Binçavkirina rojnamevanan hat protestokirin: Em ê bibin dengê gelê kurd 2022-06-08 12:44:53   AMED - DFG û MKGP'ê bi daxuyaniyeke binçavkirina rojnamevanan şermezar kir û gotin: "Hêza we têrê nake ku hûn çapemeniya azad bêdeng bikin. Mîna doh îro jî em ê bibin dengê gelê kurd, gelên li Tirkiyeyê, kedkar, zarok, jin, bawerî û hemû bindestan."   Bi pêşengiya Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamya (MKGP) gelek rojnamevan têkildarî hevalên xwe rojnamevan ku vê sibehê li Amedê hatin binçavkirin, li ber avahiya DFG’ê ya li Kuçeya Hunerê ya Amedê ye daxuyanî dan çapemeniyê.   Rojnamevanên endamên DFG, MKGP, Sendîkaya Rojnamevanên Tirkiyeyê (TGS) û rêveberên Rêxistina HDP'ê ya Amedê tevli daxuyaniyê bûn. Di çalakiyê de dirûşmên "Çapemeniya azad nikare bê bêdengkirin" hatin berzkirin.    Hevseroka DFG'ê Dîcle Muftuoglû daxuyanî da. Muftuoglu diyar kir ku di serdegirtinan de gelek rojnamevan hatine binçavkirin, her wiha telefon û materyalên dîjîtal hatine desteserkirin, di serdegirtina buroya JINNEWS'ê de hard dîskên kompûterên ajansê hatine desteserkirin.   'EM Ê SERÎ NETEWÎNIN'     Dîcle destnîşan kir ku medya desthilatdariyê bi sernavê "Rêxistiniya Komîteya Çapemeniyê" serdegirtin û binçavkirinan ragihandiye û wiha got: "Ev yek jî nîşan dide ku pêvajoyeke nû ya êrişê û tepisandinê di dewrê de ye. Hevalên me bi nûçe, bername û şîroveyên li qenalên Stêrk TV û Medya Haber TV têne sûcdarkirin. Ji van hincetan jî tê fêhmkirin ku nûçe û weşanên hevalên me yên rojnamevan ji xwe bi rengekî eşkere ji raya giştî re têne ragihandin. Lê belê têgihiştineke welê diafirînin ku mîna karekî veşartî dikin. Divê were zanîn ku îdîayên li hemberî hevalên me hemû bêbingeh in. Rojnamevanek dema ku karê xwe dike, ne ji ber polîtîkaya weşanê ya saziya lê dixebite, lê belê ji ber nûçeyên ku bi xwe çêdike berpirsyar e. Em dubare dikin ku em ê li ber polîtîkaya zext, tundî û şere tê kirin serî netewînin."   'DIXWAZIN KURDAN BÊDENG BIKIN'    Dîcle da zanîn ku sedema esasî ya binçavkirinê ew e ku dixwazin binpêkirinên mafên mirovan ên li Kurdistanê eşkere nebin û wiha pêde çû: "Desthilatdarî dixwaze polîtîkayên xwe yên şerê qirêj ji aliyê raya giştî ve neyê zanîn, lewma serî li van rêbazan dide. Di demekê de ku polîtîkayên şer li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêma Kurdistanê ya Federe tê meşandin û tê gotin ku wê operasyonên nû lê bêne zêdekirin, ev destgîrkirin hewldana ji bo bêdengkirina kurdan e. Eşkere ye ku weke parçeyek ji qirkirina civakî, aborî û siyasî ya li hundir û derveyî welat li dijî kurdan tê kirin, dixwazin rojnamevanên kurd bêne bêdengkirin."   BANGA BERDANA ROJNAMEVANAN   Dîcle bi dewamî anî ziman ku berê bi dehan hevalên wan ên rojnamevan hatin binçavkirin, girtin û sirgûnkirin, her wiha hinek jê hatin qetilkirin û xwest, rojnamevanên hatine binçavkirin bêne berdan û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Mîna doh îro jî em ê bibin dengê Gelê Kurd, gelên li Tirkiyeyê, kedkar, zarok, jin, bawerî û hemû bindestiyan."   'ROJNAMEVANÎ NE SÛC E'    Berdevka MKGP'ê Roza Metîna jî di daxuyaniyê de axivî û wiha got: "Weke rojnamevanên jin em dixwazin hevalên me bêne berdan. Rojnamevanî ne sûc e."    'EV OPERASYON JÎ WÊ BÊNCAM BIMÎNE'    Nûnerê TGS'ê Mahmût Oral jî wiha axivî: "Zextên ku heta niha li rojnamevanan hatin kirin bê encam man. Ji niha û pê ve jî wê bê encam bimînin."