Nobeta Edaletê ya Îzmîrê: Destê xwe bidin ser wijdanê xwe 2022-06-07 16:48:15   ÎZMÎR - Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatiye şewitandin dane destpêkirin di roja 70'yî de berdewam dike û malbatan li dijî zextên li girtîgehan banga hestiyariyê kir.    Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatiye şewitandin dane destpêkirin di roja 70'yî de li Baroya Îzmîrê berdewam dike. Malbat li pêşiya baroyê hatin gelhev û berdilkên li ser wan nivîsa "Ji girtiyên nexweş re azadî" nivîsandî li xwe kirin. Xizma girtî Hanim Sever, li vir axivî û ev tişt got: "Girtî li girtîgehên Afyon û Kiriklarê ketine greva birçîbûnê. Girtî di bin zextan de ne. Rexmî ku înfazên zarokên me temam bûne jî neyên berdan. Zarokên me nexweş dikevin û nayên tedawîkirin. Her carê astengiyan derdixin. Xwarin nadin girtiyan û bi awayekî tendurist najîn"   Di berdewamê de Sever, bang kir ku herkes li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan deng derbie û wiha axivî: "Ji girtîgehan gelek cenaze derketin. Çalakiyên greva birçîbûnê dest pê kirine. Heke ev zext bidomin wê derketina cenazeyê wan a ji girtîgehan bidome. Kujer, mafya û tecawizkar li derve ji xwe re digerin. Ê zarokên me tedawiya wan jî nakin. Bila Wezîrê Edaletê û Serokkoar destê xwe deynin ser wijdanê xwe û ji van tiştên pêk tên re bibêjin bes e. Em dayik heta ku bimirin jî li her derê pişta zarokên xwe bin."