Segvan Yaman ê jiyana wî mişt têkoşîn û berxwedan 2022-06-08 09:08:12   ŞIRNEX - Girtî Segvan Yaman, di sala 2016’an de li Girtîgeha Tîpa L ya Rîzeyê bi îdiaya “întîhar” kiriye jiyana we ji dest dabû. Dayika wî Bîjan Paksoy destnîşan kir ku kurê wê her tim bi îşkenceyê re rû bi rû maye, lê li dijî hemû zext û zoriyan jî dest ji berxwedan û têkoşînê bernedaye.    Bi girankirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re zext û zoriyên li girtîgehan jî zêde dibin. Ji destpêka sala 2022'yan heya niha 18 girtî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane. Herî dawî li Girtîgeha Qubînê ya Êlihê ya Tîpa T'yê girtî Siddik Ûgûr (29) jiyana xwe ji dest dabû. Ji van girtiyên jiyana xwe ji dest dane yek jê jî Segvan Yaman ê 42 salbû. Segvan li Girtîgeha Rîzeyê ya Tîpa L'yê bi îdiaya ku “întîhar” kiriye jiyana we ji dest dabû.   Malbata Segvanê ku di sala 1974'an de hatiye dinê di salên 70’ê, 80’ê û 90’î de her tim bi zext û zilma dewletê re rû bi rû maye. Segvanê ku bavê 3 zarokan bû, ji zarokatiya xwe ve girêdayî dozê bûye û ji zarokatî û ciwantiya xwe ve her tim tevlî kar û xebatên partiyê bûye. Li gel hemû zext û astengiyan jî bi salan di nava têkoşîna azadiyê de cih girtiye. Di salên 90'î de ji ber nasnameya xwe ya siyasî gelek caran ji hêla dewletê ve bi îşkenceyê re rû bi rû maye û û ji ber îşkenceyê nexweş ketiye.   Herî dawî di Çileya 2016’an de di serdagirtina malê de hatiye binçavkirin û pişt re jî bi îdiaya “endamê rêxistinê" hatiye girtin. Segvan dema ku hatiye girtin ewilî ew şandine Girtîgeha Şirnexê ya Tîpa T'yê û paşê jî ew sirgûnî Girtîgeha Rîzeyê ya Tîpa E'yê kirine. Di dema hewldana darbeyê ya 15’ê Tirmeha 2016’an de di Girtîgeha Rîzeyê de bi awayekî bi gûman jiyana xwe ji dest daye. Midûrê girtîgehê wê demê li malbata Segvan geriyaye û îdia kiriye ku Segvan “întixar” kiriye.   Bîjan Paksoy, dayika Segvan û hevjîna wî Lale Yaman derbarê wî de axivîn.   ZILMA DEWLETÊ   Dayika Bîjan Paksoy anî ziman ku berê dewletê bi ser malên wan de digirt, zilmê li wan dikir û dihatin binçavkirn. Paksoy destnîşan kir ku di dema serdegirtina malê de lêgerîn dihat kirin û hemû tişt belawela dihatin belabelayî dikirin. Paksoy bi lêv kir ku wê û malbata wê jî nesîb ji vê zilmê girtine û got, ji malbata wê kesên ku zilm û îşkence dîtine yek jî jê kurê wê Segvan e û her car bi îşkenceyê re rû bi rû maye.   Dayik Paksoy bi lêv kir ku kurê wê Segvan ji zarokatiya xwe ve girêdayî dozê û rêxistinê bûye û wiha behsa kurê xwe kir: “Ji ber vê yekê ji zarokatiya xwe ve hemû zarokên taxê kom dikir û wan bi rêxistin dikir. Tu carî astengî nas nedikirin. Ji bo ku hevalên xwe bi rêxistin bike çi ji destên wî bihata dikir. Hemû kes jî baş dizane ku kurê min ji zarotiya xwe ve ji bo vê dozê dixebitî. Her tim li ser mijarên siyasî nirxandin dikir û diaxivî. Ew qas zilm û zext li ser dihat kirin jî tu carî paş de gav nediavêt. Ji zarokatiya xwe heta jiyana xwe ji dest da girêdayî vê dozê û partiyê bû. Me jê re her tim digot tu tiştekî nekî jî dê hikûmet tiştekî bîne serê te. Lê tu carî neditirsiya. Zarokek wêrek bû. Tevlî hemû xebatên partiyê dibû. Tu carî ji xebatan paşve nedima. Zewicandîbû, zarokê wî jî hebûn, lê her tim û her roj di nav xebatên partiyê de bû. Ji ber ew qas rûken bû ji aliyê civakê ve gelek dihat hezkirin.”   BI TENA SERÊ XWE DEHAP'Ê VEKIRIYE   Paksoy anî ziman ku kurê wê li dijî dibistanên pergala dewletê bûye û ji ber vê yekê qet neçûye dibistanê û wiha domand: “Li gel xwendina wî tune bû jî li Qilebanê bi tevî hevalên xwe di 2003’an de partiya DEHAP’ê vekir. Li gel xwendina wî tune bû jî li Qilebanê xebatên partiyê dikir. Pişt re hikûmetê bi ser malê de girt û kurê min kir binçavan. Jê re gotin ‘te çima partî vekiriye.’ Pişt re kurê min hat girtin û li Amedê 3 mehan girtî ma. Dema ez diçûm hevdîtina wî ji min re digot ‘tu yê bi tirkî neaxivî, bi kurdî biaxivî.’ Di girtîgehên wek Mîdyat, Tokat û Şirnexê de jî hat girtin. Di jiyana xwe de tu carî xweşî nedît. Her tim dihat binçavkirin û girtin. Kurê min gelek caran hat binçavkirin, lê tu rojekî jî dev ji xebatên xwe berneda. Dema ku ji girtîgehê derdiket dîsa xebatên xwe didomand. Karê xwe yê nîvco mayî didomand. Jiyana wî tim di nav têkoşîn û berxwedanê de derbas bû. Kurê min dema hat girtin jî dev jê bernedida. Di girtîgehê de jî tim dixwend. Jiyana wî tim di bin îşkenceyê de derbas bû.”   CERDEVANTÎ QBEÛL NEKIRIYE   Dayik Paksoy diyar kir ku kurê wê beriya ku jiyana xwe ji dest bide 7 caran hatiye girtin û axivî: “Dema di girtîgeha Şirnexê de bû îşkenceyek mezin lê hatibû kirin. Piştî çend mehan hat berdan. Rojekê leşker hatin gotin bila vê çeka cerdevantiyê wergire. Kurê min girtina çekê qebûl nekir û çeka wan şikand. Ji ber çek bilind nekir kurê min hat girtin û wî şandin girtîgeha Amedê û 3 mehan li wir ma. Kurê min heta ku jiyana xwe ji dest da îşkenceyek mezin lê hat kirin.”   Paksoy di dawiya axaftina xwe de got kurê wê di  2016’an de bi destên dewletê hatiye qetilkirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Wê demê li me geriyan û gotin ‘kurê we dawî li jiyana xwe aniye.’ Lê me bawer nedikir. Ji ber ku kurê min ne kesek wisa bû ku dawî li jiyana xwe bîne. Tu carî tawîz nedida. Ji ber vê yekê kurê min di girtîgehê de kuştin. Kesekî ku di bin parastina dewletê de be çawa xwe bikuje. Em bawer nakin ku kurê min xwe kuştibe. Ger ku xwe bikuşta dê xwe di îşkenceya Amed û Şirnexê de bikuşta. Jixwe dema me cenazeyê wî anî jî li ser bedena wî şopa îşkenceyê hebû. Dewlet derewa dike û em ji wan bawer nakin. Piştî ku em çûn me cenazeyê xwe anî jî tabût nedan me û destûrê nedan em cenazeyê xwe bişon. Dema ku kurê min ê dinê çû cenazeyê birayê xwe werbigire jî leşkeran jê re got ‘bi kurdî neaxive em ê te jî bikujin.’ Pişt re me cenazê wî anî vir, ew şûşt û defin kir. Ev qas dem derbas bû jî mirina wî nehat ronîkirin. Kurê min piştî ku hat qetilkirin jî edalet pêk nehat."    ‘EW WEK TERORÎST ÎLAN KIRIN'   Lale Segvan hevjîna Segvan jî bi lêv kir ku ew hîn jî bawer nake ku hevjînê wê di girtîgehê de xwe kuştibe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dewsa xeniqandinê tune bû lis er bedena wî. Girtîgeha Rîzeyê sê caran îfadeya xwe guherand. Cara yekem gotin ‘serê xwe kiriye navbera hesinên qawişê.’ Cara duyem gotin ‘bi gomlek xwe xeniqandiye.’ Cara sêyem jî gotin ‘bi şerît xwe xeniqandiye.’ Wan hevjînê min kuşt. Hevjînê min berî jiyana xwe ji dest bide bi hefteyekê ji bo name ji hevalên xwe re bişîne navnîşana wan ji min xwest. Di girtîgehê de jî bû, lê gelek kêfxweş bû. Dema ku me cenazeyê wî anî jî polîsan digot ew ‘terorîst e.’ Li ser bedena wî şopa derziyê hebû.”   BANGAWAZÎ   Paksoy bal kişand ser girtiyên ku di girtîgehan de bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest didin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Gelek girtî heta îro jiyana xwe ji dest dan û ji hemûyan re jî gotin întîxar kirine. Ji girtîgehan heta niha gelek cenaze derketin û hemû jî bi guman in. Ji bo hevjînê min jî gotin întîxar kiriye. Lê em bawer nakin ku girtiyên îro jiyana xwe ji dest didin întîxar kiribin. Her carê bi kêfî ceza didan hevjînê min û di dawiyê de ew kuştin. Hem me digirin û hem jî me dikujin. Bila hemû kes xwedî li girtiyan derbikeve.”