Li Amedê herî kêm 16 rojnameger hatin binçavkirin 2022-06-08 06:56:03 NAVENDA NÛÇEYAN - Polîsan li Amedê Hevserokê DFG’ê Serdar Altan û Midura JINNEWS'ê Safiye Alagaş jî di nav de bi ser malên gelek rojnamevanan de girtin û herî kêm 16 rojnamegeran binçav kirin.      Li Amedê, polîsan bi ser malên gelek rojnamevanan de girtin û lêgerînên pêk anîn. Di serdegirtinan de polisan Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê Serdar Altan, Midûra JINNEWS'ê Safiye Alagaş, edîtora JINNEWS'ê Gulşen Koçûk, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Orûç û rojnameger Omer Çelîk, Sûat Dogûhan, Ramazan Gecîken, Neşe Toprak, Îbrahîm Koyûncû, Esmer Tûnç, Mehmet Şahîn, Zeynel Abîdîn Bûlût, Mazlûm Dogan Guler, Elîf  Ungur, Remziye Temel, Mehmet Yalçin binçav kirin.  Dema serdegirtinan polisan telefon û hin amûrên dîjîtal desteser kirine.        POLISAN BI SER BUROYA JINNEWS'Ê DE JÎ GIRTIN   Bi serdegirtina malên rojnamegeran re polisan bi ser buroya JINNEWS'ê ya Amedê ya li navçeya Yenîşehîrê de jî girt. Di serdegirtinê de polisan qumpîtûr û harddîskan û hin pirtûk û kovaran desteser kirin.     Tê diyarkirin ku dibe hejmara binçavkiriyan zêde bibe.