Malbatên girtiyan: Em ê giliyê îşkenceyê bikin 2022-06-08 09:02:57 MÊRSÎN - Malbatan diyar kir ku dê li ber îşkenceya ku beriya danişînê li girtiyên di Girtîgeha Îskenderûnê ya Tîpa T'yê de hatiye kirin bêdeng nemînin û gilî bikin.  Li Girtîgeha Îskenderûnê ya Tîpa T'yê di 13'ê Mijdara 2015'an de bi hinceta kamerayên li qawîşan hatine bicihkirin şikandine gardiyanan êriş biribû ser girtiyan. Ji ber vê îdiayê der barê 22 girtiyan de lêpirsîna edlî hatibû destpêkirin û der barê gardiyanên ku li girtiyan xistibûn jî tu lêpirsîn nehatibû destpêkirin. Piştî lêpirsînê Serdozgeriya Komarê ya Îskenderûnê jî derbarê girtiyan de bi îdiaya "seîrhildana girtî û hikumxwaran" û "zirara li malê cemaweriyê" îdianame amade kiribû. Dadgeha Ceza ya Asliye ya 2'yan a Îskenderûnê jî îdianame qebûl kiribû. Danişîna 3'yan a dozê di 6'ê Hezîranê de hatibû lidarxistin.  Emrûllah Abay, Mehmet Şafak Elçîçek, Suleyman Benzer û Îsmaîl Gennç ku di girtîgehên cuda de ne, di 5'ê Hezîranê de beriya danişînê anîne Girtîgeha Îskenderûn a Tîpa T'yê. Li têketina girtîgehê lêgerîna tazî li her 4 girtiyan hatiye ferzkirin. Girtiyan jî qebûl nekiriye. Piştî qebûl nekirine gardiyanan li wan xistiye. Piştî vê girtî birine revîra îdareyê û revîrê rapora li gor daxwazê gardiyanan daye girtiyan. Girtiyên ku bi kincên xwe yên bi xwîn tevli danişînê bûne û li bara dadgehê giliyê gardiyanan kirine, lê dadgehê giliyê wan red kiriye û biryar daye ku zabitnameya danişînê ji Serdozgeriya Komarê ya Îskenderûnê re bê şandin.    'LA HIQÛQ, KA EDALET'   Malbatan bertek nîşanî van pêkanînan dan. Malbatan diyar kir ku li ser canê girtiyan dewsa lêdanê hebûye û ya hatiye kirin dijminatiye û dê bêdeng nemînin.    Gulten Benzer, jinbira girtî Suleyman Benzer ê ji Girtîgeha Bolû ya Tîpa F'yê ew ji bo danişînê anîne Girtîgeha Îskenderûnê ya Tîpa T'yê û li vir hatiye îşkencekirin, anî ziman ku roja duşemê çûne tevli dnaişînê bûne û di danişînê de kincên bixwîn ên li ser girtiyan dîtine û girtiyan jî di parastina xwe de behsa îşkenceyê kirine. Benzer diyar kir ku girtiyan rapor li gor daxwazên gardiyanan hatiye amadekirin qebûl nekirine û dê bi rêya parêzerên xwe dozê vekin. Benzer got: "Em van nêzîkatiyên dijminatiyê qebûl nakin. Girtî ji ber ku lêgerîna tazî qebûl nekirine hatine îşkencekirin. Em li dijî van pêkanînên binpêkirina rûmetê ne. Ka hiqûq, ka edalet? Her roj dibêjin biratî. Ma ev e biratî?"   ‘EM Ê GILÎ BIKIN'   Halîde Abay diyar kir ku kurê wê Emrûllah Abay 11 sal in girtiye û di sala 2015'an de li Girtîgeha Îskenderûnê ya Tîpa T'yê hatiye îşkencekirin û paşê sewqî Girtîgeha Gîresûn a Tîpa L'yê hatiye kirin û gava ji bo danişînê ew anîne Girtîgeha Îskenderûnê hatiye îşkencekirin. Abay wiha got: "Ez jî ji bo kurê xwe bibînim tevli danişînê bûm. Min xwest kurê xwe hemêz bikim, lê nehiştin. Di 5'ê Hezîranê de kurê min û hevalên wî îşkence kiribûn. Li ser canê wan hê jî dewsa îşkenceyê hebû. Li dadgehê giliyê gardiyanan kirin. Lê dadgehê giliya wan qebûl nekir, got divê li cihekî din bikin. Jixw erapora dane wan jî li gor daxwaza gardiyanan hatiye çêkirin."    Abay, diyar kir ku dê gilî bikin û qethiyen dê tiştekî wiha qebûl nekin.    Garîp Çîçek, birayê girtî Şafak Çîçek jî diyar kir ku piştî tevli danişînê bûne bi tiştên hatine serê birayê wî hesiyane û îşkenceya li birayê wî hatiye kirin wekî "sûcê li hemberî mirovahiyê" pênase kir. Elçîçek diyar kir ku dê van neheqiyan qebûl nekin û gilî bikin.    BEHSA TIŞTÊN HATINE SERA KIR   Faîka Demîrbaş, dêya girtî Ferhat Demîrbaş jî diyar kir ku li Girtîgeha Îskenderûn a Tîpa T'yê hevdîtina vekirî kirine û di hevdîtinê de dewsa şopên îşkenceyê li ser laşê kurê wê hebûne. Dayik Demîrbaş anî ziman ku kurê wê gotiye: "Roja yekşemê min ji Girtîgeha Îskenderûn a Tîpa M'yê anîn Girtîgeha Îskenderûn a Tîpa T'yê. Li her du girtîgehan jî belesebeb li min xistin. Îşkence li min kirin. Dest û pêyên min girêdan, heqaret li min kirin, çêr gotin. Tu serlêdan û giliya min esas nehat girtin."    Faîka Demîrbaş got: "Fikarên wan hene. Îdareya Girtîgeha Îskenderûnê rasterast qesda canê wan kiriye. Tu qanûnan nas nake. Ger tiştek bê serê kurê min û hevalên wî berpirs rayedarên Girtîgeha Îskenderûnê û daraza pê ve girêdayî ne."