Doza Taşkirin a ESP'î taloq bû 2022-06-09 13:31:15   AMED - Danişîna doza ku Alîkara Hevserokê Giştî yê ESP'ê Beycan Taşkiran bi "endamtiya rêxistinê" jê tê darizaidn, taloq bû.    Danişîna doza ku Alîkara Hevserokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Beycan Taşkiran bi sucdariya "endamtiya rêxistinê" jê tê darizaidn, li 5'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin. Taşkiran tev li danişînê nebû lê parêzera wê Zeynep Işik li danişînê amade bû. Dadgehê, diyar kir ku muzakereya ku di danişîna beriya niha de daxwaz kiriye nehatiye.    Parêzera Taşkirina Işik, xwest ku doza muwekîla wê bi dozeke wê ya din ku li 11'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê tê dîtin re bê yekkirin.    Dozger jî xwest ku biryara qedexeya derketina derveyî welat û tevdîra berdana bi kontrola edlî ya derbarê Taşkiran de bê berdewamkirin.    Piştî van daxwazan dadgehê, biryar da ku li benda encama lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve derbarê Taşkirina de tê berdewamkirin bê rawestandin û asta dosya ku li 11'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê tê ditin bê pirsîn û danişînê taloqî 10'ê mijdarê kir.