ROJEVA 10'Ê HEZÎRANA 2022'YAN 2022-06-10 09:00:01   * Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Îlknûr Bîrol diyar kir ku li navçeyan amadekariyên ji bo Meşa Gemlîkê didomin û got: "Çareseriya bê Ocalan ne pêkan e. Lewma ev meş ji bo xwegihandina çavkaniya çareseriyê pir girîng e."    * Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li Peyasê "qada tenduristiyê" veguherandibû "qada bazirganiyê". Odeya Plansazên Bajêr a Şaxa Amedê îtiraz kir û xwest ev biryara dijî rêziknameyê ye bê betalkirin.    * Endamê Meclisa Partiyê ya DBP'ê Salîh Mevalî ku tevlî Meşa Gemlîkê ya ewil bûbû anî ziman ku dê bi hestên 17 sal berê cardin tevlî Meşa Gemlîkê bibe û got: "Divê her kes berê xwe bide Îmraliyê. Em deriyên girava Îmraliyê bişikînin."    * Nûnerên rêxistinên civaka sivîl diyar kirin ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ne kêmî yên dema 12'ê Îlonê ne û gotin, girtiyên nexweş ên nayên dermankirin bi mirinê re rû bi rû hatine hiştin.    * Hevserokê HDP'a Îzmîrê Çinar Altan diyar kir ku ji bo Meşa Gemlîkê amade ne û bang li her kesî kir ku ji bo demokratîkbûyîna vî welatî ne piştgir bibin kirdeya vê meşê.    * Hevserokê KNK'ê Ahmet Karamûs,vdiyar kir ku îxtîmala tevlibûna PDK'ê ya şer wê bi xwe re xesareke mezin bîne û got: "Tevlîbûna hêzên PDK'ê ya bi hêzên dewleta tirk re hevkariyeke stratejîk e. Deskeftiyên gelê kurd bi tu rengî di vê hevkariya stratejîk de nînin. Heger deskeftiyek tê de hebe ev deskeftiyeke kesayetî û ya binemala Barzanî ye."     * Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 459'an de wê berdewam bike.    * 13'emîn danişîna Doza Kobanê wê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam bike. (10.00)   * Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, li Navenda Giştî ya HDP'ê civîna çapemeniyê ya heftane li dar bixe.    * Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan û nûnerên rêxistinên sivîl û partiyên siyasî yên Amedê wê serdana Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) bikin. (11.00-16.00)   * HDK, HDP, DBP, TJA Û EGE-TUHAYDER, wê derbarê meşa ber bi Gemlîkê ve li avahiya HDP'a Îzmîrê civîna çapemeniyê li dar bixin. (12.00)   * Bi pêşengiya OHD'ê Baroya Amedê û rêxistinên sivîl, wê derbarê qedexeya hevdîtina parêzeran a Îmraliyê de Otela Mîtanîa Regencyê daxuyanî bidin. (13.00) ZINDÎ