Li Tekirdagê 10 siyasetmedarên din jî hatin girtin 2022-06-10 23:01:07   TEKIRDAG - Ji siyasetmedarên ji ber avakirina û armanca HDK'ê hatibûn binçavkirin 10 siyasetmedarên din jî hatin girtin. Ji siyasetmedarên ku 3'yê Hezîranê ve di binçavan de bûn 29 jê hatin girtin û 8 jê jî hatin berdan.    Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Tekirdagê de di 3'yê Hezîranê de rêvebirên bajêr û navçeyan ên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî di nav de 37 siyasetmedar hatibûn binçavkirin. Kesên hatibûn binçavkirin di 8'ê Hezîranê de li Midûriyeta Polîsan a Tekirdagê dest bi îfadeya wan hatibû kirin.    Li midûriyeta polîsan ji siyasetmedarên hatin binçavkirin pirsên wekî "Te di avakirina HDP'ê de cih girtiye yan na?", "HDK bi fermana Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye avakirin an na?" û gotina "Silav li kesê ku HDK'ê ava kiriye" ya Ertûgrûl Kurkçu ku di kongreyê de gotibû hatiye pirsîn.   Duh na pêr piştî îfadeya li midûriyeta polîsan ji 37 kesan 15 kes sewqî Edliyeya Tekirdagê hatibûn kirin. Siyasetmedarên ku li dozgeriyê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" îfadeyên wan hatibûn girtin sewqî Dadgeriya Ceza ya Sulhê hatibûn kirin. Dadgeriyê 8 kesan bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" girtibû û 4 kes jî berdabûn.     Piştî lêpirsîna li dadgeriyê ku heya derengê şevê dewam kiribû duh ber destê sibehê Evîn Filîz jî bi heman îdiayê hatibû girtin û Huseyîn Bagiş û Îlyas Karaçayir jî hatibûn berdan. Ji xeynî vê îfadeya li midûriyeta polîsan a 24 siyasetmedarên din jî bi dawî bûbû. Ji siyasetmedarên sewqî edliyeyê hatibûn kirin Mercan Hantekîn, Gulcan Çîgdemlî, Gîzem Kuzuk, Hîlal Cîvîl Bakir, Mehmet Mermer, Selahattîn Atay, Mehmet Alî Koseoglû, Eyup Ulgen, Hasan Hergul û Mehmet Bokûr bi heman îdiayê hatibûn girtin.    Îro jî 13 siyasetmedar piştî îfadeya li midûriyeta polîsan sewqî edliyeyê hatin kirin. Kenan Yildirz, Arîf Îsmet Yilmaz, Yakûp Aslan, Kerem Tosûn, Fîsûn Îşcan, Melahat Çelîk, Ercan Ogeday, Alev Ateş, Ceren Karaca yên piştî îfadeya li dozgeriyê sewqî dadgehê hatin kirin hatin girtin û Gevziye Şahîn, Gulşah Gumuş û Ayşgelu Tok jî hatin berdan.    Di nava siyasetmedarên hatine girtin de Sadî Ozdemîr ê ji sedî 98 astengdar e û jiyana xwe bi tûpê oksîjenê didomîne û Serdar Firat ê 74 salî jî pençeşêr pê re heye.