Hevşaredara Çinarê Tamrîş beraet kir 2022-06-08 14:23:47   AMED - Hevşaredara Çinarê Necla Tamrîş ji doza bi sûcdariya “endamtiya rêxistinê” heta 15 salan cezayê hefsê jê re dihat xwestin, beraet kir.    Danişîna doza Hevşaredara Çinarê Necla Tamrîş ku di çarçoveya îfadeyên “şahidên nepen” ên bi nasnavên “Fîrar” û “G11055L44F47” bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” jê tê darizandin li 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hate dîtin. Danişîna ku Tamrîş tev li nebûyî de parêzerên wê Serdar Çelebî û Racî Bîlîcî lê amade bûn. Dozgeriyê mutalaaya xwe ya derbarê esasê ya bi daxwaza cezakirinê de pêşkeşî dadgehê kir.    Dadgehê beyanên “şahidên nepen” ên bi nasnavên “Fîrar” û “G11055L44F47” yên têkildarî Tamrîşê de esas girtin û îdia kir ku Tamrîş “di nava hiyerarşiya rêxistinê de” ye. Dozgeriyê parast ku Tamrîş tev li çalakiyên ku “vegeriyane propagandaya rêxistinê” bûye û xwest Tamrîş bi sûcdariya “endamtiya rêxistinê” ji 7 sal 6 mehan heta 15 salan bi cezayê hefsê were cezakirin.    ‘TU AGAHIYÊN ŞÊNBER NÎNIN’   Parêzer Serdar Çelebî jî da zanîn ku dema şahidên nepen hatin guhdarkirin ew ne amade bûn lê dozgerî amade bû, dozgerî alîgir e û bi lêv kir ku şandeya dadgehê jî ev yeke dîtiye. Çelebî, anî ziman ku ev rewş li dijî hiqûqê ye û di beyanên şahidên nepen de tu agahiyên şênber nînin. Çelebî, beyranên şahidên nepen ên derbarê muwekîla wî de bi bîr xistin û diyar kir ku muwekîla wî tev li tu çalakiyên ku TJA’yê li dar xistine ne bûye. Çelebî anî ziman ku qala çalakiyên ku muwekîla wî tev li bûye tê kirin lê têkildarî van tu dîmen û wêne nînin, divê dadgeh van qebûl neke û daxwaza beraeta muwekîla xwe kir.    Dadgehê ji ber ku mijara sûc a çalakiyê ne sabît e, biryara beraeta Tamrîşê da.