Muftuoglu: Binçavkirina rojnamevanan berevajîkirina heqîqetê ye 2022-06-08 12:03:28   AMED - Rojnamevan Dîcle Muftuoglu ya ku 4 rojan di binçavan de ma û hat berdan diyar kir ku îro rojnamevanên hatine binçavkirin bi armanca berevajîkirina heqîqetê pêk hatiye.    Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û ji edîtorên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîcle Muftuoglu di 3’yê hezîranê de dema xwest biçe Midûriyeta Polîsan a Amedê îfade bide, hatibû binçavkirin. Muftuoglu bi hêceta pere ji hevpîşeyên xwe yên li Girtîgeha Wanê girtî ne re şandiye bi îdiaya “Fînansê temînî rêxistinê kiriye” hatibû binçavkirin û piştî 4 rojan bi şertê kontrola edlî hatibû berdan.    Muftuoglu pêvajoya binçavkirina xwe û geşedanên pişt re qewimîn nirxand û got: “Binçavkirina min dij hiqûqû û îşkence ye.”      ZEXTA DERÛNΠ   Muftuoglu diyar kir ku çar rojan di nezarete de zexta derûnî lê sepandine û wiha got: “Dixwazin bi vê yekê me ‘terbiye’ bikin. Ez dixwazim destnîşan bikim ku çar roj ragirtina rojnamevanek ango mirovek di binçavan de ji azadiya wê/wî bêpar hiştin bêhiqûqiya herî mezin e.”    ‘ÇÎROKEK PÊKENOK E’    Muftuoglu anî ziman ku wê bi rêya SEGBÎS’ê îfade daye û tenê şandina pereyê ji bo hevpîşeyê wê rojnamevan Nedîm Turfent û Ziya Ataman jê pirsîne û wiha axivî: “Di rewşek normal de ev yek çîrokek pêkenok e. Ev tablo asta ku hiqûqa Tirkiyeyê gihîştiyê nîşan dide. Her wiha dixwazin têkiliya rojnamevanan ji hev qût bikin. Dixwazin di şexsê Nedîm û Ziya de bendek hişk deynînin pêşiya girtiyan. Dibêjin ‘me bi girtina bi wan nikaribû, vê carê em li dijî kesên ku piştevaniya wan dikin şer bikin’. Ez vê operasyonê wisa şîrove dikim. Lê ez eşkere dibêjin tiştek wiha di hiqûqê de nîne. Ev tişta ku derdixin pêşiya me tu eleqeya wê bi hiqûqê re nîne. Tawanbariya li ser min ne karê aqil e.”    ‘EM Ê ASTENGIYAN RAKIN’    Muftuoglu da zanîn ku di salên dawî de zextên li ser rojnamevanan zêde bûne, ew wek DFG’ê têkildarî van zextan xebatan dikin û wiha pêde çû: “Em piştevaniya ji bo rojnamevanan diafirînin. Dixwazin bi van operasyonan bikevin pêşiya piştevaniya rojnamevanan. Em ê vê qebûl nekin. Niha ji 60 rojnamevanî zêdetir di zindanan de ne. Em ê her piştevaniya hevpîşeyên xwe bikin. Ew her çiqas bixwazin bi van cureyên operasyonan, binçavkirinan me tepisînin û bêzar bikin. Lê em ê vê piştevaniyê mezintir bikin û em ê hewl bidin astengiya li pêşiya azadiya derbirînî rakin.”   CAREK DIN ROJNAMEVAN BÛN ARMANCA ZEXTAN    Muftuoglu bal kişand ser binçavkirina rojnamevanan a îro li Amedê pêk hat û wiha got: “Îro serê sibehê li dijî çapemeniya kurd operasyonek pêk hat. Carek din xebatkarên medya kurdî ango çapemeniya azad bûn armanca binçavkirinê. Herî kêm 16 hevalên me hatine binçavkirin. A rast dixwazin bi vê operasyonê ser rastî û heqîqetê bigirin û heqîqetê berevajî bikin. Lê em ê her heqîqetê bêjin û xebatên xwe bidomînin. Çawa ku operasyonên din encam nedan wê ev operasyon jî negihîje tu encamê. Em dixwazin hevalên me tavilê bên berdan. Em bang li rêxistinên rojnamevanan jî dikin ku bibin yek deng û li dijî binçavkirina rojnamevanan derkevin.”