Tirkîyeyê bi ÎHA'yê êriş bir ser Qamişloyê: 5 kes birîndar bûn 2022-06-09 17:38:50   NAVENDA NÛÇEYAN - Tirkiyeyê bi ÎHA'yan êriş bir ser depoyeke li Qamişloyê. 5 kes di bombeberanê de birîndar bûn.    Amûra Hewayî ya Bêmirov (ÎHA) a Tirkiyeyê li Taxa Meyleson a Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êriş bir ser depoyekê. Di êrîşê de 5 kes birîndar bûn. Hêzên Ewlekariya Hundurîn têkildarî êrîşa hewayî de daxuyanî dan.    Daxuyaniya Hêzên Ewlekariya Hundurîn bi vî awayî ye: "Balafireke bêmirov a bi çek a dewleta tirk a dagirker sibeha roja pêncşemê ya 9'ê Hezîranê depoya Hêzên Parastina Civakî ya li taxa Meyselon a bajarê Qamişloyê kir hedef. Ev êriş li gel gefên dewleta tirk a dagirker û domandina êrişên hovane yên li dijî sivîlan û avahiyên xizmetguzarî û civakî hat kirin. Di encamê de 5 welatî birîndar bûn, her wiha ziyan gihişt erebeyên li cihê teqînê jî. Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn kiryarên li dijî ewlehî û aramiya herêmên me û silametiya welatiyan şermezar dikin û bang li civata navneteweyî û dewletên garantor ên ku îmze danîne bin peymanê dikin ku berpirsyartiyên xwe bi cih bînin û dawî li van kiryar û binpêkirinan werînin."