Baroya Îzmîrê giliya Serokkomar Erdogan kir 2022-06-07 14:45:59   ÎZMÎR - Parêzerên Baroya Îzmîrê, ji ber gotinên wî yên biheqaret ên derbarê çalakgerên Geziyê de giliya Serokkomar Tayyîp Erdogan kirin.   Baroya Îzmîrê, derbarê gotinên Serokkomar Tayyîp Erdogan ên biheqaret ku ji bo çalakgerên Geziyê kiribûn de li ber Edliyeya Îzmîrê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de dowîzên "Em alîgirên Geziyê ne hûn jî rêwî ne" hatin hilgirtin û dirûşmên "Gezî hevî ye, nayê darizandin" , "Her der Taksîm, her der berxwedan" , "Dê roj bê AKP hesab bide gel" hatin berzkirin. Gelek hiqûqnas û endamên Konseya Bajar a Îzmîrê tev li daxiyaniyê bûn.   GILIYA GOTINÊN ERDOGAN KIRIN   Di daxûyaniyê de Serokê Baroya Îzmîrê Ozkan Yucel axivî û ev tişt gotin: "Serokê partiyekê bi gotinên xwe yên nexweş êrişî nîvî welatiyên welat kir. Xwe wek xwediyê welat dihesibîne. Dibêje qey kes dengê xwe dernaxe. Lê em dibêjin parêzertî jixwe berxwedan e û heya dawiyê em ê li ber xwe bidin. Em gel in û tekoşîna gel temsîl dikin. Ew dibên qey ji ber meqamên xwe dikarin her tiştekê bibêjin. Tu meqam mafê heqareta li gel nade we. Bawer bikin ew ê biçin, em alîgirê Geziyê ne û rêwî ne. Em ê jî li dijî kesên xayîntiyê dikin barbaran tekoşîna xwe bidomînin."   Piştî daxuyaniya xwe parêzeran giliya Serokkomar Erdogan kirin.