Hevpîşeyên rojnamevanên di binçavan de: Em ê serî netewînin 2022-06-09 11:06:43 AMED - Rojnamevanan bertek nîşanî binçavkirina hevpîşeyên xwe dan û bang li rêxistinên rojnamevanan kirin kul i dijî hewldana îktidarê ya “medya yek deng” derkevin û piştevaniyê xurt bikin.    Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hat destpêkirin, duh di serdegirtinên malan de 20 jê rojnamevan 21 kes hatin binçavkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de duh Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê Serdar Altan, Midûrê Karên Nivîsan a Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, nûçegihanê Xwebûnê Zeynel Abîdîn Bulut, Midûra JINNEWS'ê Safiye Alagaş, edîtora JINNEWS'ê Gulşen Koçûk, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Orûç û rojnamevan Omer Çelîk, Lezgîn Akdenîz, Mehmet Şahîn, Sûat Dogûhan, Ramazan Gecîken, Neşe Toprak, Îbrahîm Koyûncû, Esmer Tûnç, Mazlûm Dogan Guler, Elîf Ungur, Remziye Temel, Abdurrahman Oncu, Kadîr Bayram, Mehmet Yalçin hatin binçav kirin. Di çarçoveya heman lêpirsînê de Feynaz Koçuk jî li Gebzeyê hatin binçavkirin.     Medyaya alîgiriya îktidara AKP’ê û PDK’ê dike rojnamevanan kirin hedef û nûçeyên berevajî çêkirin. Rojnamevanên li Amedê bertek nîşanî binçavkirina hevpîşeyên xwe kirin.    ACIZIYA ÎKTIDARÊ    Nûnera Artı TV a Amedê Bahar Kiliçgedîk diyar kir ku hevpîşeyên wan ji ber rastiyan ragihandine û nivîsandine hatine binçavkirin û got: “Ez bawerim hevalên me dîsa hinek kesan aciz kirine. Lewam wan binçav kirin. Li aliyekî krîza aborî, li aliyekî şerê derveyî sînor, li aliyekî rojeva hilbijartinê heye û li aliyekî jî zextên li ser rojnamevanan zêde dikin. Divê hêceta hevalên me ew be ku ‘rastiyan nivîsandin’ be. Em dixwazin tavilê bên berdan. Ez bang li hemû rêxistinên rojnamevanan, rêxistinên sivîl dikim ku piştevaniya bo hevalên me xurt bikin.”    ‘ARMANCA WAN EW E KU MEDYA YEK DENG BIAFIRÎNIN’    Berdevka Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) Roza Metîna jî diyar kir ku îktidar dixwaze rastî di tariyê de bimînin û wiha got: “Ji bo ku aloziya derdixin dernekeve holê dixwazin dengê rojnamevanan qut bikin û êrişên dijwar dibin ser rojnamevanan. Dixwazin di şexsê rojnamevanên jin de civakê bixin kontrola xwe. Dixwazin hişmendiya civakê bixin kontrolê. Armanca wan ew e ku medyayê bikin yek reng û yek deng. Lewma di pergala yek kesî ya Tirkiyeyê de ez rol û rista çapemeniya azad gelek grîng û mezin dibînim. Rojnamevanên kur dli dijî êriş û binçavkirinan li ser pêya ne. Me heta îro serî netewand û em ê ji niha şûn ve jî qet serî netewînin. Ez bang li her kesî dikim ku piştevaniya rojnamevanên kurd bikin. Îro li ser medya û rojnamevanên kurd êrişek taybet heye. Em bang li hemû rêxistinên medyayê dikin û dibêjin li dijî vê neheqiya li ser rojnamevanên kurd dengê xwe derxin. Îro dora me ye sibê dora we ye.”    ‘WÊ ŞAGIRTÊN APÊ MÛSA HEQÎQETÊ BINIVISÎNIN’    Nûçegihana JINNEWS’ê Medya Uren jî destnîşan kir ku tu carî zext û neheqiya li ser medyaya kurdî ku deng û rengê gelê kurd radigihîne kêm nebûye û wiha axivî: “Her ku medyaya kurdî li dinyayê belav dibe, bi zextên Tirkiyeyê re rûbirû dimîne. Ev ne cara ewil e û ne jî cara dawî ye. Xesara madî li ajansa me kirin. Dest danîn ser kompüter û gelek kelûpelên me. Ev nehiqûqî ye. Em ê wek şagirtên Apê Mûsa û Gurbetellî Ersoz û gelek cangoriyên çapemeniyê, her heqîqetê binivîsinin û li qadan bin. Em gişt bên girtin jî wê ev pênûs û têkoşîna medyaya kurdî li erdê nemîne. Wê xeta me heqîqet be. Em ê her deng û têkoşîna gelê kurd ragihînin.”