê nebû lê parêzerê wê Abdûlkadîr Guleç li danişînê amade bû.    Guleç, biryara binpêkirina mafan a DMME’yê ya têkildarî rakirina destnedayîna 39 parlamenterên HDP’ê bi bîr xist û da zanîn ku li gorî Qanûna Muhakemeyan a Cezayan şertên lêpirsînê ji holê hatine rakirin û xwest doza derbarê muwekîla wî de bê rawestandin.    Guleç, diyar kir ku bingeha doza ku bi biryara DMME’yê hatiye dîtin ji holê hatiye rakirin û her wiha xwest ku doz were betalkirin û biryara girtinê ya derbarê muwekîla wî de were rakirin.   Dozger, xwest ku daxwaza betalkirina dozê û rakirina biryara girtinê bê redkirin. Dadgehê jî her du daxwazên parêzer Guleç qebûl nekirin û danişîn taloqî 6’ê Kanûnê kir.