Bi hesreta kurê xwe yê girtî ku nikare bibîne nexweş e 2022-06-09 09:48:22   COLEMÊRG - Kezîbe Buyukbaş ku ev 7 sal in nikare kurê xwe yê girtî bibîne û bi hesreta wî nexweş e û got ku zilm li wan tê kirin.    Welatiyê bi navê Beyar Buyukbaş di 10'ê tebaxa 2012'an de li navçeya Gever a Colemêrgê bi angaşta "endamtiya rexistinê" , "li ser xwe gerandina madeyên bitalûke" û "xesar dayîna malên cemaweriyê" hat binçavkirin û piştî binçavkirina 3 rojan hat girtin. Di encama darizandinê de 52 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn û 10 sal in girtî ye. Di nav 10 salan de Buyukbaş li 6 girtîgehan hatiye gerandin û niha li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê ya Kocaeliyê tê ragirtin.    'NAVÊ TIŞtA TÎNIN SERÊ ME ZILM E'   Dayika Buyukbaş Kezîbe Buyukbaş ku 7 sal in nikare biçe hevdîtina kurê xwe û bi hesreta wî nexweşî lê peyda bûne, derbarê kurê xwe de axivî û wiha got: "Piştî kontrolê heta dibin emniyetê îşkenceyeke giran li kurê min dikin. Di wesayîta zirxî bi heste çermê mil û destê wî dişewitînin. Heta niha jî destê wî baş nebûye. Bijîjk  dibêjin ku divê milê wî bê emeliyatkirin. Lê ev emeliyat bixeter e. Ji ber ku demara milê wî hişk bûye dibe ku milê kurê min seqet bimîne. Kurê min xalî xerez 10 sal in di girtîgehê de ye. Ne şûna destê wî li ser tiştekî heye ne jî di destê wan de delîlek heye. Navê van nexweşiyên tînin serê me zilm e."   'KURÊ MIN NIZANE EZ NEXWEŞ IM'    Buyukbaş, diyar kir ku kurê wê di nav 10 salan de li 6 girtîtgeha hatiye gerandin û ev tişt anî ziman: "Her tim jî dûrî malbatê birin. Ewil birin Girtîgeha Tîpa F a Wanê. Pişt re jî birin Bedlîs, Mûş û carek din anîn Wanê. Piştî ku ceza lê birîn birin Girtîgeha Erzirom. Demek dirêj li vir ma. Pişt re birin Kirikkaleyê û nêzî 4 salan jî li vir ma. Herî dawî jî birin Girtîgeha Kandirayê ya Kocaeliyê. Ji bo ku lawê min bînin cihekî nêz min çend caran serlêdan kir lê serlêdanên min bêencam man. Serdozger ji min re dibêje raporên xwe yên nexweşiyê bîne. Ger ez wan raporan bibim wê kurê min nexweşiya min hîn bike. Nexweşiya min jî losemî ye. Ev nexweşiya min jî ji ber pisgirêkan derket. Mirov 7 salan ewladê xwe nebîne, tiştekî pir zor e."   BI HESRETA KURÊ XWE BI LOSEMIYÊ KETIYE!   Di berdewamê de Buyukbaş da zanîn ku hem ji ber rewşa wan a aborî hem jî ji ber nexweşiyên xwe nikarî biçe hevdîtina kurê xwe û wiha pêde çû: "Tim kurê min dibin cihên dûr. Mesrefên rê zêde ne û ez nikarim biçim bîbinîm. Rewşekî wihê nexweştir tuneye, mirov bi vê nerehetiyê nexweş bikeve wê çava xweş be? Êşa dilê min gelek e. Min 7 sal e kurê xwe nedîtiye û ez dixwazim êdî ev hesret bi dawî bibe û biçim lawê xwe bîbinîm. Ji ber ku 7 sal in min kurê xwe nedîtiye ez bi nexweşiya losemiyê ketime. Ez dixwazim êdî kurê min bê berdan. Ev çend sal in doza kurê min didome."    BANG LI RAYEDARAN   Buyukbaş, di dawiya axaftina xwe de bang li rayedaran kir û ev tişt got: "Ez bang li rayedar û berpirsyaran dikim ku kurê min berdin. Êdî tenê daxwaza min ew e ku kurê xwe bibînim û biçim serdana wî. Qet nebe wê jê re jî bibe moral. Êdî bila çareseriyekê ji bo min û lawê min bibînin. Ez razî me ku kurê min bînin Girtîgeha Wanê."