Qeyûmê Şaredariya Mezin a Amedê qada avahiyan kiriye qada bazirganiyê 2022-06-08 09:01:19 AMED - Hat hînbûn ku qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Munîr Karaloglû ku ji peywirê hat girtin, "Qada Avahiyan" a li Peyasê jî kiriye qada bazirganiyê.    Hat hînbûn ku qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Waliyê Amedê Munîr Karaloglû ku bi îmzeya Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan ji peywirê hatibû girtin, berî biçe "Qada Avahiyan" a li Taxa Kayapinarê ya navçeya Peyasê ya Amedê kiriye "Qada Bazirganiyê." Qeyûm Karaloglû parsela 55 hezar û 145 metrekare, ji ber Bûlwara Mahabadê (rêya 75'an) û Kolana Mezopotamyayê ya di ber vê parselê re derbas dibin, wekî qada bazirganiyê qebûl kiriye. Bi vê biryarê hatiye îdiakirin ku dê barê qadên bazirganiyê yên li navenda bajêr sivik bibe.    Her wiha li vê qada ku wekî qada bazirganiyê hatiye îlankirin hejmara qatan jî nehatiye diyarkirin û bi vê re rê li ber avabûniyeke tîkane hatiye vekirin. Hat hînbûn ku bi vê biryarê re fiyetê erd û avahiyên li derdorê jî biha bûne.    MA / Mujdat Can