Rojnamevanên li Wanê: Ne dema bêdengiyê dema piştevaniyê ye 2022-06-09 16:07:22   WAN - Adnan Bîlen ê li ser navê rojnamevanên li Wanê axivî, bertek nîşanî binçavkirina hempîşeyên xwe yên li Amedê da û bi lêv kir ku heta ku dengekî xurt neyê derxistin wê hemû rojnamevanên li welat di bin gefan de bin.    21 kesên ku 20 jê rojnamevan bûn duh li Amedê hatibûn binçavkirin. Bertekên li dijî binçavkirina rojnamevanan jî didomin.    Rojnamevanên li Wanê li dijî binçavkirinan li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê civîneke çapemeniyê li dar xistin. Di daxuyaniya ku gelek rojnamevan tev li bûyî de, metna çapemeniyê Adnan Bîlen xwend.    KONSEPTEKE ŞER A NÛ YE     Bîlen, diyar kir ku li dijî kedkarên çapemeniya azad ku bedelên mezin dane konsepteke şer a nû xistine dewrê û wiha got: “Duh yek ji van êrişên nû li Amedê xistin dewrê û 10 hevalên me hatin binçavkirin. Ji bo dosyaya hevalên me yên du roj in di bin çavan de ne dîsa biryara ‘sînordarkirinê’ dan û hewl didin xebatên wan ên rojnamevaniyê krîmînalîze bikin. Bi ser mal û buroyên hevalên me yên ku dema ji bo îfadeyê gazî wan kiribûna dikaribûn biçin de girtin û hevalekî me qasî 10 saetan bi awayekî kelemçekirî dan sekinandin.”   Bîlen, bi lêv kir ku îdiayên berê hevalên wan jê dihatin sûcdarkirin û vala derketibûn îro dîsa hevalên wan jê tên sûcdarkirin û wiha berdewam kir: “Ev îdia derew in û hewldana balê bikişînin aliyekî din e. Heke were bîra we dema beriya salek û nîvan rojnamevanên têkildarî du welatiyên ji helîkopterê hatibûn avêtin de nûçe çêkiribûn jî de heman manîpulasyon hatibûn kirin. Hevalên me di encama darizandinê de beraet kirin heta Dadgeha Bilind jî biryara binpêkirinê da. Wê rojê jî dîsa medyaya alîgir û piştevanên wan serenavên ‘Komîteya Çapemeniyê ya KCK’ê’ avêtibûn û manîpulasyon avakiribûn.    Bîlen, da zanîn ku yekane armanca van binçavkirinan ew e ku pêşî li agahdarkirina gel a têkildarî êrişên li hundir û derveyî sînor hatine destpêkirin bigirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em baş dizanin ku ev operasyon ji bo dengê kurdan û muxalîfan bên birîn e. Em dixwazin destnîşan bikin ku çapemeniya azad li dijî tu polîtîkayên şer, zext û tundiyê serî natewînin û ji bo hemû rastiyan ji gel re ragihînin wê têbikoşin û berdelê wê çibe bidin. Çapemeniya azad ku li dijî tu zextan bêdeng nebû, dê bi van operasyonên we yên manîpulasyonê ne têk biçe ne jî bêdeng bibe.”   BANGA PIŞTEVANIYÊ   Bîlen, banga xwedî derketina li rojnamevanên kurd kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dema ku mijar rojnamevanên kurd be kesên ku di quncikê xwe de xwe vedişêrin û weke ‘muxalîfan’ dijîn baş bizanin ku her operasyona li dijî rojnamevanên kurd tê kirin wê were we jî bibîne. Berî ku bibe dereng divê xwedî li çapemeniya kurd were derketin û deng were derxistin. Banga me li hemû gelên li welat, rêxistinên girseyî yên demokratîk û rojnamevanan e; werin li dijî vê rewşa derexlaqî hûn jî dengê xwe derxînin. Em bang dikin ku hevalên me demildest werin berdan û dibêjin em ê her tim li cem wan bin. Bijî çapemeniya azad.”   TGC’Ê JÎ DAXUYANÎ DA   Cemîyeta Rojnamevanan a Tirkiyeyê (TGC) jî bi daxuyaniyeke nivîskî bertek nîşanî binçavkirinan da. TGC’ê diyar kir ku li welatekî ku çapemenî lê azad nebe mirov nikare behsa demokrasiyê bike û wiha got: “Em dixwazin rojnamevanên hatine girtin demildest bên berdan. Ev operasyon mînaka ku hewldanên afirandina yek tîp rojnamevan yek tîp nûçe çêkirinê ne. Divê mafê welatiyan ê agahdarkirinê neyê astengkirin.”