‘Em ê bi meşeke xurt bersiva dagirkerî û înkarkirinê bidin' 2022-06-10 09:10:27   ÎZMÎR - Hevserokê HDP'a Îzmîrê Çinar Altan diyar kir ku ji bo Meşa Gemlîkê amade ne û bang li her kesî kir ku ji bo demokratîkbûyîna vî welatî ne piştgir bibin kirdeya vê meşê.    Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bênavber didome. Her wiha zêdetirî saleke jî tu xeber ji Ocalan nayê girtin. Parêzerên wî herî dawî di 7'ê tebaxa 2019'an de hevdîtin pê re kiribûn û birayê wî Mehmet Ocalan jî di 25'ê adara 2021'ê de bi telefonê pê re axivîbû. Ji wê çaxê heya niha xeber ji Ocalan nayê girtin û serlêdanên ji bo hevdîtinê jî yan tên redkirin an jî nayên bersivandin. Ji ber vê yekê fikarên gelê kurd zêde bûne.    Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Federasyona Komeleyên Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a MED (MED TÛHAD-FED) dê di 12'ê hezîranê de li dijî tecrîda ber bi Gemlîkê ve "Meşa Mezin" li dar bixe.    Bangawaziyên ji bo Meşa Gemlîkê didomin.    Ji milên girîng ên Meşa Gemlîkê yek jê jî Herêma Egeyê ye. Kesên tevli meşê bibin dê ji Îzmîrê bi rê bikevin. Meşvanên Gemlîkê ku parlementerên HDP'ê Mûrat Çepnî, Huda Kaya, Hasan Ozguneş, Ayşe Surucu û Mahmût Togrûl jî di nav wan de ne, roja yekşemê dê li navçeya Bayrakliyê bi awayekî girseyî daxuyaniyê bidin û piştî daxuyaniyê bi rê bikevin.    Hevserokê HDP'ê yê Îzmîrê Çinar Altan li ser girîngiya meşê axivî.   Altan diyar kir ku tecrîda li ser Ocalan di serî de gelê kurd bandorê li tevahiya civakê kiriye û bi tecrîdê di krîza piralî de tê israrkirin. Altan, di berdewamê de wiha got: "Dewlet ji me re dibêje, 'Em ê ji niha û pê ve jî kodên dagirkeriyê yên di avakirina komarê de cih girtine bidomînin. Em ê vê jî bi fetisandina dengê Ocalan û şert û mercên wî yên fîzîkî pêk bînin.' Em jî li ber vê ferasetê radibin û qebûl nakin. Em ê bi meşeke xurt bersiva vê dagirkeriyê û înkarkirinê bidin."    GAVA EWIL A DEMOKRATÎKBÛNÊ   Bi domdarî Altan ev tişt anî ziman: "Bi tecrîda li ser birêz Ocalan tevahiya civakê tê tecrîdkirin. Lewma şikandina tecrîda Îmraliyê tê wateya şikandina tecrîd û dîlgirtina li ser tevahiya civakê. Ger em civak bi awayekî fiîlî li ber vê tecrîd û îşkenceyê dengê xwe bilind bikin, em ê karibin kodên dagirkeriyê û rejîma faşîst asteng bikin."    Di berdewama axaftina xwe de Altan destnîşan kir ku şikandina tecrîdê tê wateya destpêka gava ewil a demokratîkbûyînê û ev tişt anî ziman: "Bi milyonan kes hene ku bi dengê Ocalan pozîsyonê xwe bigirin. Şikandina tecrîdê di warê siyasî de xwedî wateyeke girîng e. Di serî de Rojhilata Navîn li tevahiya Tirkiyeyê siyaseteke şer heye. Ev meş tê wateya berterefkirina vê siyaseta şer jî. Demokratîkbûyîn dê bi şikandina tecrîda li ser Ocalan dest pê bike. Lewma ev meş bi her awayê xwe girîng e."    AZADIYA OCALAN AZADIYA GELAN E   Altan bilêv kir ku wate û girîngiya meşê pir mezin e û wiha pê de çû: "Nêzî du sal in parêzer nikarin hevdîtinê bi birêz Ocalan re bikin, malbat nikare hevdîtinê pê re bike. Zêdetirî salekê ye em tu xeberê jê nagirin. Ji bo şikandina tecrîdê hemû hewldanên siyasî û hiqûqî bêencam man. Em ê doza rakirina tecrîdê û azadiya Ocalan bikin. Em ê tevî azadiya fîzîkî ya Ocalan azadiya gelan jî destnîşan bikin. Em ê li dijî siyaseta şer a li hemberî gelê kurd bi awayekî herî xurt dengê xwe bilind bikin. Em ê cardin dubare bikin ku çareserkirina meseleya kurdî bi Ocalan pêkan e."    EGE AMADE YE   Altan anî ziman ku ev meş ji bo Herêma Egeyê jî pir girîng e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Fareseteke wekî tenê divê gelê kurd li ber tecrîda li ser Ocalan rabe heye. Lê divê rojavayê Trikiyeyê bi dengekî xurt bersiva vê ferasetê bide. Yekîtiya me ya çarenûsê heye. Divê em hatine cem hev a kedkarên li rojavayê Tirkiyeyê û gelê kurd zêdetir bikin. Ji bo pêkanîna yekitiya çarenûs divê em momentên berxwedanê yên bi vî rengî zêde bikin. Lewma ev meş dê ji bo rojavayê Tirkiyeyê jî meşeke girîng be.   Em herêma Egeyê ji bo meşê amade ne. Em li taxên Îzmîrê xebatên xwe didomînin. Em ê roja yekşemê li vira daxuyaniyeke girseyî bidin û bi otobêsan ber bi Gemlîkê ve biçin. Em ji niha ve dikarin bibêjin ku dê Meşa Gemlîkê bi awayekî girseyî bê lidarxistin. Banga me ji bo tevahiay gelên Tirkiyeyê ye; ji bo demokratîkbûyîna vî welatî tenê ne piştgir bibin kirdeya vê meşê. Ji bo pêşerojeke wekhev û azad, ji bo welatekî demokratîk her kes divê bibe kirdeya vê meşê."    MA / Semra Tûran-Delal Akyuz