Komeleya Lêkolîna Heqîqetan a di Qada Çapemenî û Hiqûqê de: Heqîqet, di rewşa herî dijwar de parastina rastiyan e 2022-06-09 21:26:39   AMED – Komeleya Lêkolîna Heqîqetan a di Qada Çapemenî û Hiqûqê de binçavkirina 20 rojnamevanan şermezar kir û piştevaniya xwe ya ji bo çapemeniya azad ragihand.    Komeleya Lêkolîna Heqîqetan a di Qada Çapemenî û Hiqûqê de, têkildarî 20 jê rojnamevan 21 kesên di 8'ê Hezîranê de li Amedê di avaêtina ser Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DGF), Jinnews, Ajansa Mezopotamyayê û Produksiyona Pelê de hatibûn binçavkirin daxuyanî da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Serdegirtin û binçavkirinên ku di salvegera şehadeta Hafiz Akdemîrê ku nûçegihanê Rojnameya Ozgur Gundemê bû û 8’ê Hezîrana sala 1992’yan de hatibû qetilkirin de hevdemî hat kirin, nîşaneya êrîş û şerên derûnî ya li ser Çapemeniya Azad e."   Daxuyaniya kurdî ya bi ser navê “Heqîqet, di rewşa herî dijwar de parastina rastiyan e” a Komeleya Lêkolîna Heqîqetan a di Qada Çapemenî û Hiqûqê de bi vî awayî ye:    "Duh li Amedê ji hêla emnîyetê ve bi ser Komeleya Rojnamevanan a Dîcle û Firatê (DFG), Jinnews, Ajansa Mezopotamyayê û Produksîyona Pelê ve hat girtin. 21 rojnamevan û xebatkarên Çapemeniya Azad hatin binçavkirin. Di van desteserkirinan de polîsan dest dan ser materyalên dîjîital ên xebatkarên çapemeniyê. Serdegirtin û binçavkirinên ku di salvegera şehadeta Hafiz Akdemîrê ku nûçegihanê Rojnameya Ozgur Gundemê bû û 8’ê Hezîrana sala 1992’yan de hatibû qetilkirin de hevdemî hat kirin, nîşaneya êrîş û şerên derûnî ya li ser Çapemeniya Azad e.   ZINCÎREYA BINPÊKIRINÊN MAFAN   Ekîbên Şaxa Têkoşîna bi Terorê ya Diyarbekirê saet di 03.30’î şevê de bi ser sazî û malên rojnamevanan de girtin û agahîya tu rayedarên saziyan pênexistin. Ketina saziyan û malan dijhiqûqî ye. Dîsa yek ji xebatkarên çapemeniyê Mehmet Elî Ertaş ku hat binçavkirin 10 saetan bi kelemçeyê hat girtin û bi rêya hempîşeyên wî raya giştî ji vê yekê agahdar bû. Parêzerên bi rojnamevanan re hevdîtin pêkanîn ragihandin ku û bi hinceta 'operasyon hê jî didome' derbarê dosyayê de agahî nayê dayîn. Li gel van kiryarên bêhiqûqî di medyaya desthilatdar de hemû hûrgiliyên dosyeyan bi hevdemî ji raya giştî re hatin servîskirin û lêhayiyek derûnî hat meşandin. Bi vî awayî rê li êrîşên wekî îşkence, darizandina bêedalet, astengkirina mafên ewlehî û azadiyê jî hat vekirin.    KEVNEŞOPIYA ÇAPEMENIYA KURD   Ji Rojnameya Kurdistanê hetanî Kovara Hawarê, Azadiya Welat, Xwebûn û Rojnameyên Ozgur Gundem û Yenî Yaşamê kevneşopiya çapemeniya kurd, di her serdem û şert û mercan de li tevî zext û êrîşan her tim afirandiye û meşa xwe domandiye. Ev rastiya çapemeniya kurd, yên ku bi êrîşên xwe dixwazin heqîqetan tarî bikin aciz dike. Keda Apê Mûsa, Hafiz Akdemîr, Nazim Babaoglu, Rohat Aktaş, Kadri Bagdu û rojnamegerên ku di vê rêyê de jiyana xwe ji deste dane, ji ev kevnaşopiyê re jî bingehekê xurt e. Ev bingeh jî sîh salên dawiye ji desthilatdaran re bûye xewnek tirsê. Lewma jî li hemberî rojnamagerên Kurd zext, êrîş, qetilkirin pêk hatine. Her wiha bûroyên rojnameyan hatine bombekirin. Di bingeha van êrîşan de qedexe ya zimanê Kurdî heye. Li Tirkiyê ji her kesê re axaftin, xwendin, nivîsandina zimanê wan ê zikmakî serbest e lê tik û tenê ji Kurdan re qedexeye. Wekî ku Apê Mûsa jî gotiye: 'Wê ji Tirkan re azadî hebe lê ji Kurdan tune be. Kurdê neaxifin û nenivîsin. Tiştên wisa nabe.'   DÊ ROJNAMEGERÎ QRÎMÎNALÎZE NEBE   Her ku diçe, taybetî jî ev demên dawî de rojnamegerî ji hêla desthilatdariyê ve hê jî tê qedexe kirin. Rêgezên bingehî yên rojnamegeriyê mafê agahdarbûna civakê parastin e. Di heman demên de jî ji bo vî mafê pêwiste liv û tevgerên rojnamegeran hê jî xurt bin. Her wiha qrîmînalîzekirina rojnamegeriyê jî her ku diçe dibe rêbazek bingehîn û rejîma Tirkiye’yê. Lewma jî azadiya çapemeniyê roj bi roj ber bi tunekirinê ve diçe. Ev yek jî ji bo civakê û saziyên sivîl xeteyek gellek girîng e.    Kevneşopiya Çapemeniya Azad, ji roja dest bi weşanê kiriye hetanî neha, nûnêrtiya rastiyan ji xwe re peywir daniye. Ji ber vê yekê jî her dem, têkiliya civakê û rastiyan di nav hev de hewandiye. Lewre jî rastî zext û pêkûtiyan hatiye. Ji xwe di her serdemê de hikûmetên heyî di qeyranên xwe yê birêvenebirinê de herî ewil êrîşê çapemeniyê kirine. Ev yek duh jî wisa bû îro jî wisa ye. Lê Çapemeniye Azad jî çawa ku duh li hemberî ev êrîşan serî netewand dê îro jî netewîne. Em jî wekî Komeleya Lêkolîna Heqîqetan a Di Qada Çapemenî û Hiqûqê De kedkarên Çapemeniya Azad ên ku di binçavan de ne hêstên xwe yên piştevaniyê bi wan re par ve dikin."