Fermana sûcên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji organîzasyona MÎT-DAIŞ’ê ne 2022-06-07 14:15:51   NAVENDA NÛÇEYAN - Endamên hucreyan ên ku ji bo kirina sûcên weke “suîqest, êrişên bombeyî, qaçaxçitî û sextekariyê” ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re hatine şandin, diyar kirin ku ferman û pereyê xwe ji organîzasyona MÎT-DAIŞ’ê wergirtine.    Derket holê ku hucreyên ji endamên OSO-DAIŞ-MÎT’ê hatine avakirin, bi mebesta suîqestên li dijî şexsiyetên payebilind, hedefgirtina sazî û binesaziya saziyên Rêveberiya Xweser, şandina pereyên sexte, qaçaxçitî û gelek sûcên din ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re hatine şandin. Ji bo van sûcan jî çavkanî û muhîmat ji herêmên Serêkaniyê û Girê Spî yên ku di bin dagirkeriya Tirkiye û hêzên paramîlîter ên girêdayî wê hatine veguhestin.    Fermanên ji navenda MÎT-DAIŞ'ê ya li herêmên dagirkirî têne dayin, ji aliyê kesên bi navên Ebû Omer û Emel Mûhammed Alî Îsa ve ji hucreyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re têne şandin. Hucreyên veşartî bi hejmarên Tirkiyeyê têkiliyê bi hev re datînin. Piştgiriya fînansî jî bi rêya şîrketên tirk tên kirin. Mikûrhatinan endamên DAIŞ-MÎT’ê ji hêla Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) ve hatin weşandin.    LI SER PÊŞNIYARA SÎXÛRÊ MÎT’Ê TEV LI BÛ   Yek ji van endaman Ahmed Abdulhamîd El Merdûd da zanîn ku ji Bûkemal a Sûriyeyê ye û wiha got: “Di sala 2017'an de tev li DAIŞ’ê bûm. Piştî perwerdeya leşkerî û şerî, min li mizgeftê dest bi kar kir. Piştre me koçî Baxozê, Bisera û herî dawî jî Reqayê kir. Endamê MÎT'ê Abdullah Ahmed El Cûma ku min ew li Bûkemalê nas kiribû, pêşniyar li min kir ku ji bo OSO’yê bixebitim. Ew bi xwe di nava hucreyekê de dixebite ku girêdayî MÎT û OSO’yê ye.   ‘FERMANA KUŞTINA FERMANDARAN DAN MIN’   Ji endaman Abdûllah Ahmed El Cûma jî ji Bûkemalê ye û wiha domand: “Mûhammed El Cûma ji min xwest ku bi hucreya bi navê Cîndûl Firat re bixebitim. Ji min xwest ku dîmenê noqteyên leşkerî û wesayîtên leşkerî bikişînim. Di berdêla vê de jî min re pere dişand. Ji min xwestin ku şervanên leşkerî û fermandaran bikujim. Fermana vê yekê jî ji aliyê Mûhammed El Cemî (Mûhammed El Rîxatî) ve hate dayin ku li Tirkiyeyê dimîne.”   ‘ALAVÊN TEQEMENIYÊ DIBIRIN REQAYÊ’   Her wiha endamê bi navê Hasan Alî Mûhammed jî da zanîn ku ji Eyn Îsayê ye û wiha li xwe mikûr hat: “Endama MÎT'ê ya bi navê Emel hate gel min. Me bi hev re mayinên ji Serêkaniyê û Girê Spî dihatin bi qaçaxî digihandin hucreyan. Mayinên ku Emel dianî min dibirin Reqayê. Min bi rêyên qaçax Emel dibir Reqayê. Emel li Reqayê diçû gel hevjînê xwe Serhan.”   PEREYÊN SEXTE, KUŞTIN Û TEQÎN   Nadîr Mûhammed Sarûh Halîl jî got ku kesê bi navê Emel ji wî xwest ku tev li komên dewleta tirk bibe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Çalakiya min a destpêkê ew bû ku li ser daxwaza Emel min 100 dolarên sexte li bazarê belav kirin. Çalakiya min a duyemîn jî mayinên Emel bû. Çalakiya sêyemîn jî kuştin bû. Emel ji min xwest ku alkolê bînim. Dema ku min alkol anî, kesek hebû. Min cara yekê ew dît. Ji bo jê re bibêjim ku em dereng mane dema çûm gel wan, min dît ku li gel hev dirêjkirî ne. Min got belkî têkiliyê bi hev re datînin. Lê piştre min dît ku Emel kêr li wî kesî xistiye. Piştre Ebû Omer li min geriya û got, berpirsyarê çalakiyê me û ez pîroz kirim. Di çalakiya çaremîn de jî ji min xwestin ku stasyona petrolê biteqînim. Di çalakiya pêncemîn de jî min mayinek û çekek şand xirbeyê li pişt xaniyê endamê MÎT'ê yê bi navê Salîh. Ji ber çalakiyên min kir, ji herêmên di destê Tirkiyeyê de ne pere û telefon ji min re şandin.”   ‘NAVENDA ME GIRÊ SPÎ Û SERÊKANIYÊ BÛ’   Kesê bi navê Serhan Îsa Avnî jî diyar kir ku hevjîna wî Emel Mûhammed Alî Îsa ew tev li karên hucreya MÎT-DAIŞ'ê kiriye û wiha pê de çû: “Me ferman ji Ebû Omer werdigirt. Emel di nava kîsekî reş de debanceyek ji min re anî û xwest bibim navnîşaneke li Reqayê. Di berdêla vê de jî 300 dolar dan min. Her wiha min gelek mayin û cebilxane bir û anî. Ji min xwestin ku kesekî nas dikim û pê bawerim tespît bikim. Min jî bang li xwarziyê xwe Ala Îbrahîm Hasanî kir. Min bang lê kir û qala tiştên têne xwestin jê re kir. Min jê re got ku di nava çend rojan de ez ê biçim Girê Spî. Paket bihata wê Ala werbigirta. Dema ku çûm Dêra Zorê li Ala geriyan û 3 mayin şandin. Hevjîna min Emel timî diçû herêmên di destê Tirkiyeyê de ne. Navenda li Girê Spî-Serêkaniyê em bi rê ve dibirin.”   ‘HEJMARÊN TELEFONÊ YÊN TIRKIYEYÊ BI KAR TÎNAN’    Ala Îbrahîm Hasanî jî daxuyand ku ji Reqayê ye û wiha li xwe mikur hat: “Di nava hucreyê de wezîfeya min veguhastina mayin û cebilxaneyan bû. Xalê min Serhan Îsa ez tev li hucreyê kir. Serhan Îsa endamê îstîxbarata tirk bû. Piştre jî bi kesekî bi navê Ebû Omer nas kir. Destpêkê jinek bi min re axivî û got, 'emaneta xalê te heye' û di nava çente de 3 mayin dan min û xwest bibim cihekî. Yê anî kesê bi navê Hasan Alî Mûhammed bû. Ebû Omer bi rêya hejmarên Tirkiyeyê li min digeriya û ferman dida. Min wêneyê mayinên dibir ji Ebû Omer re dişand.”