Dema binçavkirinê ya rojnamevanan 2 rojan hat dirêjkirin 2022-06-10 15:53:24 AMED - Du roj dema binçavkirina 20 jê rojnamevan 21 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin, hat dirêjkirin.    Di çarçoveya lêpirsînekî Serdozgeriya Komarê ya Amedê di 8’ê hezîranê daye destpêkirin de, di nav de 20 jê rojnameger 21 kes di serdagirtina malan de hatin binçavkirin. Di serdagirtinên malan de Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, Midûra JINNEWS’ê Safiye Alagaş, edîtora JINNEWS’ê Gulşen Koçûk, edîtorên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Orûç û Omer Çelîk, Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, nûçegîhanê Xwebûnê Zeynel Abîdîn Bûlût û rojnamevan Lezgîn Akdenîz, Mehmet Şahîn, Suat Dogûhan, Ramazan Gecîken, Esmer Tûnç, Neşe Toprak, Mazlûm Dogan Guler, Elîf Ungur, Îbrahîm Koyuncû, Remziye Temel, Mehmet Yalçin, Abdurrahman Oncu û Kadîr Bayram hatibûn binçavkirin. Feynaz Koçûk jî di çarçoveya heman lêpirsînê de li Gebzeyê hatibû binçavkirin. Dema binçavkirina rojnamevanan 2 roj hat dirêjkirin.    Ji bo dirêjkirina dema binçavkirinê hêceta ji bo kesên ji heman lêpirsînê derbarê wan de biryara girtinê heye û dewana lêgerîna li şirketên produksiyonên ku rojnamevan lê dixebitin hat nişandan. Li ser dosyeyên rojnamevanên di hucreya yek kesî yên li Midûriyeta Polîsan a Amedê tên ragirtin de biryara sînordarkirinê berdewam dike.