Dê bi hezaran kes careke din ji bo azadiya Ocalan ber bi Gemlîkê ve bimeşin 2022-06-08 09:10:44   STENBOL - Bi hezaran kes ji bo balê bikişînin ser tecrîda li ser Ocalan û azadiya wî ya fîzîkî amadekariyên Meşa Gemlîkê dikin. Girseya ku dê tevli Meşa Gemlîkê ya Mezin a 5'an bibe dê bi dirûşmeya "Li dijî siyaseta tecrîda parastina azadiyê" bimeşin.    Zêdetirî salek e tu xeber ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nayê girtin. Parêzerên wî herî dawî di 7'ê Tebaxa 2019'an de hevdîtin pê re kiribûn û birayê wî Mehmet ocalan jî di 25'ê Adara 2021'ê de bi telefonê pê re axivîbû. Ji wê çaxê heya niha xeber ji Ocalan nayê girtin û serlêdanên ji bo hevdîtinê jî an tên redkirin an jî nayên bersivandin.    Ji ber vê yekê fikarên gelê kurd zêde bûne. Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Federasyona Komeleyên Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran a MED (MED TÛHAD-FED) dê di 12'ê hezîranê de li dijî tecrîda ber bi Gemlîkê ve "Meşa Mezin" li dar bixe.    Meşa Gemlîk ku ya ewil di sala 2005'an de hatibû lidarxistin, dê ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan û azadiya wî ya fîzîkî bê lidarxistin.    MEŞA EWIL A GEMLÎKÊ   Di Îlona 2005'an de bi pêşengiya Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TÛHAD-FED) re li dijî şert û mercên Ocalan tê de ne "Meşa Gemlîkê" hat lidarxistin. Dihat payin ku 20 hezar kes tevli vê meşê bibin.    BI FERÎBOTÊ TEVLI MEŞÊ BÛN   Bi hezaran kesên ji Amed, Wan, Mêrdîn, Êlih, Sêrt, Mereş, Riha, Dêrsim, Agirî, Mûş, Dîlok, Semsûr, Qers, Îdir, Erdexan,  Edene, Mêrsîn, Antalya, Enqere, Bûrsa, Eskîşehîr, Hatay, Stenbolê û bajarên din bi rê ketin bi astengiyan re rû bi rû man. Li hin cihan wesayît hatin sekinandin û li hin cihan jî astengî hatin şermezarkirin. Nêzî 100 kesên xwestin ji Gebzeyê ber bi Gemlîkê ve biçin bi ferîbotê tevli meşê bûn.    6 HEZAR KES TEVLI MEŞÊ BÛN   Lê tevî hemû astengî û zextan jî nêzî 6 hezar kes tevli meşa Gemlîkê bûn. Girseya tevli meşê bû li navçeya Înegol a Bûrsayê ji aliyê polîs û eskeran ve hat sekinandin. Girseyê li vira çalakiya rûniştinê li dar xist û daxuyand ku peyama xwe ragihandiye û gihaştiye armanca xwe û bi vî awayî çalakiya xwe bi dawî kir.    ÊRÎŞ   Girse di vegerê de li navçeya Bozuyuk a Bîlecîjê bi êrişeke nijadperest re rû bi rû ma. Di vê êrişa nijadperest a organîzekirî de gelek kes bi keviran birîndar bûn. Ev êriş li gelek deveran bi daxuyaniyan û meşan hat şermezarkirin.    5 HEZAR KES LI AMEDÊ LI HEV KOM BÛN   Piştî vê êrişê di serî de li bajarên kurdan û li gelek deverên din gel daket kuçeyan. Meşvanên Gemlîkê li Amedê ji aliyê 5 hezar kesî ve hat pêşwazîkirin. Girseyê di pêşwaziyê de dirûşmeya "Bijî Serok Apo" berz kir.    ‘AZADÎ JI BO OCALAN'   Di sala 2011'an de di salvegera komloya navdewletî ya li hemberî Ocalan de di 9'ê Cotmehê de Meşa Gemlîkê ya Duyemîn hat lidarxistin. Meş bi pêşengiya TÛHAD-FED'ê bi dirûşmeya "Azadî ji bo Ocalan" hat lidarxistin. Dihat payin 100 hezar kes tevli meşê bibe. Ji 5 milan ve bi sedan otobês û wesayîtên zirxî bi hezaran kes tevli meşê bûn.   JI 40 BAJARÎ TEVLI MEŞÊ BÛN   Walitıya Bûrsayê beriya meşê li Bûrsayê heya 3 rojan lidarxistina çalakiyan qedexe kir. Lê dîsa jî bi giştî ji 40 bajarî bi sedan wesayît ber bi Gemlîkê ve bi rê ketin. Di guzergahên meşê de wesayîtên çalakgeran hatin sekinandin. Astengkirina Meşa Gemlîkê ya Duyemîn li gelek bajaran hat şermezarkirin. Çalakgeran di protestoyan de çelengên reş danîn ber avahiyên AKP'ê û daxuyanî dan û meş li darxistin.    ‘SEDHEZAR DIÇIN CEM MIROVÊ AZAD'   Di 1'ê Tebaxa 2015'an de bi pêşengiya TÛHAD-FED'ê bi dirûşmeya "Em bi sedhezaran re ji bo azadiya Serok dimeşin" ji Amedê ber bi Gemlîkê ve meş hat lidarxistin. Çalakger bi pêşmalkên li ser "Sedhezar diçin cem mirovê azad" û "Azadî ji bo Ocalan" nivîsandîû bi wêneyên Ocalan li ber avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê li hev kom bûn. Polîsan li vir mudaxileyî girseyê kir.    ‘JI KOMPLOYÊ RE NA, JI OCALAN RE AZADÎ'   Bi bangawaziya Platforma Azadî Ji Bo Ocalan di 15'ê Sibata 2016'an de bi dirûşmeya "Ji komployê re na, ji Ocalan re azadî" ji Bûrsayê ber bi Gemlîkê ve meş hat lidarxistin. Rêxistinên civaka sivîl û HDK û HDP jî piştgiriya meşê kirin. Girse li ber Nûnertiya HDP'ê ya Osmangaziyê li hev kom bû û bi pankarta li ser "Muxatabê aştiyê Ocalan e. Dawî li tecrîdê bînin. Azadî ji bo Ocalan" nivîsandî dest bi meşê kir. Polîsan mudaxileyî kir.    ‘LI DIJÎ TECRÎDÊ AZADÎ'   Dê piştî 6 salan cardin ji bo Ocalan ku bi awayekî girankirî tê tecrîdkirin û xeber jê nayê girtin, "Meşa Mezin" a Gemlîkê di 12'ê Hezîranê de bê lidarxistin. HDK, KCD, TJA, HDP, DBP û MED TÛHAD-FED bi dirûşmeya "Em li dijî siyaseta tecrîdê ji bo parastina azadiyê dimeşin" ji 3 milan ve bimeşin. Armanca sereke ya meşê azadiya fîzîkî ya Ocalan û tecrîda li ser wî ye.    MA / Dîren Yûrtsever