Doza Kobanê: Qasî ku di medyayê de şopandiye gilîker e 2022-06-07 15:11:12   ENQERE - Polîsê gazinker Mûrat Ozenli ku di çalakiyên Kobanê de birîndar bû, tevî ku kesên ew birîndarkirine nedîtine jî gilî li siyasetmedarên HDP’î kir. Polîsî ji pirsa Gultan Kişanak a “Îfadeyên we derbarê me de dan helwesteke polîtîk e?” bersiva “Qasî ku min di medyayê de dîtiye, dizanim çi çiye” da.    Danişîna 13’emîn a Doza Kobanê ku 21 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedar jê tên darizandin, di roja 6’emîn de li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam dike. Endam û rêveberên HDP’a Enqereyê û gelek parêzer tev li danişîna doza ji aliyê 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve tê dîtin bûn   Siyasetmedarên ku li Girtîgeha Sîncanê tên ragirtin li eywana danişînê amade bûn, siyasetmedarên ku li girtîgehên cuda tên ragirtin jî bi rêya SEGBÎS’ê tev li danişînê bûn. Hin siyasetmedar jî hincet nîşandan û tev li danişînê nebûn.    POLÎSÊ GAZINKER GILÎ KIR   Danişîna piştî tespîta nasnameyan bi xwendina ewraqên li dosyayê hatin zêdekirin destpêkir, bi beyanên polîsê gazinker Mûrat Ozenlî berdewam kir. Serokê dadgehê navê siyasetmedarên girtî û negirtî tên darizandin xwendin û ji Ozenlî pirsa “Dozgeriyê diyar kir ku hûn di bûyerên 6-8’ê Cotmehê de birîndar bûne û weke gazinker nîşan dan. We çi jiya?”   Gazinker Ozenlî, diyar kir ku di dema şermezarkirinên li Wanê de ji lingê xwe birîndar bûye û da zanîn ku giliyê siyasetmedaran kiriye.    Pişt re aktîvîsta TJA’yê Ayla Akat Ata ji Ozenlî re ev pirs pirsî: “Hûn div ê dosyayê de em weke kesên ev bûyer pê dane kirin tên darizandin. We di îfadeya xwe de gotiye ku kesê hûn birîndar kirine we ne dîtî ye. We di îfadeya xwe ya ewil de jî gotiye ku hûn ji kesên bûyer dane kirin ne gilîker in. We bersûcên li vê derê li cihê bûyerê dîtin.”   ‘MIN KES NEDÎT LÊ EZ GILÎ DIKIM’   Gazinker Ozenlî, bi lêv kir ku kes nedîtî ye û wiha got: “Dîsa jî weke polîsekî em ji medyayê dişopînin. Banga Selahattîn Demîrtaş hebû Ez dizanim ku kê mirov daxistin kolanan. Ji ber vê yekê ez giliyê siyasetmedaran bikim.” Dû re Nazmî Gur pirsa “Hûn min nas dikin? Ez li cihê bûyerê bûm?” ji Ozenlî pirsî, Ozenlî bersiva “Nayê bîra min. Ez we nas nakim” da. Balkêş e ku tevî vê bersivê jî got gilîker e.    ÇI ÇIYE QASÎ KU ‘DI MEDYAYÊ DE DÎTIYE’ DIZANE!   Akat, pişt re pirsa ‘bûyerên 6-8’ê Cotmehê yên navçeya Ebexa Wanê ji bûyerên din cudatir bû?” kir. Gazinker Ozenlî jî bersiva “Belê ji bûyerên beriya niha cudatir rû dan” da. Akat jî li ser vê bersivê ji Ozenlî re wiha got: “We got bûyerên 6-8’ê Cotmehê ji bûyerên derbasbûyî re cudatir pêk hatin. Spasiya we dikim.” Dû re Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gulten Kişanak ku qeyûm tayînî şûna wê hat kirin jî pirsa “Îfadeyên we derbarê me de dane helwesteke polîtîk e?”kir, Ozenlî jî ev bersiv da: “Qasî ku min di medyayê de dîtiye dizanim çi çi ye?”   PIRSA ‘TE ÇIMA ÎFADEYA XWE GUHERT’ DA SEKINANDIN   Kişanak, her wiha pirsa “Hûn di îfadeya xwe ya beriya niha de giliyê me nekiribûn çima niha gilî dikin?” kir. Balkêş e ku gazînker Ozenlî yê beriya niha demildest bersiv dida pirsan, piştî vê pirsa hatiye kirin sekini. Li ser vê yekê dozger îtîrazî pirsê kir. Li ser vê yekê bi biryara dadgehê pirs hate redkirin.    Herî dawî Kişanak pirsa “Ji ber nêrîna me ya siyasî ji hev cuda ye, bandor li gilîkirina we kir?” kir. Dozgeriyê ji nû ve îtîrazî vê pirsê kir.    Dû re parêzer Mahsûnî Karaman jî mafê axaftinê girt û hin pirs ji Ozenlî kirin lê dozgeriyê îtîrazî pirsa Karaman jî kir. Pişt re Ayla Akat Ata axivî û têkildarî beyanên gazinker de nirxandin kirin. Dadgehê piştî nirxandina Ata, navber da danişînê.