Li Mereşê erdnîgariya kurdên elewî ji mirovan tê xalîkirin! 2022-06-09 09:04:02   MEREŞ - Parlementerê HDP'ê Mahmût Togrûl diyar kir ku li Mereşê "polîtîkaya xalîkirina ji mirovan" bi qirkirina xwezayê tê domandin û got: "Polîtîkayên xalîkirina ji mirovan ên dûr û dirêj bişavtina spî bi xwe ye. Bişavtina spî jî bi qasî êrişên fizîkî talûke ye."    Li Mereşê ku bi zirara santralên termîk û hîdroelktrîkê, kanên keviran û fabrîkeyên çîmentoyê re rû bi rû ye, hema bibêje çandinî û sewalvanî nemaye. Ev yek li herêmê dibe sedema koçberiyê. Bi vî awayî polîtîkaya "xalîkirina ji mirovan" ku di sala 1978'an de bi Komkujiya Mereşê dest pê kiribû, niha bi talankirina xwezayê tê domandin. Tê gotin ku li derî Mereşê zêdetirî milyonek mereşî hene û tenê di 2 mehên dawî de ji navçeya Pazarcixê ya Mereşê 6 hezar ciwan berê xwe dane welatên xerîb.   Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Dîlokê Mahmût Togrûl ê ji Pazarcixa Mereşê diyar kir ku "polîtîkaya xalîkirina ji mirovan" li herêmê niha bi qirkirina xwezayê tê domandin û ev polîtîka bi qasî komkujiyên fîzîkî talûke ye.  BI KOMKUJIYA MEREŞÊ DEST PÊ KIR   Togrûl bi lêv kir ku Mereş bi erdnîgariya xwe navendeke girîng e û herêm herêmeke pir zimanî, çandî û baweriyê ye. Togrûl destnîşan kir ku ji berê de li hemberî kurdên elewî yên herêmê cihêkariyek heye û got: "Kurdên elewî ji bo eziyetê bikişînin li Deşta Pazarcixê ku deştek vilçoqî bûye hatine bicihkirin. Lê paşê Deşta Pazarcixê hat ziwakirin û erdên li wir veguherîn erdên berdar. Ji ber ku ev der di destê kurdên elewî de bû dewletê tu carî ev yek hezm nekir. Bi destpêkirina tevgera siyasî ya kurd re û li Mereşê olanvedana wê û bi vê re rûdana jiyana bi hev re ya ziman, bawerî û çandên cuda, ev der veguherî qadeke girîng. Wê demê ji bo astengkirina tevgera siyasî ya kurd û fetisandina wê polîtîkayeke taybet hat destpêkirin. Di 1978'an de li Mereşê komkujiyek mezin hat kirin û gelek eks hatin qetilkirin. Ji bo van erdên berda ji kurdên elewî bên derxistin ji bo guherandina demografiyê gelek tişt hatin kirin."    'DEŞTÊN BI BERDAR NEMANE'   Togrûl da zanîn ku li Mereşê neçareserkirina qirêjiya hewayê veguheriye pirsgirêkeke kronîk û di 4 salên dawî de li ser hev di nava 6 bajarên hewaya wan herî qirêj de ye. Togrûl di berdewamiya axaftina xwe de wiha pêde çû: "Xwestin çopên Mereşê li herêma di navbera Karahasanli û Çîliyê de depo bikin. Li ber vê deşta berdar du fabrîkeyên çîmentoyê yên mezin hatin çêkirin. Ji bo veşartina bermayiyên jehrî di bin erdê de depoyek hat çêkirin. Xwestin li gundê Çoçeliyê fabrîkeya biyokutleyê çêbikin. Ev deşta paqij û berdar bi fabrîkeyan û gazên jehrî hat jehrkirin. Li vê deştê gelek nexweşîn peyda bûn û berdariya wê ji sedî 40 kêm bû."    POLÎTÎKAYÊN TAYBET   Togrûl destnîşan kir ku ji bo şêniyên Mereşê koç bikin polîtîkayên taybet hatine pêkanîn û wiha axivî: "Bi Komkujiya Mereşê re kurdên elewî ji navenda Mereşê hatin derxistin. Ên mayî jî ji bo erdên wan ji wan bistînin çûna derveyî welêt li ber dilê wan xweş kirin. Di salên 1990'an de li gelek deverên Tirkiyeyê pasaport nedihatin dayîn, lê kesên dixwestin biçin derveyî welêt dihatin li Pazarcixê pasaport derdixistin. Bi hêsanî dihat dayîn. Her wiha ji xeynî koçberiyê, erdnîgariyeke ku dewlet di bin navê 'ewlehiyê' de wê diçewisîne. Gava ev hemû tên cem hev, piştî demeke dûr û dirêj demografiyê xera dikin. Mereş di warê erdnîgarî de yek ji bajarên herî mezin e. Li Mereşê çi projeyên neyînî hebin, ev li Elbistan û Pazarcixê tên çêkirin ku piraniya şêniyên van deran kurdên elewî ne. Gava penaberên sûriyeyî hatin Mereşê, li vira kampa herî mezin a Tirkiyeyê çêkirin. Ev tenê ne kampa penaberan bû."    'DIVÊ PÊŞÎ LI BER KOÇBERIYÊ BÊ GIRTIN'   Togrûl destnîşan kir ku "polîtîkaya xalîkirina ji mirovan" bi qasî qirkirina fîzîkî talûke ye û got: "Komkujiyên ji nişka ve dibin sedema birînên kûr. A rast polîtîkaya xalîkirina ji mirovan a dûr û dirêj bişavtina spî ye. Mudaxileya li ser ziman, çand û xwezaya gel bişavtin e. Ev, bi qasî êrişeke fîzîkî talûke te."    Togrûl diyar kir ku nifûsa mereşiyên li derveyî Mereşê nêzî milyonekê ye û gotinên xwe wiha bi dawî kir: "Ger projeya welatîbûna wekhev pêk bê dê mirov li axa xw ebijîn. Divê mirov karibin mafên xwe yên xwezayî bi kar bînin. Beriya her tiştî mirovên li herêmê dijîn divê xwedî li axa xwe derkevin. Ev ax a me ye. Divê em nehêlin kes dest ji vê axê berde û biçe derveyî welêt. Divê veger li ber dilê mirovan bê xweşkirin. Her kes divê xwedî li vê axê derkeve û pêşeroja xwe li ser vê axê ava bike."    MA / Emrûllah Acar