Polîsan êrişî Nobeda Edaletê ya li Stenbolê kirin 2022-06-09 15:39:32   STENBOL/ÎZMÎR - Li Stenbolê polîsan êrişî Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan kir û 4 kes kirin binçavan. Li Îzmîrê jî malbatên girtiyan diyar kirin ku li dijî bêedaletiyê sebra wan nemaye û xwestin daxwazên wan werin qebûlkirin.    Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin li ber Dadgeha Çaglayana Stenbolê di hefteya 12’emîn de berdewam kir. Fincê Akman a dayika girtiyê nexweş Yakûp Akman, Cemîle Karakaş a dayika girtî Hemgîn Karakaş nobeda vê hefteyê domandin. Rêveberên HDP’ê û HDK’ê destek dan malbatan.    DAYIKAN DORPÊÇ KIRIN    Malbatan xwest li ber Edliyeyê daxuyanî bidin. Polîsan malbatan dorpêç kir û destûr nedan daxuyanî bidn. Malbatan çalakiya rûniştinê li dar xist û bi êrişa polîsan re rûbirû man.    MALBATAN BINÇAV KIRIN    Tevî astengî û êrişê jî Fincê Akman axivî û wiha got: “Em tenê ji bo zarokên xwe girtî daxuyanî didin. Tevî ku em tenê çalakiya rûniştinê li dar dixin jî polîsan me dorpêç kiriye û me binçav dikin.” Polîsan destê Fincê Akman ji paş ve kelemçe kirin û binçv kirin. Her wiha polîsan Cemîle Karakaş, endama Meclisa Teqewîtû û Extiyaran a HDK’ê Meryem Guneş û Hevseroka HDP’a Navçeya Kartalê Aygul Sîncar binçav kir. Polîsan di maşîneya zirxî de li xizmen girtiyan dan.    ÎZMÎR    Li Îzmîrê jî Nobeda Edaletê ya malbatan di roja 72’yemîn de li ber Edliyeya Îzmîrê berdewam kir. Reveberên HDP’ê yên navçeyên Narlidere û Balçova piştgirî dan malbatan. Malbatan pêşmalkên nivîsa “Ji girtiyên nexweş re azadî” li ser nivîsê li xwe kirin û dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin.      RÊVEBERÊN HDP: TECRÎDÊ RAKIN    Hevserokê HDP’a Narlidereyê Bayram Sefîroglu axivî û diyar kir ku tecrîd sûcê mirovahiyê ye û got: “Em neçarin li dijî tecrîdê bi têkoşînek hevpar bidin.”    Rêveberê HDP’a Balçovayê Yusuf Durmuş jî anî ziman ku divê girtiyên nexweş ji mafên destûra bingehîn sûdê werbigirin û bigihîjin azadiya xwe û xwest demildest dawî li tecrîdê were anîn û girtiyên nexweş bên berdan.    ‘SEBRA ME NEMA’    Dayika girtî Sultan Yagmekan a Nobeda Edaletê digire jî wiha axivî: “Em ji bo azadiya zarokên xwe û bicihanîna edaletê di çalakiyê de ne. Heta girtiyên nexweş werin berdan, em ê paş ve gav neavêjin. Ji berk u zarokên me kurd in, ewqas zilm li wan tê kirin. Em nikarin zarokên xwe bibînin û xeberê ji wan bigirin. Em rewşa wan meraq dikin. Xwarinê nadin zarokên me. Pereyên em ji bo girtiyên xwe dişînin nadin wan. Dema em bi wan re bi telefonê diaxivin, telefonê di nîvî de qut dikin. Bi şevê xew nakeve çavê me. Heke wîjdana wan hebûya wê vê zilmê neanîna serê zarokên me. Em vê zilma li ser zarokên xwe qebûl nakin. Bila daxwazên me werin qebûlkirin. Bila dawî li binpêkirna mafan were anîn. Êdî sebra me nema.  Bila demildest edalet were bicihanîn.”