Ji bo Meşa Gemlîkê banga parêzeran: Ji bo gelan gaveke pir girîng e 2022-06-11 09:02:16   AMED - Parêzerên ku li dijî qedexekirina hevdîtina parêzeran a bi Ocalan re serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan, ji bo Meşa Gemlîkê bang kirin û wiha gotin: "Ji bo aştiya gelan çêbibe divê tecrîd bê şikandin."    Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Federasyona Komeleyên Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a MED (MED TÛHAD-FED) dê di 12'ê hezîranê de li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ber bi Gemlîkê ve "Meşa Mezin" li dar bixin.    Parêzerên ji KOmeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) ku li dijî qedexekirina hevdîtina bi Ocalan re serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan ji bo meşa 12'ê hezîranê bang kirin. Parêzeran destnîşan kir ku mifteya aştiyê di destê Ocalan de ye.   ‘OCALAN MIFTEYA AŞTIYÊ YE'   Rêvebirê OHD a Şaxa Rihayê Serdar Tum jî destnîşan kir ku tecrîda girankirî ya li ser Ocalan ji 25'ê adara 2021'ê ve didome û wiha got: "Ev tecrîda girankirî pêşiya guftûgoyên ji bo aştiyê û çareseriyê jî dixitmîne. Ocalan mifteya aştî û çareseriyê ye. Ji bo ev mifte karibe deriyan veke divê tecrîda li Îmraliyê bê şikandin. Ber bi Gemlîkê ve meş heye. Em hemû kesên demokrasîxwaz û aştîxwaz vedixwînin vê meşê. Ev meş ji bo gelan meşeke pir girîng e. Lewre Ocalan aştî û çareserî ye. Ev meş bi qasî ku karibe qufla aştiyê ya di navbera gelan de veke girîng e. Lewma divê tevahiya gelên Tirkiyeyê piştgiriya vê meşê bikin. Divê tecrîda li Îmraliyê bê şikandin."    ‘TECRÎD BINPÊKIRINA MAFÊN MIROVAN E'   Hevserokê Şaxa OHD'a Wanê Medenî Gur jî bertek nîşanî qedexekirina hevdîtinê da û îşaret bi Qanûna Înfazê ya Ceza ya Jimare 5275'an kir. Gur, bi domdarî ev tişt anî ziman: "Gava em li tecrîda li Îmraliyê mêze dikin, em leqayî pergaleke ku li tu girtîgehê tune ye tên. Zêdetirî salak e ne dikare hevdîtinê bi malabata xwe re bike ne jî bi parêzerên xwe re. Ev binpêkirina mafên mirovan e. Ev bi qanûnên navneteweyî jî hatiye qedexekirin."    ‘JI BO GELAN GAVEKE GIRÎNG E'   Gur li ser girîngiya Meşa Gemlîkê jî sekinî û ev bang kir: "Meşa Gemlîkê ji ber vê pir girîng e; daxwazên di warê hiqûqî de esas nayên girtin. Û êdî çûna wir û mudaxileyek çêbibe. Ev etcrîd, tenê ne prisgirêka kesekî li wir e. Ev ne pirsgirêka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Ev, pirsgirêka tevahiya gel e. Dê ji çar parçeyên Kurdistanê û gelek metropolên Tirkiyeyê ber bi Gemlîkê ve meş bê lidarxistin. Ev dibe ku bibe gaveke li ser navê gelan. Ji lew re dê li Gemlîkê bigihên hev."    Ji parêzerên Şaxa OHD'a Mêrdînê Lokman Emen jî destnîşan kir ku tecrîd dijî hiqûqê ye û got, ravekirina hiqûqa li Îmraliyê ne pêkan e. Emen, wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li holê bêhiqûqîtiyeke pir mezin heye. Tiştekî ku ji bo kesekî tenê tê pêkanîn. Qanûneke ku ji bo şexsekî hatiye afirandin. Ev, bi awayekî pir aşkere dijî qanûnên Komara Tirkiyeyê ye. Mafê parêzeran e ku hevdîtinê bi muwekîlên xwe re bikin. Her wiha mafê girtiyan e ku hem hevdîtinê bi parêzerên xwe hem jî bi malbata xwe re bikin. Komara Tirkiyeyê bi awayekî zelal qanûnên xwe binpê dike. Ji bo Tirkiye qanûnên xwe pêk bîne em bang dikin. Ji bo vê 775 parzeran îmze dan. Em dixwazin Komara Tirkiyeyê qanûnên xwe pêk bîne û hevdîtina bi parêzaran re bê pêkanîn."    BANGAWAZÎ   Emen diyar kir ku ev meş mafê herî bingehîn e û axaftina xwe wiha qedand: "Gava rêvebir an jî desthilatdar qanûnan pêk neynin mafê herî bingehîn ê gel jî lidarxistina meşê ye. Ev mafekî bingehîn e. Û bi dengekî bingehîn ragihandina vî mafî ye. Îmza jî, meş jî parçeyek vê yekê ye. A rast ev peywira civakê ye jî. Tiştekî wisa tune ye ku dê desthilat tim tişta rast bike. Desthilatdar pirî caran ji çarçoveya hiqûqê derdikevin. Ji ber vê ev mafên bingehîn hene. Mirov divê ji bo vê hesas bibin. Divê tev li vê meşê bibin. Li holê bêhiqûqîtiyeke aşkere heye. Ji bo ev bêhiqûqîtî bê ziman wekî îmzeyê, divê ev meş jî bi dengekî bilind bê kirin da ku civak û desthilatdar bibihîse."    MA / Eylem Akdag - Bêrîvan Kûtlû