Li Çemê Dîcleyê tevdîr nayên girtin û xeniqîn zêde dibin 2022-06-10 12:13:45   ŞIRNEX - Li Cizîrê di 5 salên dawî de 15 kes di Çemê Dîcleyê de qeniqîn. Rayedar tu tevdîran nagirin û ev dibe sedema metirsiya ku wê gelek kesên din jî bixeniqin.    Di ava Çemê Dîcleyê xeniqandina welatiyan berdewam dike. Bi taybetî li Cizîra Şirnexê, li Amedê û Êlihê ava çem rê li ber talûkeyek mezin vidike. Li navçeya Cizîrê ku di mehên havînê de germ derdikeve 50 pileyî, zarok, ciwan û welatî dikevin çem û xwe hîn dikin. Her sal bi dehan welatiyên dikevin çem dixeniqin. Herî dawî di 4’ê hezîranê de li Cizîrê Îdrîs Putru (17) û Zekeriya Negîz (13) ketin çem û xeniqîn. Dotira rojê cenazeyên wan hat dîtin. Hat zanîn ku qapaxên Bendava Ilisûyê hatine vekirin û bi yek carekî av rabûye û her du zarok bi avê re çûne. Bi Îdrîs û Zekeriya re di 5 salên dawî de li Cizîrê heta niha 15 kes di Çemê Dîcleyê de xeniqîne.    WEZARET KÊM NÎŞAN DIDE    Parlamenterên HDP’ê yên Şirnexê derbarê van xeniqandinan de gelek caran mijarê birin Rojeva Meclisê û mijarê ji Wezareta Bajarvanî û Derdorê pirsin. Wezaretê îdia kir ku ji sala 2004’an de heta 2018’an de 42 kes xeniqîne. Wezaretê her tim hejmara welatiyên dixeniqin hindik nîşan da.   NOQAR TUNE YE    Di van bûyerên xeniqandina welatiyan de li navçeya Cizîrê ji ber kêmasiya noqar tune ev yek jî dibe sedema mirina. Her wiha ev kanên xîzê ku li ser çem hatine çêkirin, xîzê dikişînin û bi metreyan kûr dikin û ev yek jî rê li ber xeniqandinan vedike.    SOZA WAN NEÇÛ SERΠ   Her çiqas Midûriyeta Sporê û Ciwanan a Şirnexê û qeyûmê Şaredariya Cizîrê ji bo xelkê navçeyê soza çêkirina hewzê dan jî lê ev projeyên wan ên hewzê neçûye serî û xemsariya wan nîşan dide.    JI 2018’AN HETA NIHA BÛYERÊN XENIQANDINÊ    * Di 2020’an de li gundê Misirî yê Cizîrê Rmazan Yagbasan ê 65 salî ji bo ku xwe hînîk bike, ket Çemê Dîcleyê xenigî.    * Di 2020’an de Ahmet û Hakan Ercan ên birayên hev di Çemê Dîcleyê de xeniqîn.    * Di 2019’an de li Cizîrê Salîh Karakoyûn ê 18 salî di Çemê Dîcleyê de xeniqî.    * Di 2018’’an de Muhammet K. ê ku ket Çemê Dîcleyê xenigî.    * Di 2018’an de Muhammed El Tamer ê 21 salî di Çemê Dîcleyê de xeniqî.    * Di gulana 2018’an de Bedirhan Şen di Çemê Dîcleyê de xeniqî.    * Di 2018’an de li gundê Dîrsekliya Ciîrê Hasan Çagliyan û Yasîn Zengîn di Çemê Dîcleyê de xeniqîn.    * Di 2018’an de Kadîr Oruç ê di Çemê Dîcleyê de xeniqî piştî 4 rojan cenazeye wî hat dîtin.    * Di 2018’an de zarokê bi navê Şahîn Akbaş (12) di Çemê Dîcleyê de xeniqî.    * Di 2018’an de Abdurrahman Okşul (70) ê ku piyê wî şemitî û ket Çemê Dîcleyê. Welatiyê extiyar bi avê re çû û xenigî.    * Di 2018’an de Salîh Çoban (15) di Çemê Dîcleyê de xeniqî.     * Di tîrmeha 2018’an de Baran Haykir û Roşat Noyan ên ji bo xwe hînîk bikin ketin çem xenigîn.    Her wiha dîsa li Cizîrê di dîrokên cuda de zarokên bi navê Haşim Acar, Îsa Acar, Mahmut Acar, Mustafa Acar û Îshak Dansik ji bo xwe hînîk bikin ketin Çemê Dîcleyê û xenigîn.    Tevî van hemû bûyerên xeniqandinê jî Wezareta Derdor û Bajarvaniyê û rayedaran heta niha tu tevdîr ji bo pêşîlêgirtina bûyerên xeniqandinê negirtine û ev yek rê li ber metirsiya xeniqandina nû vedike.